20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Hafiz Akdemîr hat bibîranîn

Nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê yê Buroya Amedê Hafiz Akdemîr, di 8’ê hezîrana 1992’yan de, piştî ku ji mala xwe ya li navçeya Sûrê derket, di encama êrişek çekdarî de jiyana xwe ji dest da bû. Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) rojnameger Akdemîr, li kolana lê hatibû qetilkirin û dûre navê wî li kolanê hatibû kirin bi bîr anî.
Hevserokê DFG’ê Serdar Altan di bîranînê de axivî û wiha got: “Bi ser qetilkirina Hafiz Akdemîr re 29 sal derbas bûn. Hafiz rastî dinivîsand, ji bo ku rastî di tarîtiyê de nemînin, têdikoşiya.”
Serdar Altan diyar kir ku Hafiz Akdemîr ji ber ku bûyerên di salên 90’î de rû didan kirin nûçe hat qetilkirin û wiha bilêv kir: “Kesên di salên 90’î de xwîn rijandin, tehemilê vê rastiyê nekirin. Ji bo ku bûyerên kiryar nediyar dernekevin holê û di tarîtiyê de bimînin, ewil Cengîz Altûn (Nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê’ û dûre Hafiz qetil kirin. Hafiz li vê kolanê hat qetilkirin. Berî bê qetilkirin, gelek caran hat tehdîtkirin. Lê Hafiz dest ji karê xwe berneda. 29 sal derbûn, lê rastî di tarîtiyê de nema. Şopdarên wan têkoşîna wan anîn heya roja îro.”
Xwarziyê wî Veysî Polat jî diyar kir dema Akdemîr hate kuştin ew li ba wî bû û got: “Wekî kûn dizanin di sala 2000’an de li Beykozê hinek CD hatin desteserkirin. Hin agahî û dokumanên di arşîva Sedat Peker de wê demê di qeydên têtikkêşên dewleta kûr de hebûn. Di wan de dihate nivîsandin ku cînayet ji aliyê kê hatiye kirin. Dewletê çi kir? Di sala 2009’an de kesekî ku bi bultena sor li wî tê gerandin, ji bajarê Viyana yê Evûstûryayê girt û anî Tirkiyeyê. Ev kî bû? Cîhan Yildiz. Ji 6 cînayet û 2 birîndarkirinan 4 caran cezayê muebetê lê hate birîn. 10 salan di girtîgehê de ma û piştre hate berdan. Ez bi xwe şahidê êrîşê bûm lê carekê bi tenê jî ez tevlî rûniştinan nekirim. Ji ber vê darizandineke baş pêk nehat.”
Polat wiha axivî: “Gelo çima Hafiz Akdemîr hat kuştin? Ji ber ku Akdemîr, valekirina gundan, îşkence û binpêkirinên mafan ên wê demê dinivîsandin, hat kuştin. Cenazeyê wî ji morgê revandin. Em li welatek misilmanin. Li morga nexweşxanê birayê min derb kirin. Dûre birin Goristana Deriyê Mêrdînê. Lê wî dixwest li kêleka dayika xwe bê defin kirin. Bi her awayî gef xwarin li ser deriyê Ozgur Gundemê ‘Dora we ye, em ê pênûsa we bişkînin’ nivîsandin. Di encamê de, Akdemîr pênûsa xwe ne firot, û neda şikandin. Em şopdarên wî, em ê tu carî dev ji têkoşîna wî bernedin û nehêlin pênûsa wî li erdê bimîne.
Rojnamegeran piştî axaftinê, qerenfîl danîn kolana ku Akdemîr lê hatibû kuştin.