spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamegerê girtî Çîftçî bi nexweşiya CIDP’ê ket

Nûnerê Rojnameya Azadiya Welat a ku bi KHK’ê hat girtin ê Dîlokê Ferhat Çîftçî, piştî hat girtin, di 16’ê sibata 2011’ê de bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye” 21 sal û 8 meh ceza lê hat birîn. Rojnameger Çîfçtî niha li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Tekîrdagê tê girtin. Çîftçî, nameyek ji Rojnameger Huseyîn Aykol re şand û bal kişand ser nexweşiyên xwe. Çîftçî, di nameyê de anî ziman ku sal û nîvek berê sirgûnî Tekîrdagê kirin û wiha got: “Ev girtîgeh pir li min nehat. Ewil nexweşiyên rovî û mahdê bi min re çêbû. Piştre nexweşiyên fîzîkî derketin. Di nava 3-4 rojan de bûm nexweşê nivînan. Di meha îlonê de min li nexweşxaneya zanîngehê testa EMG’ê kir. Blokên noronên motor hatin dîtin. Nexweşiya bi navê Înflamatuar Demiyelinizan Polinoropatî ya Kronîk (CIDP) tespît kirin. Ne şaş bim nexweşiya min û ya fizîkzan Stephen Hawking yek e.”