19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojeva lûtkeya Urdun, Iraq û Misrê

Li paytexta Urdun Umanê di navbera Şahê Urdunê Abdullah Sanî, serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî û serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de lûtkeyeke sêalî li dar ket.

Di lutkeyê de her sê alî, mijarên hevkarî, istîsmar û aboriya di navbera welatên xwe de, dozên herêmî û di serî de doza Filîstînê, têkoşîna li dijî terorê û dozên Sûriye û Lîbyayê, gotûbêj kirin.

Abdullah Sanî û Sîsî têkiliyên her du welatan û pêşketinên dawî yên li herêmê û di serî de doza Filîstînê, her wiha hevkarî û koordîneya ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrûsa koronayê û sivikirina bandora wê ya mirovî û aborî guftûgo kirin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Urdunê Betrayê, “Şahê Urdunê îşaret bi girîngiya destekdayîna keda Misirê ya ji bo têkoşîna li dijî terorê, kir.”

‘Derd hevpar e’

Rojamevanê misirî Mehmûd Beysûnî der barê vê lûtkeyê de axivî û got: “Civîna sêalî ya serokê Misirê Abdulfetah Sîsî, şahê Urdunê Abdullah Sanî û serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di çarçoveya tevkariya her sê welatan Misir, Urdun û Iraqê de pêk hatiye.”

Beysûnî destnîşan kir, “Lûtke cara duyemîn li dar dikeve, piştî çalakiyên li Qahîreyê sala 2019’an dest pê kir. Ev lûtke di esasê xwe de ji bo xurtkirina tevkariya aborî, bazirganî û razemeniya di navbera her sê welatan de û nîqaşkirina dozên herêmî de pêk hat.”

Rojnamevanê misirî diyar kir ku derdê her sê welatan hevpar û giran e û wiha got: “Derdê hersê welatan di aliyê herêmî, erebî û rageşiyên li ser wan hatine ferzkirin hevpar e. Di serî de di aliyê geşkirina aborî, têkoşîna li dijî terorê û destwerdanên herêmî de derdê wan yek e.”

Beysûnî wiha got, “Lûtke di nav xwe de nameya piştgiriya Iraqê li dijî xeteriyên milîsan û kotaya mezhebî ya li Iraqê ye dide. Her wiha nameyên piştgiriya Iraqê li dijî zêdegaviyên Tirkiyê yên li ser xaka Iraqê dide. Dîsa jî Urdun koma Îxwan a terorîst ji hev xist, ji ber wê rageşeyên ewlehî û siyasî xwe ferz kirine. Misir destekê dide Iraq û Urdunê li hemberî koma Îxwan a terorîst û xeteriya milîsên çekdar.”

Rojnamevanê misirê Mehmûd Beysûnî destnîşan kir ku rûxandina têgîna dewleta niştimanî ya cîhana erebî, wek rageşiya sereke di lûtkeya sêalî de hatiye nîşandan û wiha got: “Lûtke ji bo xebatên Misirê yên ji nûve avakirina hevsengiyê di qada erebî de xurt bike, her wiha têgihîna dewleta niştimanî û berxwedana li dijî hewldanên hegemoniya herêmî xurt dike ya hin dewletên mîna Tirkiye û Qeterê bi desteka rêxistinên tundrew û milîsên leşkerî hewl didin pêk bînin.”

UMAN

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê