Sunday, December 5, 2021

Rojnameger Ayşe Kara beraet kir

Di çarçoveya lêpirsîna ku der barê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de hatibû vekirin Rojnameger Ayşe Kara, bi angaşta “endamtiya rêxistinê” di 26’ê hezîrana 2020’an de hatibû binçavkirin û piştre bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. Piştre bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” doz li Kara hatibû vekirin û 15 sal ceza jê re dihat xwestin. Danişîna doza Kara, li 5’emîn Dadgeha Ceza ya Amedê pêk hat.

Heyeta dadgehê, piştî darizandinê diyar kir ku sûcdariyên li Kara tên kirin nehatine tespîtkirin û der barê Kara de biryara beraetê da. Lê dadgehê derbarê qedexeya derketine derve ya Kara de biryar neda.