20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojava li hemberî tundiyê polîtîkayên çawa dimeşîne?

Pergala dewletan zagonên darizandinê tim li gor xwe çêkirine û hema bêjin gelek caran jî ji bo berjewendiyên xwe ev zagon guherandine. Li dewletên totalîter ên wek Tirkiyeyê jî zagon li gor berjewendiyên kesan tên nivîsîn û ji bo kesan tên sekinandin an jî diguherînin. Li Tirkiyeyê kujerên jinan, tacîz û tecawuzkar bi qirewatekê bêsuc tên dîtin an jî bi tu awayî nayên darizandin, ceza li wan nayên birîn. Îro li Rojavayê Kurdistanê pergaleke demokratîk li dijî vê hişmendiyê tê avakirin.

Pergala Rêveberiya Xweser di mijara tundiya li ser jinan de polîtikayên bi çi rengî dimeşîne, zagonên pergalê kujer, tecawuzkar û tacîzkaran bi çi awayî ceza dike? Me pirsên xwe ji Berdevka Kongreya Star a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl pirsîn.

Bi rêveberiya xweser li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê pergaleke civakî hat avakirin. Gelo em dikarin bêjin ku ev pergal li hemberî hişmendiya serdest û baviksalar hatiye avakirin?

Em dikarin bêjin ku rêveberiya Xweser li ser esasê fikrên hevbeş, sîstema hevserokatiyê, li ser esasê civakeke ekolojîk û azadîxwaz, li dijî tevahî cureyên serdestiyê, pergalên deshilatdariyê yên ku bi serdestiya zilam bi rê ve dibe hatiye avakirin. Rêveberiya Xweser jî li dijî vê hişmendiyan hin bêhtir bi zihniyeteke hevbeş, wekhev û li ser esasê azadiya jinan xebatên xwe dide meşandin. Li dijî tevahî zihniyetên deshilatdar, faşîst, dagirker, tundî û hemû rengên êrîşên li ser jin, zarok û civakê şer dike. Ji bo civakeke exlaqî, polîtîk, azad, demokratîk têdikoşe.

Di rêveberiya xweser de li hemberî tundiyê polîtîkayên bi çi rengî tên meşandin?

Pergala ku hatiye avakirin ji bo hevjiyaneke azad, ji bo kesayet û civakeke azad li ber xwe dide. Niha pergala ku li vir tê meşandin bi pêşengiya jinan pêk tê. Jin vê pergalê pêş ve dibin. Jin li dijî deshilatdarî û li dijî tundiyê têdikoş in. Em dikarin bibêjin îro li Rojava xwedî li mîrasa berxwedanî û têkoşîna her sê jinên Mîrabelê derdikevin. Jin li Rojava û bi pergala Rêveberiya Xweser kar dikin û pêşengtiya berxwedanê dikin. Mîrasê xwîşkên Mîrabelê girtine ser milên xwe. Ev berxwedan û têkoşîn îro jî bi her awayî didome. Di pergala rêveberiya Xweser de îro jin bi her awayî  û bi her rengî li hemberî tundiyê li ber xwe didin.

Helbet jin polîtîkayên ku li hemberî tundiyê tên meşandin ên ku dê jin çawa bikaribe xwedî li nirxên xwe derkeve, xwedî li azadiya xwe derkeve, jineke ku di xeta azadiyê de têbikoşe, polîtikayên xwe yên li dijî tundiyê birêxistin bike, pêş dixe. Rêveberiya Xweser van nirxan tevan diparêze û li hemberî hemû cureyên tundiyê disekine. Xeta esas a parastina jinan e û ev parastin bê navber tê kirin.

Li Tirkiyeyê û bi giştî li Rojhilata Navîn dewlet kesên tacîz û tecawuzê dikin, bi qanûnên xwe diparêzin. Rêveberiya Xweser li hemberî vê mijarê bi qanûnên çawa nêzîk dibe? Pêvajoya qanûnî çawa derbas dibe?

Rêveberiya Xweser kesên ku tundî li jinan kiribe, destdirêjî taciz û tecawuz li jinan kiribe an jî kujerek be van kesan li gor zagonên ku ji aliyê jinan bixwe ve di encama konferans û kongreyên hatine lidarxistin de, diyar dike. Bi rastî cezayên ku pêwîst li wan kesên ku destdirêjî û taciz û tecawuz kiribin, tê birîn. Ji bo careke din ew kesên ev sûc pêk anîne, dubare wî sûcî nekin. Bi rastî bi rengekî adilane, bi rengekî ku kesên tecawuzkar cezayên xwe bikşînin, tên cezakirin. Yanî di tevahî biryarên Rêveberiya Xweser de zaten xal bi xal li ser van aliyan hatiye sekinandin. Her sucek cezayek lê hatiye birîn. Li gor van cezayan jî kesên tecawuzkar, yên kujer tên cezakirin.

Pêvajoya qanûnî jî ji aliyê tevgere jinan ve kanton bi kanton dikeve pratîkê. Gelek zagonên der barê jinan de hene yek ji van jî ya zewaca zarokên biçûk e. Mîras, tede, pirjinî, tundî, destdirêjiya ku li ser jinan pêk tê. Gelek qanûnên din jî derketin, parastina mafên jinan a ku bikaribe xwe ji hemû cureyên êrîş, tundiyan biparêze gelek biryar hatin girtin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser vî esasî ev qanûn niha ketine merîyetê. Ger di konferansekê de biryarek were dayîn û ew biryar ger were binpêkirin li gor wê binpêkirinê jin be mêr be ceza lê tê birîn.

Mesele li Tirkiyeyê tecawizkarek an kujerek dema bedlekî li xwe dike û qirwatê têxe stuyê xwe ceza hindik lê tê birîn an jî serbest tê berdan. Li Rêveberiya Xweser zagonên di vî aliyî de çi ne?

Niha dema em bêjin yek li hemberî jinan suc bike li gor madeyê ceza lê tê birîn. Mesela em bêjin madeya duyemîn, a benda madeya 2 hezarî ( tam made nayê bîra min) di vê madeyê de tê gotin ku kujer, tecawuzkar bi tu awayî li gor şeklû şemala wî, li gor asta wî an jî li gor kesayeta wî nayê cezakirin, li gor sucê wî tê cezakirin. Ev kes kî be bila bibe li gor madeyên tê cezakirin û ew made ji bo her kesî derbasdar in. Yanî zagonên Rêveberiya Xweser bi tu awayî kesên kujer, tecawizkar na parêze.

Ji bo jinên rastî tundiyê hatî pêvajoyeke çawa tê meşandin?

Li Rêveberiya Xweser ji bo jinên ku rastî tundiyê hatine çi zewicandî çi jî ne zewcicandî be, çi jî yên zarokên wan hebin li gor rewşa wan saziya me ya Kongreya Star, komîte bi komîte bi van jinan re, bi doza wan re heta xala dawiyê ji bo çareserkirinê bi wan re eleqedar dibin. Her wiha stargehên Mala Jinan tim û daîm di nav liv û tevgerekê de ye û pirsgirêkên jinan re mijûl dibe. Ji jinên ku rastî êrîşan hatine, yên rastî tundî û tunehesibandin, bêedaletiyekî hatine, yên zarokên wan heyî ji saziyên me yên wek ‘Mala Sarayê’ (yek ji saziya me ya civakî ye), ‘Mala Jinan’ ( Yek ji saziya edaletê) bi van dozan re eleqedar dibin û li gor wê çareseriyekî ji jinan re dibînin. Jinên ku zarokên wan heyî û hatibin berdan ji wan re mal tên girtin, fonê wan ên mehane li gor biryara mahkemê derdikeve. Yanî bi giştî mafê jinan tê parastin, çi di aliyê manewî çi jî di aliyê maddî de.

Bi gelemperî di qanûnên rêveberiya Xweser de mafê jinan çawa tê dîtin?

Di tevahiya herêmên Rêveberiya Xweser de mafê jinan di her qadên wek siyasî, aborî, leşkerî, çandî û hwd de heye û tê parastin jî. Berovajî pergalên serdestiyê li Rojava bi her awayî jin di her qadên de hene û mafê xwe diparêzin. Îro rola jinên … yên ku li hemberî zilma DAIŞ’ê li ber xwe didin li holê ye. Di asta hevserokatiyê de jin mafên xwe yên biryarê, bi hevbeşî, hevsengî û bi pêşniyarên xwe esas tên girtin. Berê çawa ku jin di roleke xwedavendiyê de bûn li Rêveberiya Xweser de jî bi heman rengî ye. Çawa ku pergala dewletê, pergala baviksalariyê rêveberî li ser xale ‘yek kesî’ ava kir û îro li dijî vê yekê pergala rêveberiya Xweser hevserokatiyê xistiye meriyetê. Pîvanên azadiyê daniye pêşiya jinan.

Hevsengiyek di navbera qanûna Rêveberiya Xweser û civakê de heye?  Tu dikare qala wê hevsengiyê bike?

Biryarên tên dayîn tenê ne biryarên Rêveberiya Xweser in, yên hemû sazî û dezgehane. Tu ferqeke di navbera Rêveberiya Xweser û civakê de tune ye. Her du jî bi hevûdu hene. Wek ku Rêveberiya Xweser bahr be civak masî bin. Her du jî bêyî hevudu nabin.

Saziyên jinan li hemberî tundiyê xebatên bi çi rengî dimeşînin?

Saziyên heyî bi rastî jî bi her awayî bi boneya pêşeroja jinan û ji bo mafên jinan tim li ber xwe didin. Tenê îsal saziyan gelek rêzeçalakî li dar xistin. Ji pêşengeha hata şano û çalakiyên çandî, panel, meş û daxuyaniyên tim di nav liv û tevgerekî de ne û çalakiyên gelekî berfireh hatin plansazkirin der barê tundiya li ser jinan, berxwedana jinan û hwd. de. Saziyên jinan li dijî xwekuştin, tundî, taciz tecawiz û tunehesibandinê tim di nav liv û tevgerekî de bûn û hê jî xebatên xwe bi heman rengî didomînin.

Perwerdeyên der barê tundiyê de yên ji bo mêran heye gelo?

Her wiha ji bo guhertin û veguhertina hişmendiya baviksalar, desthilatdar, dîktator, dewlet û saziyên ku jinan tune dihesibînin û derveyî pîvanên mirovahiyê dibînin dê wisa di nava şev û rojekê de dê nikare derbas bibe. Ji ber vê yekê pêdivî bi perwerdeyên xweser ên ji bo zilaman hewce dike. Ji bo vê yekê li Kobanê sê dewreyên zilaman hatin vekirin. Di serî de rêvebir, hevserokên mêr û kesên di sazî û dezgehan de cih digirtin, parêzer,  kesên di saziyên adaletê de cih digirtin, dadgehan de cih digirtin têkildarî dîroka jinan û jineolojiyê de hatin perwerdekirin.