24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Buldan hat bibîranîn

Rojnameger Evîn Bûldan a ku di 2’ê Nîsana 2017’an de di encama qeyrana dil de jiyana xwe ji dest dabû, bi tevlibûna malbat, xizmên wê û rojnamegeran li ser gora xwe ya li Gevera Colemêrgê hat bibîranîn.

Di merasîma bîranînê de endam û rêveberên Platforma Rojnamegerên Jinên Mezopotamya, Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat (DGF),  Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Geverê, malbat û gelek hemwelatî amade bûn.

Di merasîma ku bi rêzgirtinê dest pê kir de rêveberê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Zeynel Bûlût axivî û destnîşankir ku hevala wan Evîn di rêya têkoşîna azadiya ji bo gelê kurd xebetên çapemeniyê dimeşand û wiha got: “Em tu carî ked û xebata hevala xwe Evîn ji bîr nakin, bi xebat û têkoşîna xwe mînak bû, evîndara têkoşîna azadiyê bû, xeyal û xebata wê nîvco man , em ê têkoşîna hevala xwe bidomînin.”

Berdevka Platforma Rojnamegerên Jinên Mezopotamyayê Ayşe Guney jî di axaftina de bal kişand ser xebatên Bûldan û ev tişt anî ziman: “Xebatên Evîn hem ji bo rojnamegeriya jinan hem jî ji bo xebatên kurdî pir girîng bûn. Em îro bi saya xebatên wê rihettir dikarin xwe îfade bikin.”

Dayika Evîn Bûldan Nesîbe Bûldan jî wiha got: “Min Evîn mezin kir lê exlaqê xwe ji hevalên xwe girtiye. Hewceye ku em xwedî li xeyalên wan derkevin û xebatên wan bidomînin.”

Hevserokê HDP’ê Abdûlkerîm Akdogan jî di axaftina de diyar kir ku dê li ser şopa doza Bûldanê bin û wiha got: “ Em li ser goristana Evîn Bûldan dîsa soza xwe dubare dikin ku em ê şopdarê doza wê bin.”

Piştî malbat û rojnamegeran karanfîl danîn ser gora Bûldan, merasîm bi dawî bû.