23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojbûna Apê Mûsa pîroz kirin

Zanayê gel û çapemeniya kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa), di sala 1920’an de li gundê Stilîlê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji dayik bû, ket sedsaliya xwe. Hefteyên borî rojnameya Xwebûn û rojnameya Yenî Yaşamê, sedsaliya Apê Mûsa kir manşet û bal kişand ser xebatên wî yên ji bo ziman û çapameniya kurdî. Her wiha ji bo sedsaliya Apê Mûsa bi navê “Apê Mûsa 100 salî ye” kampanya hat destpêkirin.

Wê kampanya tevahiya sala 2020’an bidome û di çarçoveya kampanyayê de ji bo bîranîna Apê Mûsa hin xebat bên kirin. Ji bo vê yekê heta niha ji aliyê Weşanxaneya Aramê ve bi navê “Bîranînên Mûsa Anter” xebata pirtûkekê hatiye destpêkirin. Di xebata pirtûkê de wê malbat, xizm, dost, heval û xwendekarên wî yên rojnameger Mûsa Anter vebêjin. Wê edîtoriya pirtûka ku di demeke kurt de bê amadekirin jî rojnameger Huseyîn Aykol bike.

Bi fîkandinê dest pê dike

Herî dawî malbata Apê Mûsa, bi wesîleya sed saliya wî ji bo pîrozbahiya rojbûnê, li ser YouTubeyê, bi beşdariya rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar, helbestvan, hunermend, rojnameger û kesayetên tên nasîn vîdeoyek amade kir. Di vîdeoyê de ji rewşenbîran bigire heta neviya Apê Mûsa Asîwa rojbûnê pîroz dikin. Her kes di vîdeoyê de dibêje “Rojbûna te pîroz be Apê Mûsa” û “Rojbûna te pîroz be yabo/kalo.” Vîdeo bi fîkandina kurdî dest pê dike û bi fîkandina kurdî bi dawî dibe.

Di destpêka vîdeoyê de Apê Mûsa diaxive û helbesta ku helbestvanê kurd Zekî (Jîr) ji bo wî nivîsandiye dixwîne. Apê Mûsa di vîdeoya di 5’ê tebaxa sala 1990’î de hatiye kişandin de dibêje ji ber ku navê wî yê rasteqîn Şêxmûs e helbestvan jî bi navê “Apê Şêxo” helbest jê re nivîsandiye û dixwîne. Piştî xwendina helbestê kesayetên ji rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar, helbestvan, hunermend, rojnameger û ferdên malbata Apê Mûsa pêk tên dibêjin “Rojbûna te pîroz be Apê Mûsa.”

Herkes dikare pîroz bike

Dîcle û Hêlîn Anter jî bi boneya sed saliyê, bi vîdeoyê re peyamekê weşand. Dîcle û Hêlîn Anter, di peyamê xwe de qala çîroka jidayikbûna Apê Mûsa dikin û dibêjin ku gelek bername saz kirine lê ji ber vîrusa koronayê pêk neanîne û hemû bername jî taloqî bidawîbûna pêvajoya vîrusa koronayê kirine.

Her wiha Dîcle û Hêlîn Anter diyar dikin ku kesên bixwazin rojbûna Apê Mûsa pîroz bikin, dikarin li ser hesabên xwe yên medyaya civakî bi dîmen pîroz bikin.

Serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir

Serlêdanên 28’emîn ên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê, di 12’ê hezîranê de dest pê kir. Pêşbirka sala par ji aliyê rojnameya Yenî Yaşamê ve hatibû lidarxistin, îsal dîsa ji aliyê rojnameya Yenî Yaşamê ve tê lidarxistin. Serlêdan heta 10’ê îlona 2020’an dikarin bên kirin.

Pêşbirk ji “Nûçeyên Kurdî”, “Nûçeyên Tirkî”, “Wêne (Wêneyên Nûçeyan)”, “Karîkatur” û ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz “Nûçegihaniya Jinê” bi giştî ji 5 beşan pêk tê. Encama pêşbirkê wê di 18’ê îlona 2020’an de bê aşkerakirin.

Piştî lijneya bijartinê guncav bibîne wê xebatên serkeftî bi teqdîr û pesn bên nirxandin. Berhemên ji bo xelatê bên şandin, wê paşve neyên şandin û karibin di rojnameyê de bên weşandin.