20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameya Bild: Koçberkirina kurdan karê Erdogan e

Yek ji rojnameyên sereke yên Almanyayê Bild, nivîsand ku koçberkirina kurdan a ber bi Belarusê karê rejîma Erdogan e. Ji havînê û vir ve li sînorê navbera Belarusê û endamê Yekîtiya Ewropayê, Polonyayê drama penaberan heye. Piraniya wan ji başûr Kurdistanin û bi hezaran penaber bi rêya balafiran gihîştin paytexta Belarus Minskê. Ji bo xwe bigihînin Elmanya û welatên din ên Ewropayê li ser sînorê Polonyayê ne. Lê piştî ku bi piştgiriya Yekîtiya Ewropayê sînorê Polonyayê hate girtin, ev penaber li qada daristanî asê man.

Yek ji rojnameyên sereke yên Almanyayê Bild nivîsand ku li pişt vê trafîka koçberan tevî Serokkomarê Belarusê Aleksandr Lukaşenko, Serokdewletê Rus Vladimir Putin û Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan heye. Rojnameyê di nûçeya xwe ya taybet de ragihand ku her sê serok, koçberan weke çekekê li dijî pêkanînên Yekîtiya Ewropayê bi kar tînin û bi berfirehî qalê kir bê penaber çawa ji Moskow, Stenbol, Antalya, Hewlêr û Şamê derbasî Minskê hatine kirin.

Serokê Sendîkaya Polîsên Federal a Alman Heiko Teggatz ji rojnameyê re axivî û diyar kir ku koçber bi Rêya Hewayî ya Tirk (THY) ku ji sedî 49 ê para wê di destê dewleta tirk de ye û ji aliyê Aeroflot ve ku ji sedî 51 ê para wê di destê Rûsyayê de ye, bi seferên balafiran hatine veguhastin. Li gorî rojnameyê herdu şîrketên rêyên hewayî di krîza penaberan a li ser sînorê Belarus-Polonyayê de xwedî roleke mezin e û ev yek jî ji aliyê yekîneyên ewlekariyê yên Alman ve hatiye piştrastkirin.

Li gorî vê yekê ji bo veguhastina koçberan, hejmara seferên balafiran ên navbera welatên Rojhilata Navîn û Minskê ku di zivistana 2019-2020’î de 17 bû, vê zivistanê kirin 57 sefer û seferên ji bajarê Hewlêrê yê başûrê Kurdistanê û paytexta Sûriye Şamê jî li vê hate zêdekirin.

Ji navendên komkirina penaberan 2 navendên girîng li Stenbol û Moskowayê ne. THY’ê hejmara seferên Stenbol-Minskê rojê kir du car. Şîrketa rêya hewayî ya Belarusê Belavia jî tevî ku kirîna bilêtan a ji bo sefera Antalya-Minskê ya li ser înternetê betal kir, ev sefer hefteyê 4 caran hate kirin.

Plana  valakirina başûr û rojavayê Kurdistan

Rejîma Erdogan, ku bi hevkariya Rusya û Belarusê penaberan weke çekekê li dijî Yekîtiya Ewropayê bi kar tîne, di heman demê de hewl dide Başûr û Rojavayê Kurdistanê vala bike. Piraniya koçberên li Belarusê ji herêmên Behdînan û Silêmaniye yên Başûrê Kurdistanê ne.

Hate ragihandin, koçberên ku piraniya wan ciwanên ji Başûrê Kurdistanê ne, di ser Hewlêrê yan jî Stenbolê re derbasî Belarusê hatin kirin. Balkêş e ku ev plana valakirina bi rêk û pêk a Başûrê Kurdistanê heman piştî destpêkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê kete meriyetê. Li gorî daneyên fermî di nava sala dawî de nêzî 40 hezar welatiyên Iraqê reviyan derveyî welat, ji wan 10 kesan jiyana xwe ji dest dan, 12 jî aqûbeta wan nayê zanîn.

Penaberên ku li ser sînorê Polonyayê hatine terikandin, doh meşiyan û xwestin deriyên sînor bêne vekirin. Rêveberiya Polonyayê jî 12 hezar hêzên çekdar li herêmê zêde kir û tedbîrên tund wergirt. Di nava şert û mercên giran ên hewayê û jiyanê yê li herêmê de heta niha zêdeyî 10 penaberan li Belarusê jiyana xwe ji dest dan.