25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamegeran wekî dijmin dibînin

Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Serdar Altan zext û tundiya li ser rojnamegeran nirxand. Altan, diyar kir ku rojnameger kiryarên desthilatiyê aşkera dikin û ev yek desthilatiyê ditirsîne û aciz dike.

Me sala 2021’ê li dû xwe hişt û em derbasî sala 2022’yan bûn. Lê dema mirov li paş xwe dizîvire dibîne ku çi winda kiriye û çi bi dest xistiye. Her wiha mirov dema li rewşa giştî dinêre her tiştî zelaltir dibîne. Bi taybetî jî wekî rojnameger em her tim panaromaya salekê radixin ber çavan. Yê ku rastî û heqîqetê derdixin holê, kiryarên di tarîtiyê de ronî dikin, hiş û hafizayê zindî dihêle em wekî rojnamevan, medya û çapemenî ne. Bê guman ji bo me rojnamegeran bedelekî vê jî heye. Vê carê jî em ê berê xwe bidin serpêhatiyên salekê yên ku rojnameger pê rûbirû mane. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat (DFG) rapora zext, tundî, êrîş, binçavkirin, girtin, ceza û hwd. ên ku di sala 2021’ê de rojnameger pê rûbirû mane aşkera kir. Bi vê mebestê Hevserokê DFG’ê Serdar Altan zext û tundiya li ser rojnamegeran nirxand. Altan, destnîşan kir ku rojnameger kiryarên desthilatiyê aşkera dike û ev yek desthilatiyê ditirsîne û aciz dike.

* Wekî Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê we rapora sala 2021’ê aşkera kir. Li ser hûrgulêyên raporê zext û êrîşên ku rojnameger pê rûbirû dimîne tu dikare qal bike?

Li vî welatî, li Tirkiyeyê yek ji karê herî zehmet rojnemegerî ye. Çima wisa ye? Ji dîroka Tikiyeyê ve ye her tim ev wisa bû lê di vê dema dawî de mirov dikare bibêje zêde bûye. Desthilatdar her tim dixwazin xwe serdest bigirin. Kiryarên wan yên nebaş hene, tiştên nebaş dikin û naxwazin ev kiryarên wan bên bihîstin. Bêguman ev pira di navbera buyer û civakê de rojnamegerin, ên ku kiryar, nebaşî û gendeliyên desthilatiyê radigihînin rojnamegerin. Ji ber vê sedemê ji rojnamevanan acizin. Aciziyek wisa mezine ku ber bi dijminahiyê ve diçe. Yanî rojnamevanan wekî dijmin dibînin, wekî kesên talûke dibînin. Talûkeyek wisa ye ku desthilatiya wan dihejînin. Ji ber vê sedemê ye ku her tim rojnamevan di bin zext, zor û tundiya desthilatiyê de ye. Bi taybetî jî di vê dema dawî ya desthilatiya AKP’ê û şirîkê wê MHP’ê de xwestin civakê ji agahiyan qut bikin. Ango tiştên ku dikin, kiryarên wan neyên bihîstin û negihêje civakê. Ji bo ku dikaribin bi hêsanî bêrîka xwe tije bikin, zilm, zor û faşîzma xwe bidomînin. Ji bo vê yekê jî zexta li ser rojnamevanan zêde kirin. Bi taybetî jî piştî sala 2016’an pêl bi pêl zêde kirin û heta îro anîn. Sala 2021’ê jî yek ji van salên dijwar bû û ev yek jî di rapora me de bi awayekî vekirî derdikeve holê.  Vê carê li ser 5 sernavên esasî me rapor girte dest. Me pirsgirêka rojnamevan a jiyanî û ewlehiyê, azadiya fikir û raman, mafên rojnamegeran, sazî û dezgehên rojnamevana û medya dijîtal girt dest.

* Heta niha çend sîte hatine girtin û astengkirin, doz  li çend heb rojnamegerî vebûye, îşkence li çend heb rojnamegî hatiye kirin û hwd. we daneyek parvekiriye lê em dixwazin ji we guhdar bikin?

Di warê binpêkirinên mafên jiyanî û ewlehiyê de 55 rojnameger rastî êrîşan hatine û 2 ji wan hatin kuştin. 65 rojnamevan hatine binçavkirin. 23 rojnameger rastî îşkence, zext û pêkutiyan hatine. Gef li 11 rojnamevanan hatine xwerin û sîxurî li wan hatiye ferzkirin. Mijereke girîng e, 102 caran di 102 buyeran de di şopandina nûçeyan de rojnameger hatine astengkirin.  Ev mijar çima girîng e? Polis, esker an jî kesên dewletê naxwezin ku rojnameger buyereke çê dibe ragihîn e. Ji ber vê jî rojnamegeran asteng dikin, li wan didin, îşkenceyê li wan dikin, binçav dikin. Dîsa derbarê azadiya fikir û raman de ev jî xaleke girînge, reqemanên balkêş hene ku derbarê 54 rojnamegeran de lêpirsîn hatine destpêkirin. Doz li 51 rojnamevanî hatiye vekirin, li 47 rojnamevanî 133 sal û 8 meh û 21 roj cezayê hebsê û 72 hezar û 206 lîrayê tirk  jî cezayê pere li wan hatiye birîn. Mînak bi qasî 250 rojnamegerî 336 caran derketine pêşberî dadgehê. Her wiha niha jî 62 rojnamevan girtî ne. Li aliyê din 12 saziyên medyayê 59 caran hatine cezakirin. Dîsa li 4 rojnamyan 115 rojan cezayê îlan û reklamê hatiye birîn. Her wiha di nava salê de 112 caran jî weşan hatine qedexekirin. Dîsa hezar û 460 nûçe hatine astengkirin û ji ser malberên înternetê hatine jêbirin. 64 malperên înternetê jî hatine girtin. Bêguman ev reqemanên ku em behs dikin ên herî kêm in. Carna derfet çê nabe ku mirov xwe bigihîne hin encaman. Lê em dizanin ji vê daneya ku me daye, zext û tundiya li ser medya û rojnamevana hêj zêdetir in.

* Hezar û 460 nûçe hatine astengkirin. Sedema van astengkirina çi ye, tu dikare vebêj e?

Li gel van reqemên ku me daye, daneyên wan ên berfireh jî di destên me de hene. Piraniya wan ji ber teşîrkirina hin tiştên nebaş hukumet û desthilatdariyê ye. Ji ber çêkirina nûçeyên teşîrkirina desthilatdariyê hatine astengkirin û ji ser înternetê hatine jêbirin. Di heman demê de vê jêbirinê bi rêya mehmekemeyê dikin. Dibêje; “Ev nûçe dê zirarê bide dewletê û hukumetê” biryar dide ku nûçe bê rakirin. Her wiha hin kesayet, sazî û dezgehên nêzî desthilatiyê hene serî li dadgehê didin ku van nûçeyên kiryarên wan teşîr dikin bên rakirin. Mesela di nav yên ku hatine teşîrkirin de gelek kargeh û kesayetên bi dewletê re kar dikin hene. Rojnamevanan nelirêtiyên wan kirine nûçe teşîr kirin û wan jî serî li dadgehê dane ku ev nûçe bên astengkirin. Ji ber ku nêzî desthilatiyê ne dadgeh jî li gorî xwestekên wan biryarê dide. Nahêlin ku civak ji tiştekî haydar bibin. Ji ber vê yekê ye ku ewqas zext û zorê li ser rojnamegeran û li ser medya dijîtal zêde dikin.

* Mirov dikare bibêje astengiya nûçeyan û rojnamegeran di haman demê de tê wateya sûcekî li dijî civakê?

Helbet em her tim vê dibêjin; ev astengiyên li dijî karê rojnamegeriyê sûcekî mezin e ku li hemberî civakê. Ji ber ku dema rojnamegerekî bigirin an jî wî asteng bikin dibe ku wekî şexs mexdûriyetek çê dibe lê bêhtir civak jî ji vê zirarê dibîne, ji ber ku mafê civakê tê binpêkririn. Çimkî civak li benda nûçeyan e ku li cîhanê çi dibe, çi diqewime ji geşedanan haydar be. Dema ku rojnamegerek tê astengkirin, tê girtin tu wî ji ragihandina nûçeyan bêpar dihêle û dema rojnamegerek bê astengkirin jî civak ji bihîstina nûçeyan bêpar dimîne. Bi vê yekê jî tê wateya cezakirina civakê jî.

* Di 8 çileyê de salvegera Metîn Goktepe ye ku di sala 1996’an de hatibû qetilkirin, di 19’ê çileye de salvegera Hirant Dînk û di 24’ê çileyê de jî salvegera qetilkirina Ugur Mumcu ye. Wekî hevserokê komeleyê li ser qetilkirina rojnamegeran tê çi bêje?

Bêguman yên ku li ser van qetlîaman dikaribe tişan bibêje rojnamegerên kurd in. Lewre di salên 90’î de bedelên giran dan. Rojnamegerên ku xwestine vê dozê bimeşînin jî rastî vê zilmê hatine, yek ji wan jî Metîn Goktebe ku nûçegihanê Rojnameya Evrenselê bû. Hate binçavkirin û di bin çavan de hate şehîdxistin. Her wiha Hirant Dînk rojnamevanekî ermen bû û ji hêla hemû kesan ve dihat hezkirin. Li ber rojnameya Agosê li kolanê ji hêla dewletê ve bi awayekî organîzekirî bi destên tetîkkêşan hate qetilkirin. Her wiha Ugur Mumcu jî wisa bû. Her çiqas mirovekî Kemalîst be jî li ser tiştên nelirê dinivîsî û ji aliyê hêzên bi deweltê ve girêdayî hat qetilkirin. Hêj jî kuştina Ugur Mumcu di tarîtiyê de ye. Mirov dikare bibêje desthilatdarî aciziya xwe bi awayekî radixe ber çavan. Dibe ku îro dewlet bi girtin, astengkirin, cezakirinê vê ye yekê dike. Lê wê demê bi giranî bi qetilkirinê radixist ber çavan.  Di salên 90’î de Apê Musa, Cengîz Altun, Ferhat Tepe, Hafiz Akdemîr  û hwd. Qetil kirin. Mabest êdî hatibû radeyeke wisa ku bi girtinê, bi tirsandinê, bi dozvekirin nikarin asteng bikin û rêbazekî bi vî awayî pêk anîn. Bi dehan rojnamevan hatin qetilkirin û em jî bi vê wesîleyê hembû hempîşeyên xwe yên ku hatine  qetilkirin bi rêzdarî wan bi bîr tînin. Îro jî çapemeniya azad vê  dozê dimeşîne û em jî şopdarê wan in.

* Ên dikarin baş siyaset û rêveçûna welatekî analîz bikin rojnameger in. Tu di sala 2022’yan de rêveçûneke çawa dibîne û hêviyên we çi ne?

Belê her tim dema ku sal dewir dibe mirov bi hêvî ye. Salek nexweş derbas bû lê em ji sala nû bi hêvî ne. Bêguman ev hêviya me her tim hebûye û îro jî berdewam dike. Hêviya azadiyê, hêviya serkeftinê, hêviya ku ev gel ji bin zilm û zorê der bikeve ev hêvî her tim heye. Lê di destpêka sala 2022’yan de jî dema em lê dinêrin, hevalên me tên binçavkirin. Di warê rojnamegeriyê de pêşbîniyeke baş mirov nikare bîne ziman. Her wiha di warê siyasî de jî ev yek wisa xuya dike. Lê wekî me got ev hêvî bi dawî nabe û bê guman ji bo wê jî pêwîstî bi yekgirtina civakê, bi serînetewandin û her wiha bi serî hildanekê heye. Ji bo dikaribin li dijî vê zilm, zor û faşîzmê bisekinin divê xwe bi rêxistin bikin û dengê xwe hêj zêde bilind bikin. Hatiye asteke wisa ku êdî nahêlin kes dengê xwe jî bike. Lê pêwîstî pê heye ku civak vê neheqiyê qebûl neke.

* Wekî Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê ji bo rojnamegeran, yekitî û hevgirtina rojnamegeran banga we çi ye?

Belê ev ji bo me jî derbasdar e. Di êrîşên faşîzmê de rahm,  pergala û sîron tune ye. Li pêşberî vê faşîzmê bi berxwedanê encax mirov dikare xwe li ser piyan bigire. Ji bo wê jî rêxistinbûyîn lazim e. Pêwîste saziyên mîna rêxistinbûyîna xwe xurt bikin û dikaribin rojnamevanan bigihînin hev. Lazime rêxistinbûyînek xurt bê avakirin ku dikaribin xebatan bimeşînin. An na dê desthilatdar me bifetisîn e. Ji bo vê jî divê em hêj bêtir xurt bin, hêj bêtir zane û jîr bin ku li pêşberî faşîzm û desthilatiyê rawestin û karê baştir bikin.