spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamegeran Denîz Firat bi bîr anîn

Rojnamegeran li Wanê Denîz Firat a li Mexmûrê di êrîşa DAIŞ’ê de hatibû qetilkirin, li ser gora wê bi bir anî. Koma rojnamegeran ku di nav de Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) Serdar Altan, nûnerên Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya (MKGP) Aysel Işik û Safiye Alagaş û endamên malbatê jî hebûn li gundê Xeçxatûnê yê navçeya Ebexe ya Wanê Deniz Firat bibîr anîn. Rojnameger li ser gora Denîz Firat axivîn û qurnefil danîn ser gorê. Di bernameyê de Endama MKGP Safiye Alagaş, diyar kir ku ew ê tu carî pênûsa Denîz Firat û xebatkarên çapemeniya azad li erde nehêlin. Alagaş, anî ziman ku ew dê kevneşopiya çapemeniya azad di asta herî jor de biparêzin û wiha got: “Denîz ji aliyê hêzên tarî ve hat qetilkirin. Lê çapemeniya azad û jina kurd li dijî vê hêza tarî rêyek ronî vekir. Em îro li ser gora Denîz carek din sozê didin ku em ê têkoşîna wê mezin bikin.”

Firat di eniya herî pêş de bû

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan jî anî ziman ku îro ji bo Denîz Firat bi bîr bînin li vir in û wiha got: “Di heman deme de di 9’ê tebaxa 1992’an de Nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Serê Kaniyê Huseyin Denîz û di 8’ê tebaxa 1993’an de Nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Bedlisê Ferhat Tepe hatin qetilkirin. Rojnameger Denîz Firat, li kampa Mexmûrê li dijî DAIŞ’ê di eniya herî pêş de bû. Kêliyekê jî ji berxwedanê dûr neket. Ji kesên ku ji wê xwestin paşve vekişe re got ‘Ez bi kameraya xwe têdikoşim. Hûn biçin’ û rastiya li wir bi cîhanê re parve kir. Dawiyê jî şehit bû. Em şopdarên têkoşîna wan in û em ê têkoşîna wan mezin bikin. Me berxwedana wan ji bîr nekir û em ji bîr nakin:”

Birayê Denîz Firat Seyat Yildıztan jî anî ziman ku hevalên Denîz pênûsa Denîz li herdê nehiştin û dê nehêlin.”

Rojnamegeran piştî qurnefil danîn ser gorê ji ser gorê veqetiyan.