25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Rojê 50 kes bi avê jehrî dibin’

Tirkiyeyê ji 27’ê çile ve ava Çemê Firatê li ser gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê qut kiriye. Ev yekê jî her diçe gelek bûyerên trajîk jî bi xwe re tîne.

Ji ber ku Tirkiyeyê ava çem qutkiriye roj bi roja din rewşa şêniyan xerabtir dibe. Av ji ber ku kêm bûye ava vexwerinê her roj qirêjtir dibe û kevz digire. Li agahiyên herî dawiyê li Tebqayê rewş xirab e û rojane hejmara kesên bi jehriyê dikevin zêdetir dibe.

Têkildarî mijarê dermanfiroşê Nexweşxaneya El-Wetenî ya Tebqayê Ebdullah El-Mebrûk wiha got: “Nexweşxane rojane zêdetirî 50 kesên ku bi avê jehrîbûna pêşwaz dike. Ev kes jî bi gazincên wek zikêşî û navçûnê tên nexweşxaneyê.”

Ebdullah El-Mebrûk diyar kir ku gelek mîkrob û bektîrî belav bûne, ew jî dê bi xwe re nexweşiyên giran bînin, li aliyekî din jî zêdebûna hesin di avê de dê nexweşiyên penceşêr û çermê bîne.

El-Mebrûk eşkere kir ku çareya herî guncaw, divê şênî avê bikelînin û piştre vexwin, ji wê zêdetirî jî divê klora tibî ya li dermanxaneyan bi kar bînin.

El-Mebrûk wiha gotina xwe bi dawî kir: “Divê civaka navneteweyî fişarê li dewleta Ttirk a dagirker bike, da ku ava çemê Firatê berde û pêşî li vê yekê bê girtin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê