spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamegeran: Rojnamegerî tê darizandin

Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegîhana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala yên piştî nûçeya wan a têkildarî du welatiyên îşkence li wan hatibû kirin û ji helîkopterê hatibûn avêtin, 9’ê cotmeha 2020’an li Wanê hatibûn girtin. Danişîna ewil a her çar rojnamegerên girtî û nûçegihana MA’yê Zeynep Dûrgût a negirtî tê darizandin, roja 2’yê nîsanê li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Wanê ye.

Her 5 rojnameger ji ber nûçeyên têkildarî îşkenceya li Servet Tûrgût ê jiyana xwe ji dest da û Osman Şiban ên li navçeya Şaxê ya Wanê hatibûn binçavkirin, bi “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê kirine” tên sûcdarkirin.

Rojnamegeran der barê doza rojnamegeran de anî ziman ku darizandina rojnamegeran, darizandineke siyasî ye û xwestin hevpîşeyên wan tavilê bên berdan.

‘Naxwazin bêhiqûqî bê dîtin’

Midûrê Weşana Giştî ya Rojnameya Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk, destnîşan kir ku nûçeya rojnamegeran çêkiriye li cîhanê deng da, lê desthilat ji ber vê ne rihet e û wiha got: “6 meh in hevalên me girtî ne. Bi vî awayî hevalên me ji kar û jiyana xwe hatin qutkirin. Bi vî awayî dixwazin ji rojnamegeran re bibêjin ‘Heger hûn di bûyereke wiha de li hemberî dewletê bin, em ê jî van tiştan bînin serê we.'” Çelîk got ku desthilat naxwaze bêhiqûqiya li welêt bê dîtin û lewma êrîşê rojnamegeran dike û diyar kir ku divê her kes piştgiriyê bide rojnamegeran.

‘Divê neheqî ji holê bê rakirin’

Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat jî bi bîr xist ku li Tirkiyeyê bi dehan rojnameger girtî ne û wiha got: “Li tu devera cîhanê pîvanek ‘rojnameger nikarin li hemberî dewletê nûçeyan çêbikin’ tune ye. Ev li dijî xwezaya rojnamegeriyê ye. Li hemberî me serokê partiyeke siyasî yan jî helwesteke milîtanî heye. Lewma ji serî heya binî tu qîmeteke wê ya hiqûqî tune ye.” Polat diyar kir ku ji rojnamgeran re dibêjin ‘gere hûn bûyerên civakî yên di eleniya dewletê de nekin nûçe’ lê pîvaneke bi vî rengî tune. Polat got ku ev çavtirsandin û di danişîna 2’yê nîsanê de divê ev neheqî ji holê bê rakirin.

‘Mafê nûçeçêkirinê tê darizandin’

Nûçegihana ETHA’yê Pinar Gayip têkildarî doza rojnamgeran axivî û destnîşan kir ku desthilat dixwaze hevpîşeyên wan ceza bike ku nûçeyeke dixwestin ser wê bigirin, kirine nûçe û wiha got: “Doza danişîna wê di 2’yê nîsanê de ye, danişîna mafê nûçeweregirtinê ya gel e û di vê dozê de mafê nûçeçêkirinê yê rojnamegeran tê darizandin. Niha jî divê gel mafê nûçeweregirtinê biparêze. Doza hevalên me, doza heqî û edaletê e.”