Friday, October 22, 2021

Rojnamegeran Apê Mûsa bi bîr anîn

Girseya ku ji rojnameger û nûnerên rêxistinên civakî pêk dihat, nivîskar-rojnameger Mûsa Anter li cihê lê hatibû qetilkirin bibîr anîn.

Girseya ku ji rojnameger, nûnerên rêxistinên civakî û partiyên siyasî pêk dihat nivîskar-rojnameger Mûsa Anter, li kolana ku 29 sal berê lê hatibû qetilkirin bi bîr anîn. Girseya ku ji rojnameger, nivîskar, nûnerên rêxistinên civakî û partiyên siyasî pêk dihat, nivîskar û rojnamegerê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) li semta Seyrantepe ya kolana 442’emîn a taxa Cumcuriyetê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê ku 29 sal berê lê hatibû qetikirin,  bi bîr anîn. Girseyê wêneyên rojnamegerên ku di salên 1990’î de hatibûn qetilkirin rakirin. Rojnamegeran û nûnerên rêxistinên civakî û siyasî soz dan Apê Mûsa ku dê pênûsa wî li erdê nehêlin û tekoşîna wî mezin bikin. Piştî axaftinan girseyê dirûşmeyên “Şehît Namirin” berz kirin û qurnefil danîn cihê ku Musa Anter lê hatiye qetilkirin. Piştî qurnefil danîn, komek rojnameger ji bo gora Musa Anter ziyaret bikin çûn gundê Sitilîlê yê Nisêbînê.
Naveroka berêMA 4 salî ye
Naveroka ya piştî vêGel bi êrîşên dijwar têk naçe