Rojnameya Heftane

Rojeva koronayê

Dildarê Amedê

Di nav van 2-3 mehên dawî de bi belavbûna nexweşiya koronayê re bandoreke mezin li jiyana hemû xelkên cîhanê bû. Her welatekî li gorî xwe bi rêbazên cuda tekoşîna xwe li hemberî vê nexweşiyê bi pêş xist. Her gelê welatekî jî li gorî çanda xwe û serboriya xwe serî li rêbazên cuda da. Ez serê we neêşînim ez ê li vir behsa çend rêbaz û çîrokên pêşîgirtina belavbûna vê nexweşiyê li vî welatî û hin welatên din ên Rojhilata Navîn bikim.

Sirke

Di destpêka koronayê de hingî ku behsa feydeyên ava tirî anku ava sihikê (sirke) kirin, êdî ji bêhna sirkê em nema karibûn di hundir de bimînin û tevî qedexeya derve me xwe davêt derveyî malê. Ji gava diya zarokan bihîstibû ku sirke vîrûsa koronayê dikuje, hemû hundirê xwe bi ava sirkê paqij dikir. Xwedê wekîl be ji bîna sirkê mal bûbû wek bîdona tirşiyê.

Kolonya

Tiştekî din jî yê gelekî reklama wê hat kirin kolonya bû. Digotin ku vîrus demekê di qirka mirov de dimîne û mirov dikare wê bikuje beriya ku xwe berde nava kezebê. Îca li bajarê Êlihê camêrekî dikuxe û ditirse ev kuxik ya koronayê be, lewre li gorî wan gotegotan çareseriyê di vexwarina kolonyayê de dibîne. Şûşeya kolonyayê berdide ser qirika xwe û wî bi zorê digihînin nexweşxaneyê. Camêr ji tirsa koronayê dikir ku bi kolonyayê jiyana xwe ji dest bide.

Alkol û meya sexte

Rastiya ku alkol dijminê vê vîrusê ye jî li hin deveran bi rengekî din hate bikaranîn. Jixwe li Îranê kirîn û firotina vexwarina alkolê qedexe ye û kesên bi kar tînin bi dizî dikirin û difiroşin. Îca camêrekî ev firsend ji xwe re bi kar anî û alkol bi dizî firot û di encamê de 25 kes ji ber wê alkolê mirin, ji ber ku alkola wî sexte bû.

Mewluda sofî

Sofî Silo jî ji destpêka koronayê de di dilê xwe de sozek dabû û wiha gotibû: Heke em bi silametî ji vê belaya koronayê xelas bibin, ez ê beranekî bikim qurban û mewlûdekê bidin.

Îca dema nû dewletê qedexeya derve bi dawî kir ji wî werê ku nexweşî jî xelas bû. Ez serê we neêşînim 35 kesên hatibûn û xwarina mewlûda sofî xwaribûn tev bi koronayê ketin, ji ber ku sofî Silo bêyî bizanibe nexweş ketibû û bi destê kê girtibû ew jî bi xwe re nexweş xistibû.

Werhasilî xwedê dawiya me bi xêr bike. Desthilatdarî ji bo rewşa welatê wan a aboriyê xirabtir nebe û krîza heyî kûrtir nebe qedexeya derve hiltînin ji xelkê werî ku nexweşî bi dawî bûye. Lewre ev sistkirina qedexeyan li gelek ciyan rê li ber belavbûn û zêdebûna vê nexweşiyê vekir. De bi xatirê we û li xwe miqate bin heyra û xwe ji vê nexweşiya bêbav baş biparêzin. Bi rastî jî metirsiya gelekî zêde belav bibe heye û divê her yek ji aliyê xwe ve heta jê were xwe û derdora xwe biparêze.