20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojbîn Çetîn nehat berdan

6’emîn danişîna doza aktîvîsta Tevgera Jinên Azad  (TJA) û Endama Lijneya Rêberiyên Herêmî yên Demokratîk a HDP’ê Sevîl Rojbîn Çetîn li 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê hat dîtin. Çetîn ji Girtîgeha Jinan a Amedê bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû û parêzerên wê jî li danişînê amade bûn. Malbata Çetîn û Hevseroka HDP’ê ya Wanê Handan Karakoyûn jî tevli danişînê bûn. Parêzera Rojbîn Çetîn Ekîn Yeter xwest ku dema girtina muwekîla wê li ber çavan bê girtin û Çetîn bê berdan.

Heyeta dadgehê jî angaşt kir ku wê biryara berdana kontrola edlî ji bo Çetîn ne bes be û biryara berdewama girtina wê da. Heyetê danişîna dozê taloqî 17’ê sibata 2022’an kir.

Di 27’ê hezîrana 2020’î de polisan bi ser mala aktîvîsta Tevgera Jinên Azad  (TJA) û Endama Lijneya Rêberiyên Herêmî yên Demokratîk a HDP’ê Sevîl Rojbîn Çetîn a Amedê de girtibûn.  Piştî ku bi kûçikan êrişî Çetîn kiribûn ew binçav kiribûn. Piştre  Çetîn li dadgehê hatibû girtin û bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” doz lê hatibû vekirin.