19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Çoban sirgun kirin

Midurê Karê Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Îsmaîl Çoban ku bi KHK’ê hat girtin û 2 girtiyên din sirgunî Gurgumê kirin.

Midurê Karê Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Îsmaîl Çoban û 2 girtiyên din, ji Girtîgeha Tersûsê ya Mêrsînê sirgunî Girtîgeha Tîpa L’yê ya Hejmara 2’yan a Turkoglu ya Gurgumê kirin. Rojnameger Îsmaîl, bi telefonê bi malbata xwe re axivî û der barê sirgunkirina wan de ev agahî dan: “Ez û hevalên xwe Cevdet Derse û Velî Efendîoglu ji ber ku me li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berxwedan bi pêş xist û li dijî zext û tundiya rêveberiya girtîgehê serî netewand hatin sirgunkirin. Divê herkes vê yekê baş bizanibe ku em ê di têkoşîna xwe de tu carî paşve gav navêjin.”

Her wiha Çoban ragihand ku dema wan anîne Girtîgeha Tîpa L’yê ya Hejmara 2’yan a Turkoglu ya Gurgumê gardiyanan xwestiye wan di lêgerîna tazî re derbas bikin û piştî ku ew li dijî vê derketine gardiyanan paşde gav avêtine.