Friday, October 29, 2021

Rojeva Başûrê welatê me

Adar Şaman

Rojeva başûrê welatê me germ e, kêlî bi kêlî cidiyeta hin meseleyan xwe dide hîskirin, êdî li hembêza herîkîna rojê hilnayê, li pêşengên cihê digere, ber bi lêgerînê ve di nava liv û tevgereke bi lez de ye. Rojev, li pêşengên demê digere. Giraniya rojevê, bi hemû germahiya xwe mohra xwe li tevahiya rojeva heyî dixe. Lêgerînên heyî erênî ne, lê bi gotinan sînor dimînin. Mixabin rewşa heyî gotinan derbas dike, her wiha çalakî û berpirsiyariyê li her kesî ferz dike. Kesên bi rojeva başûrê welêt re mijûl in dikarin pêşengiya vê pêvajoyê bikin. Heger na wê li şûna pêvajo-rojevê bi tena xwe bimînin.

Rojeva başûrê welêt, metîngeriya tirk a li seranserî çiyayên Kurdistanê ku dorpêç kiriye, xwezaya welêt talan dike, jîngehan wêran û vala dike; ev jî ne bes e, bo tevgera metîngeriyê berfireh bike, rêyan çêdike û amadekariya bicihbûna mayinde ya li herêmê dike. Loma têkoşîna nasnameya azadiyê ya gelê kurd, di kêliyên herî girîng ên xeter de bi derfetên kêm, nirxên mezin diafirîne û serkeftinên bêhempa bi dest dixe. Di hembêza lûtkeyên xwezayê de, lêgerîna evînê ya jiyaneke nû şîn dibe. Ev evîn bi heqîqetê re yekpare dibe, di berbanga sibehê de dibe balinde; ber bi asîmanan ve firr dide.

Helwestên lawaz

Lawaz be jî îro hinek kesayetên ku nezî PDK’ê ne, di ferq û zanebûna êrîşên li ser başûrê welêt tên meşandin de daxuyaniyan didin û helwesta xwe nîşan didin. Ev helwesteke erênî û wêrek e, lê lawaz e; bêrêxistinkirî ye. Kesên haya wan ji rewşê hene, pêwîst e ji gotinê wêdetir kar bikin û pêşengiyê ji girseyên çalakvan re bikin. Qerektera vê pêvajoyê ji gotinan zêdetir, pêşengiyê dixwaze. Li başûrê welêt, pêşengî, serkêşî û rêxistinbûyîn kêm e. Ev kêliyên man û nemanê yên têkoşîna azadiyê, gengaz e bi pêşengên nû yên gel bi serkeftinê tacîdar bibe.

Îro li ber çavên dinyayê mala kurdan bi ser kurdan de tê rûxandin; kurd tên qirkirin. Ma dibe ku kurd li hemberî vê malweraniyê bêdeng bimînîn, serê xwe bitewînîn û li rewşê temaşe bikin? Bêdengî ji bo kurdan mirin e, vegera jiyana koletî û teslîmiyetê ye. Ya tê payîn ew e ku hevsengiya navxweyî ya mala kurdan bê sazûmankirin. Zû bi zû polîtîkayeke hevbeş divê bê avakirin û pêşengiya têkoşîna vê dema xeternak bike. Êdî dema vê hatiye; kêr li ser hestî ye. Yê ku dixwaze rastiya heyî bibîne, êdî dizane rewş çawa ye. Hewceyî gotinên dûvdirêj nake.

Li Başûr hevdîtinên KNK’ê

Di van rojên awarte de ku rojeva welêt her kêliyê tê guhertin, bi pêşengiya hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeynep Murad tevî şandeya pêrê li başûrê Kurdistanê hevdîtinên girîng ên li gel partî, sazî, komele û bi kesayetan re tên pêkanîn rojeveke girîng da avakirin. Di hevdîtinên ku pêkhatin de nêrîna hevsengiya neteweyî, girîngiya mijarê ya metîngeriya nû raxist ber çavan. Şandeya KNK’ê, di nav raya giştî ya kurd de bû sedema hêviyek nû. Wer tê hêvîkirin ku encamên şênber ji van hevdîtinan ên li başûrê welêt pêk tên, derkeve. Pîştî çûyîna şandeyê û hewildanên wan, rêxistinên başûrê welêt hindik bê jî, dengê xwe li dijî metîngerî-qirkirin û xeteriya li ser destkeftiyên neteweyî derxistin. Lê mixabin weke her demê, îro dîsa PDK’ê xwe li kerrbûn, korbûn û lalîtiyê daye; pêjin jê dernakeve. Weke ku ew hevkariya van êrîşên metingeriyê nake tevdigere. Bêdengî rûreşiya herî mezin e…

PDK li dijî nirxên kurdan e

PDK li dijî nirxên neteweya kurd e. Her wiha tevgereke li dijî nirxên ku jinan mezin û azad dike ye jî. Dema ku em dîroka PDK’ê lêkolîn dikin, em qet rastî jineke ku di nava damezrandina rêxistina PDK’ê de cih girtiye nehatin. Ji ber ku PDK li ser hişmendiya mêrserweriyê hatiye sazkirin; rê nadê teoriya azadiya jinan. Rêxistineke li dijî nasnameya jinan a xweser e. Nêrina PDK’ê ya li jinan; nêrînek paşverû û her wiha zilamtiyê li ser hebûna jinan ferz dike. Ev hişmendî di serî de ziyanê dide nirxê neteweyî. Loma jin, temsîla heyîna hebû nirx û çanda neteweyî dike. Hêzên metînger bi rêya polîtikayên PDK’ê, yên dijber li başûrê welêt planên xwe yên qirkirin, koletî û lewazkirina kurdên azad, jin û civakê dimeşîne. Ez ê di rojên bê de li ser vê babetê bi taybet binivisîm.

Eger “parlamentoya” Kurdistanê îro li hember rewşa heyî bê helwest bimîne, wê rewabûyîna xwe winda bike. Ji hikumeta herêmê lome nayê kirin, ji ber ku beşek ji hikumetê vê rewşa heyî erê dike, ji nedîtî ve tê û dibe hevkarê planên qirêj. Hikûmet di çarçoveya berjewendiyên takekesî, desthilatdarî û malbatî de tevdigere. Ev dibe sedema bêdengî û bêhelwestiyê.

Polîtîkayên tên meşandin

Ya rastî pêdivî bi dengekî hîn bilindtir, rêxistinkirî û hêza muxalîf a gel heye. Tê xwestin ku li hemberî helwesta PDK’ê ya heyî bertek zêde bibin, bê rexnekirin û hevkariya wê ya li dijî nirxên neteweyî bê zelalkirin. Esas nêzikatiya PDK’ê ya hevkariyê ya li gel metinkarên Kurdistanê, rewşa Başûr dixe halê bêahengî -kaosê. Ya ku ewlehiya başûrê welêt dixe metirsiyê, dibe sedem ku xwezaya Kurdistanê bê talankirin û jîngeh bi darê zorê bên valakirin politîkayên hevkariyê yên  PDK’ê ne. Ev polîtîka dibin sedem ku li başûrê welêt rewş aram nebe û her ku diçê xeterî zêde bibe. Pêdiviya  Başûr bi rewşa azayiyê heye. Aramiya başûrê welêt, aramiya tevahî Kurdistanê ye. Bêguman ji bo vê yekê jî kar û lebat tê xwestin. Sekneke micid, şoreşgerane û têkoşer pêwîst e.