spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Roja rojnamegerên kurd pîroz be!

Rojnameya Kurdistan di 22’yê nîsana 1898’an de, ji aliyê Mîqdad Mîdhed Bedirxan ve li Qahîreyê dest bi weşana xwe kiriye. 22’ê nîsanê wekî Roja Rojnamegeriya Kurdî tê qêbûlkirin û rojnameger Nedîm Turfent ji girtîgehê nameyek ji rojnameya me re şand û roja rojnamegerên kurd pîroz kir.

Tevahiya nameya Nedîm Turfent wiha ye;

“Karin Boye di pirtûka xwe ya bi navê Kallocain de, di demeke siberojê de bi navê ‘Dewleta Cîhanê’, dewleteke totalîter afirandiye. Ev dewlet civateke dûrî xwezaya mirovan û jiyaneke dûrî mirovahiyê li ser welatiyên xwe ferz dike. Bajar di bin erdê de hatine avakirin û welatî di bin erdê de dijîn. Fikir jî tên darizandn. A girîng jî daringa (made) bi navê Kallocain e. Ev made aveke bi rengê keskê vekirî ye. Dema ku li zendên mirov tê xistin, zimanê mirov heya dawiyê vedibe. Çi tişt veşartî namîne.

Min tu madeyên wekî Kallocainê venexwarine (her çend em di cîhaneke wekî dîstopyayekê de bijîn jî), lê ez ê razeke xwe aşkera bikim. Roj heye ziman tê çikandin, ziman stewr e! Roj heye ziman wekî bilbilekî difîte, zûgotinokan bi lêv dibêje… Îro zimanê min ê nivîsa bi kurdî di dema çarçengê de ye. Anku hûn a niha yekemîn nivîsa min a bi kurdî dixwînin. Mixabin, careke din mixabin. Raza min ev bû.

Ez rojnamegerekî kurd im, lê heya niha tevahî nûçeyên min bi tirkî û îngilîzî bûn. Piştî ku ez 12’ê Gulana 2016’an dîl hatim girtin, min gelek caran muhasebeya rojnamegeriya xwe kir. Ez (û em) berbera sibê heta nîvê şevê -li vir û li wir- dibêjim (û dibêjin) “Em deng, guh û çavê gel in”. Lê zimanê me û zimanê gel cuda ne! Zimanê me, ne zimanê gel e. Gelo ez rojnamegerekî kurd im an tirk an îngilîz? Bila teqdîr a xwîneran be.

Piştî teşhîskirina nexweşiyê, min dest bi tedawiyê kir. Di 17 mehên şanoya yekkesî de xebata min a sereke perwerdeya kurdî bû. Hînker, rêziman û ferheng… Di girtîgehê de 4 sal derbas bûn, bi nivîsê jî çar… Ji bo ziman jî ne hêsan e!

Gelî xwînerên xoşewîst û şopînerên Xwebûnê, ez zêde dirêj nakim, serê we naêşînim. Ger rexnedayîna min a li hemberî zimanê dayikê bi vî awayî bidome, ez ê xwe wek rojnamegerekî kurd bizanim û bihesibînim, bê dudilî!

Pirçandî, pirzimanî, pirrengî û pirdengî ji bo me û axa me dewlemendiyên jêneger in. Av nabe. Lê em beriya her tiştî ziman, deng û rengê xwe li xwe bikin, piştre em dikarin xwe wekî bihara rengîn, wekî Newrozê bixemilînin. Rastiya wê ev e, wekî din xeberoşk in.

Hêjayî gotinê ye; em di erdnîgariyeke wisa de dijîn ku sînor bi rastkêşeke bişavker û helîner hatiye xêzkirin. Mirov dikare bibêje zarokên welat nikarin bafirokeke sêrengî bidin rakirin, tilîliyeke bi kurdî bistrên. Bi dîtina paşîn, zimanê me di bin xetereya tunebûnê de ye, heta qirikê! Her ku diçe zimanê jiyanê vediguhere tirkî. Dema yek ji me di bîrdanka xwe de şoleke şûnwarnasiyê pêk bîne, dê bi hêsanî bibîne ka xetere çawa mezin bûye. Ji ber vê sedemê pêdivî pê heye ku gavek berî gavekê em bi zimanê xwe biaxivin, binivîsin û bijîn. Li hemberî dagirkerî û pişaftinê yekemîn mewzî ziman e, bivê nevê. Ziman biçe, tiştek namîne. Bi rêya û bi sayê ziman mirov dikare pêpaşkeke bibandor li lingê hespê wan bide.

Ne tenê di vê zindana gêjgerînok de, di her kêliya jînê de, divê mirov bi kurdî bijî. Çi bi wext, çi bê wext… Bi çêja zimanê dayikê di rûbarê azadiyê de meş xweşiktir û çêtir e. Di meha çûyî de paragoyekî berkaz vekir û gazî min kir: min rojnameya Xwebûn girt. Xweziya we dîtiba. Min Xwebûn hembêz kir, têr şidand, nava çavên min keniya û ez ber bi qata jor ve beziyam. A niha di gerê de ye, tê xwendin. Helbet hewce bi bîrhatinê nîn e: bi xetên esmanî ve, li ser têlên direhî û dîwarên bejnbilind… Dê bila çirûska Xwebûnê vê taristanê ronî bike, an jî biket (Bi devoka me geveriyan)…

Keda kedkarên Xwebûnê ji me re kaniya şanaziyê û avzêma rasteqînê ye. Ked û dilê we sax be, rêya we vekirî be. Roja rojnamegerên kurd pîroz be.

Zindana Ewlehiya Bilind a Wanê- 1 Avrêl 2020”