spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Roja Dayikan bûye bêriya dayik Emîne Şenyaşar

Di heyama hilbijartinên 24’ê  hezîrana sala 2018’an de parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz bi parêzvan û xizmên xwe re serdana dikana malbata Şenyaşar kiribû. Di serdanê de endamên malbatê rexneyên xwe yên der barê rewşa hilbijartinê de anîbûn ziman lê ev rexne ne bi dilê parlementerê AKP’ê û xizmên wî bûn. Li ser vê yekê Parlementer bi parêzvan û xizmên xwe ve êrîşê malbata Şenyaşar kiribû. Di van êrîşan de hevserê Emîne Şenyaşar, Hacî Esvet Şenyaşar û her du lawên wê Celal Şenyaşar û Adil Şenyaşar li ber çavên wê hatin kuştin. Girêdayî bûyerê  ji malbata Şenyaşar; Fadil Şenyaşar û ji malbata parlamenterê AKP’ê hin kes hatibûn darizandin. Di 2’ê nîsanê de danişîna dozê li Malatyayê pêk hatibû û di encama danişînê de 37 sal û 9 meh ceza li Fadil Şenyaşar ê girtî hatibû birîn û 18 sal ceza jî li Enver Yildiz ê xizmê parlamenterê AKP’ê hatibû birîn.

Dev ji têkoşîna xwe bernadin

Emîne Şenyaşar bi lawê xwe yê ku ji êrîşan birîndar filitî bû Ferît Şenyaşar ve ji ber ku dadgehê doz bi awayekî giran bi rê ve dibir, di 10’ê îlona 2019’an de, li pêş dadgehê çalakiya rûniştinê pêk anîbûn. Di heyama çalakiyê de serdozgerî sozek da serokê baroyê Abdullah Oncel ku dê dosye di nav mehekê de veguhere dozê. Piştî vê yekê malbatê çalakiya xwe bi dawî kir. Lê di 16’ê kanûna 2020’î de malbatê xwest ku biçe Serokatiya AKP’ê ya Bajarê Rihayê re hevdîtinekê bike lê destûra wê nehat dayîn û li ser vê yekê malbatê li ber navenda AKP’ê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Ji ber çalakiya xwe dayik û lawê wê hatin binçavkirin û dû re bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.

Tevî hemû zextên li ser malbatê û li ser dozê malbatê dev ji têkoşîna xwe ya edaletê berneda. Di 9’ê adara 2021’ê de dayik Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar bi armanca “girtina tawanbaran, eşkerekirina rastiya qeydên dîmenên li nexweşxaneyê û rakirina biryara nepenîbûnê li ser dosyeyê” dest bi çalakiya “nobeta edaletê” kiribûn. Emîne Şenyaşar û lawê xwe ev 60 roj in çalakiya xwe didomînin.  Ji ber qedexeya derketina derve malbat ji 30’yê nîsanê vir ve çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê didomîne. Dayik û lawê xwe ji destpêka çalakiyê heta niha 4 caran hatine binçavkirin.

‘Li derdora min kesek nehiştin’

Emîne Şenyaşar ev sê  sal in roja dayikan bê lawên xwe pêşwazî dike. Bêrîkirina wê bûyerê nade jibîrkirin. Hesretiya dayikê ew e ku zarokên wê, di vê rojê de ne li cem wê ne. Dayikê destnîşan kir ku berê zarokên wê bi diyariyan vê rojê pîroz dikirin û wiha got: “Îro roja dayikan e lê li derdora min kesek nehiştin ku vê roja min pîroz bikin. Celalê min û Adilê min ev roj li min pîroz dikirin. Wan ez ji wan bêpar hiştim. Fadilê min jî xistine zindanê. Ez qurbana wan bim. Dayika we cejnan û van rojan bêyî we nikare derbas bike. Ji cihê hûn niha lê razane rabin werin, wekî berê destê min ramûsin. Ez we hembêz bikim. Van zaliman hûn ji min veqetandin.”  

Cîhanê tev de bihîst lê hê jî vedişêrin

Dayikê bal kişand ser têkoşîna xwe ya edaletê û wiha berdewam kir: “Ez ê dev ji têkoşîna xwe bernedim. Bira lawê min berdin,  bira ev zilm bi dawî bibe. Ev edaleteke çawa ye? Qeydên nexweşxaneyê hatine veşartin. Yên ku zaroyên min kuştin li derve digerin. Ev çima nayên girtin? Em diçin ba dozger ew me diqewirîne. Gunehê me dixin stuyê xwe. Zaroyên min li ser kar hatin kuştin, kesî zilmeke wiha nedîtiye. Wêneyê mêzînekê bi dadgehan ve kirine, lê badilhewa ye, dibêjin edalet heye lê lawê min ev 3 sal in belasebeb di girtîgehê de ye.

Dayik Şenyaşar axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Zarokên min li ber çavên min hatin qetilkirin. Kî dîtiye li nexweşxaneyê mirov bên qetilkirin. Heke ev qetl bê veşartin, bira yê ku wê vedişêrin jî rastî êşeke mîna êşa me bên. Dozger çima rastiyan vedişêre? Cîhanê tev de vê zilmê bihîst lê hûn çima vedişêrin, qet wijdana we tune ye?