24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Serdeşt Osman hat bibîranîn

Rojnamegerê ji başûrê Kurdistanê Serdeşt Osman di salvegera qetilkirina xwe ya 11’emîn de li ser gora xwe hat bibîranîn.

Rojnameger Serdeşt Osman di 4’ê gulana 2010’an de li Hewlêrê ji aliyê kesên nenas ve hatibû revandin û di 5’ê gulanê de cenazeyê wî, li nêzî Mûsilê hatibû dîtin. Serdeşt Osman li ser gora xwe ya li Hewlêrê ji aliyê rojnameger, aktîvîst û malbata wî ve hat bibîranîn û destegulek danîn ser gora wî. Ji ber vîrûsa koronayê îsal merasîma bîranîna Serdeşt Osman sînordar bû.

Yek ji organîzetorê bîranînê Behzad Muhsîn axivî û diyar kir ku rewşa tenduristiya xelkê ji bo wan girîng e û ew naxwazin bi rêya vê merasîmê tu kes bi vîrûsê bikeve û wiha got: “Wê bîranîna Serdeşt Osman li ser torên civakî pêk were. Wê di saet 21.00’an de bi awayekî zindî li malpera Serdeşt Osman peyam werin dayîn.”

Piştre Hejar Enwer peyama Komîteya Amadekar a Bîranînê xwend. Di peyamê de hat gotin ku ew weke komîteya amadekar, rojnameger û aktîvîstên Hewlêrê li ser gora Şehîd Serdeşt soza xwe dubare dikin ku wê pênûsa wan ji her carê tûjtir be, heta kesên fermana qetilkirinê dane li dadgehên serbixwe, bêalî û ji ezmûna hizbî dûr tên dadgehkirin û tên cezakirin.

Birayê Serdeşt Osman, Beşdar Osman jî di bîranînê de axivî û got ku beriya 11 salan dema ku wan cenazeyê Serdeşt veşartiye, rayedarên Başûr soz dane wan û xelkê Kurdistanê ji bo kujerên Serdeşt û yên ferman dane aşkere bikin û dadgeh bikin. Beşdar Osman got: “Mixabin, dezgehên ewlehiyê, dadwer û hemû saziyên hikûmetê hatine bikaranîn ku kujerên sereke yên Serdeşt winda bikin û kujerên xeyalî çêbikim. Divê kujer û yên ferman dane werin dadgehkirin û cezakirin. Dilê me li gel girtiyên Behdînanê ye. Bi biryara cezakirina azadîxwazên Behdînanê, desthilata dadwerî morek din a reş li dîroka xwe ya reş da. Hêvîdar in biryara xwe di ber çavan re derbas bikin.”

HEWLÊR