20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora wî bibîr anîn

Malbata rojnameger Mazlûm Erencî û hevalên wî yên rojnameger li Goristana Yenîkoyê ya Navçeya Rezan a Amedê, Mazlûm Erencî li ser gora wî bi bîr anîn. Di bernameyê de gelek polîs bi maşîneyên zirxî li dora gorê kom bûn û gor dorpêç kirin. Polîsan ewil malbat hişyar kirin û xwestin li ser gorê axaftin neyê kirin û wêne û pankart neyên rakirin. Malbata Erencî û hevalên wî di bin dorpêça polîsan de li ser gorê kom bûn û gul û qurnefîl danin ser gora Erencî. Ewil dayika Erencî Remziye Erencî li ser gorê yasîn xwend û pişt re diyar kir ku ew bi Mazlûm serbilind û serfiraz e. Remziye Erencî, da zanîn ku ew tenê jî bimîne dê destûr nede ku Mazlûm Erencî bê ji bîr kirin.

Rojnameger Hakkî Boltan jî anî ziman ku ew ê tu carî Mazlûm nedin ji bîr kirin û ew ê her tim evîna wî ya rojnamegeriyê zindî bikin. Boltan, bibîr xist ku ew ê heta dawî şopdarê doza Erencî bin. Piştî fatihe xwendin ji ser gorê belav bûn.