19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pîroz be

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), ji bo balê bikşîne ser zimanan, hikûmet rêz û hurmetê ji zimanan re nîşan bidin û dewlemendiya zimanan biparêze di 1999’an de 21’ê Sibatê wekî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê îlan kir.

Di 21’ê Sibata 1950’yan de, ji ber ku dewleta Pakistanê li ser axa bengaliyan zimanê bengalî qedexe dike, xwendekarên zanîngehê ev rewş protesto dikin. Li hemberî vê protestoyê polîsên Pakistanê êrîşî xwendekaran dikin û di encama bûyerê de gelek xwendekar jiyana xwe ji dest didin. UNESCO vê rojê esas digire û 21’ê Sibatê wek Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê îlan dike.

Li gorî daneyên rêxistina navneteweyî ya UNESCO’yê, her sal bi dehan ziman ji ser rûyê cîhanê winda dibin û tên jibîrkirin. Bêguman ev talûke li ser zimanê kurdî jî heye û bi taybetî li bakurê Kurdistanê.

Bi munasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê, em der barê rewşa zimanê kurdî û rêyên çarserkirina pirsgirêkên zimên bi lêkoler û mamosteyê zimanê kurdî Ibrahîm Seydo Aydogan, nivîskar û mamosteyê zimanê kurdî Samî Tan, nivîskar û mamosteyê zimanê kurdî Ronayî Onen û endamê sekreteryaya Tora Ziman û Çanda Kurdî Bawer Berşev re axivîn.

‘Zarok êdî bi kurdî nizanin’

Mamosteyê zimanê kurdî û lêkoler Ibrahîm Seydo Aydogan wiha bersiva me da pirsên me yên der barê rewşa ziman de: “Zimanê ku nebe zimanê birêveberiyê, nebe zimanê perwerdeyê, nebe zimanê bazirganî û civakê, nikare zêdetirî 50 salan bijî. Kurdiya Bakur, ji ber nebûna dibistanan li dûrî sîstema serdest mabû, lê belê van 40 salên dawîn, êdî ket ber diranên bişaftinê. Em rastiyê ji hevdu re bibêjin: Li Amedê jî û li Colemêrgê jî nifşên nû êdî kurdî weke zimanê duyem dibînin, lê zarokên wan êdî bi kurdî nizanin û ew pê napeyivin. Desthilatdariya siyasî tekane rêya çareseriyê ye li hember ‘mirina zimanê kurdî’ li Bakur. Binêrin, li Başûr û li Rojava, ev pirsgirêk êdî nîne, sedem ew e ku ziman bûye yê birêveberiyê”.

Seydo Aydogan ji bo gavên çareseriyê jî pêşinyarên xwe wiha bi rêz kirin: “Ez behsa Bakur dikim, lewre li parçeyên din rewş cuda ye. Ji bo ku mirov zimanekî mîna kurdî tercîh bike, divê sedemên mirov hebin, weke motîvasyonên siyasî, weke îstihdama kar, weke neçarî. Di salên 80’yî de, li Bakur, bi tenê gundî û koçer bi kurdî dipeyivîn. Lê îroj kurdî zimanê elîtan e, rewşenbîrên kurd xwe bi kurdî îfade dikin; lê li kolanê kes pê napeyive. Ji ber ku xema jiyanê, ji xema siyasî xurtir e.  Sedema duyem îstihdam e. Bînin bîra xwe, kesên ku qet xwe li vî zimanî nedikirin xwedî hebûn, gava fêm kirin ku dikarin bi kurdî di televizyonan de bixebitin, vegeriyan ser kurdî. Lê ekla wê kêm e. Kurdiyeke etaheyato çawa lê hato ye, ji xwendin û ruhê zimanî gelekî dûr e. Gava ez lê guhdarî dikim ulsera min tev radibe. Îcar em rastiyê bibêjin: ji bo ku zimanê me wenda nebe, divê kurdî bibe zimanê fermî. Heger na, heta 50 salên din êdî kes pê napeyive. Oto-asîmîlasyon jî vê demê kurtir dike. Mala xwedê ava ku hêvî hîn jî heye û li Başûr û Rojava, milkê kurdî xwe xurtir dike.”

‘Hemû qadan bikin jîngeha ziman’

Mamoste Samî Tan jî der barê rewşa ziman de nêrînên xwe anîn ziman û wiha got: “Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistanê, bi taybetî jî li bajaran, dişibe rewşa mirovekî gelekî westiyayî ku xwe bi darê zorê li ser pêyan digire. Îro zimanê kurdî di bin desthilatiya komara tirk de ji hemû derfetên pêşketinê bêpar hatiye hiştin, axêverên wî bi her cure pest û pêkutiyê re rû bi rû mane. Di van mercên giran de li aliyekî zimên hêza xwe ya derbirînê roj bi roj ji dest daye, li aliyê din axêverên wî zimanî her roj kêmtir dibin. Zimanê ku me berê wekî zimanê dayikê û zimanê zikmakî bi nav dikir, êdî dibe zimanê dapîr û bapîran. Xebatên rapirsînê yên dawîn nîşan didin ku roj bi roj qad li zimanê kurdî teng dibe.

Ligel van mercên giran jî zimanê nivîskî bi pêş dikeve, hejmara kesên bi vî zimanî dinivîsin û dixwînin li gorî berê zêdetir dibe, lê hejmara mirovên ku vî zimanî wekî navgîneke ragihandinê, di jiyana xwe de bi awayekî suriştî bi kar tînin kêm dibe. Tiştê herî xerab jî nifşên hînî vî zimanî nabin, hejmareke pir kêm a xemxurên zimanê kurdî hewl didin ku zarokên xwe bi kurdî mezin bikin, lê belê mercên heyî karê wan pir dijwar dike. Zarokên wan malbatan, ji ber nebûna jîngehên suriştî yên xwerû bi kurdî, ji bo wergirtina zimanê kurdî bi qasî ku têra wan bike, dûçarî axaftina bi zimanê kurdî nabin. Ji ber duçarbûna kêm zarok nikarin bi awayekî suriştî zimên wergirin, digel hemû hewldanan jî ew zarok zimanekî qels û şikestî werdigirin. Heke wiha bidome, piştî çend deh salên din dê hejmara axêverên kurdî dakeve rêjeyeke pir kêm û dê çand û nasnameya kurdî jî di asteke pir marjînal de were temsîlkirin.

Ji bo rewşa ku me li jorê qalê kir, biguhere serê pêşîn divê zimanê kurdî bibe xwedanê statûyeke fermî û zimanê perwerdeyê. Kurd divê biryarekê bidin, gelo ew bi rastî dixwazin wekî kurd bijîn? Heke vî tiştî dixwazin, divê têkoşîna parastin û bipêşvekirina zimanê kurdî li her cih û warî derxin pêş, li aliyekî xebata bidestxistina mafên ziman bikin, bi hişmendiyeke xurt li zimanê xwe xwedî derkevin, ji bo pûçkirina polîtîkayên pişaftin û xwepişaftinê xwe birêxistin bikin, hemû qadên jiyanê bikin jîngeha zimanê xwe, nehêlin ku ev stêrka geş a esmanê welatê wan bixurice.”

‘Çareyek mayînde lazim e’

Endamê sekreteryaya Tora Ziman û Çanda Kurdî (TZÇK) Bawer Berșev jî ji rojnameya me re nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Zimanê me ne li ber sekeratê be jî nêzî wê yê. Bi taybetî kirmanckî. Bo kurmancî em vê nikarin bêjin. Ji ber ku bêhtir hem kurmanc pir in hem jî kurmancî bûye zimanê yekem. Celadet ne kurmanc bûya ger kirmanc bûya îhtimal e niha rewş berevajî bû. Her wiha bo her du zaravayan mirov dikare vê bêje, axaftin her diçe kêm dibe lê xwendin zêdetir dibe. Xwînerên kurdî zêde dibin.

Zimanê me winda nabe ew merhele çû. Ji ber ku êdî bûye nivîskî. Bi sedsalan neyê axaftin jî ku rojek dewletek an jî statûyek avabû em ê bikaribin wî zimanî dîsa zindî bikin. Lê ji bo ku kurdî bibe zimanê bazarê li ber hemû civaka kurd du rê hene. A yekem statûyek a duyem jî divê teqez di dibistanan de bi zimanê kurdî perwerde were dayîn. Ji xeynî van çareyên din ne çareyên mayînde ne.”

‘Divê em xebatên heyî zêdetir bikin’

Mamoste û ni vîskar Ronayî Onen jî bi munasebeta vê rojê nirxandin kir û got ku divê xebatên heyî werin zêdekirin û xurtkirin. Onen nêrînên xwe yên der barê vê mijarê de wiha anî ziman: “Ji bo bersiva vê pirsê bi awayekî zanistî bê dayîn, pêdiviya me bi xebatên qadî heye. Divê em xebatên heyî zêdetir bikin da ku ji rewşa zimanê kurdî baştir fêm bikin. Lê dema mirov bala xwe dide çend xebatên heyî jî mirov tabloya xerab a rewşa zimên dibîne. Li gorî lêkolîna qadî ya ji aliyê SAMER’ê (Navenda Lêkolînên Qadê yên Sosyo-Polîtîk) ve hatiye kirin di navbera nifşan de veguhastina zimên her diçe kêm dibe. Li gorî lêkolînê ji %74’ê kurdên temenê wan di ser 65’î re, di nav malê de bi kurdî diaxivin, lê ev rêje ji bo kurdên temenê wan di navbera 18-24’an de dadikeve ji %68an. Dibe ku ev wekî rêjeyeke biçûk xuya bibe lê ne wisa ye, wendabûna zimên a di navbera nifşan de nîşan dide. Dîsa li gorî heman lêkolînê ji %76’ê kurdên ku ne xwende ne di nav mala xwe de bi kurdî diaxivin, bes ev rêje di nav kurdên lîsans qedandine de dikeve ji %61’î. Dema mirov li ser hejmara xwendeyan a bilind dibe bifikire, ne zehmet e ku mirov tê derxe bi vê bilindbûnê ka dê bikaranîna zimanê kurdî çi qas kêmtir bibe.”

‘Jor-siyaseta asîmîlatîf zimên dihêrîne’

Onen di berdewama axaftina xwe de behsa rewşa axaftina bi zimên kir û wiha got. “Li gorî lêkolîna qadî ya Navenda Lêkolînê ya Rawestê ji %48’ê kurdên ku pirs li wan hatine kirin, bi dê û bavê xwe re bi kurdî diaxivin bes ji %13’ê wan bi zarokên xwe re bi kurdî diaxivin. Ango ji nifşê duyem ji her du kesan yek bi dê û bavê xwe re bi kurdî diaxive, bes di nifşê sêyem de ev rêje (kêm zêde) dikeve ji dehan yekê. Li gorî lêkolînê veguhastina zimên a ji nifşê duyem bo nifşê sêyem kêm dibe. Bi ser de jî ji çar kesan yek ji bo zarokên wan hînî kurdî bibin hewl nadin.

Ev xebat rewşa zimên a kambax derdixin holê. Lîteratur nîşan dide ku zimanên derbasî nifşên nû nebin, bi xetereya wendabûnê re rû bi rû ne. Belê zimanê Kurdî hêj li ser koka xwe şîn tê bes xetere mezin e.

Heger mirov ji aliyê aktîvîzma zimên ve binirxîne dîsa rewş ne zêde baş e. Ez aktîvîzma zimên wisa terîf dikim: hemû pêketinên bo vesazkirina jor-siyaseta zimên ku li hember siyaseta asîmîlatîf a dewletan siyaseteke nû pêşniyar dikin an jî hemû hewldanên bo vejîna zimanên bi xeteraya wendabûnê re rû bi rû mane. Dema mirov li beriya sala 2015’an dinêre aktîvîzmeke xurt li qada gelemperî xwe nîşan dide. Lê niha ji bilî hewldanên ferdî, komî an jî sazûmanî yên bisînor mirov nikare qala aktîvîzmeke xurt bike. Jor-siyeseta asîmîlatîf roj bi roj bi hemû sazî û dezgehên xwe zimanê kurdî zêdetir dihêrîne, di rewşa heyî de zehmet e ku  zimanê kurdî li ber xwe bide.”

‘Pêdivî bi aktîvîzmeke taybet heye’

Der barê çawaniya berxwedana li hemberî aşê asîmîlasyonê de jî mamoste Ronayî Onen wiha axivî: “Ji bo berxwedana li hember vê çerxê di serî de pêdivî bi aktîvîzmeke ji jêr ve heye; aktîvîzmeke ku mijara zimanê kurdî dike rojeva xwe ya bingehîn. Divê ev aktîvîzm qadên sivîl ên berxwedanê veke û zimên di wan qadan de vejîne. Ji aliyekî bo xitimandina siyeseta zimên a heyî tevbigere ji aleyekî ve jî bo parastina zimên xebatên qadî bimeşîne.

Ji bo xitimandina pergalê wekî mînak ku bi hezaran dê û bav ji bo dersa bijarî ya kurdî serî li dibistanan bidin, dibe ku ev yek dengekî vede. Ji bo parastina zimanê kurdî xebatên zanistî yên wekî avakirina lîteratura qadên cihê divê zêdetir bibin. Ji bo hişmendiya zimên di nav gel de bi taybetî di nav dê û bavên ciwan de berbelavtir bibe divê nexşerêyeke vê aktîvîzmê hebe. Lewre niha girîngtirîn tişt ew e ku dê û bavên ciwan ên kurd di girîngiya zimên de bigihîjin. Helbet di dawiyê de mirov divê binê vê rastiyê jî xêz bike ev hewldan dê encax bikaribe temenê zimanê kurdî dirêjtir bike û piştê bidê ku li ber xwe bide. Lewre lîteratur nîşan dide, zimanên nebin zimanê perwerde û rêveberiyê her û her bi xetereya wendabûnê re rû bi rû ne.”