spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamegerên hêjayî xelata Mûsa Anterin aşkere bûn

Rojnamegerên ku 28’emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad bi dest xistin diyar bûn. Pêşbirka Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad ku ji aliyê Rojnameya Yenî Yaşamê ve hat amadekirin, kesên hêjayî xelatê aşkere kir. Rojnameyê navê kesên di qadên Nûçeya Kurdî, Nûçeya Tirkî, Wêne (Nûçeya Wêneyî, Karîkatur û Nûçevenîya Jinê ya ji bo bîranîna Gurbettelî Ersozê de hêjayî xelatê ne bi raya giştî re parve kir. Xelat dê di 20’ê Îlonê de li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a Şaredariya Şîşlî a Stenbolê saet di 18.00’an de bi merasîmekê bên dayîn.

Nûçeyên Kurdî 

Di warê nûçeya kurdî de Mehmet Alî Ertaş, Sûna Tûnç, Berîtan Zagros, Ramazan Olçen û Omer Tûr jurî bûn. Jurîyê xelata yekemîniyê da nûçeya bi sernavê “Ji rûpelên dîrokê 2 stran û helbesteke derbarê kurdan de” ya edîtorê serwîsa kurdî ya Ajansa Mezopotamyayê Kadrî Esen. Nûçegîhana JINNEWS’ê Sema Çaglak jî bi nûçeya “Lutfiye Gokkan ji bo me hem rêber hem mamoste hem jî dayik bû” hêjayî xelata juriya taybet dît.

Nûçeyên Tirkî 

Di beşa nûçeya tirkî de Candan Yildiz, Farûk Eren, Fatîh Polat, Tûgrûl Eryilmaz, Îbrahîm Varli û Huseyîn Aykol jurî bûn. Jurîyê Rojnameger Canan Coşkûn a “Walîtiyê got ‘Ji ber nefesê têrê nekir mir’ (Valilik ‘Nefes darlığından öldü) hêjayî xelata yekemîn dît. Nûçegîhana Ajansa Mezopotamya (MA) Dîren Yurtsever û Gokay Başçan jî hêjayî Xelata Juriyê ya Taybet dît. Dîren Yûrtsever bi nûçeya xwe ya bi sernavê “Fermandarê penaber avêtin deryayê ‘Destê xwe li wan ba kir û got ‘Oxir be’ xelata jûriyê ya nûçeya tirkî wergirt. Gokay Başcan jî bi nûçeya “Kesên zana yên ‘Taybet’ ên Projeya Hilweşînê (Yıkım projesinin ‘özel’ bilirkişileri)” xelata jûriyê ya taybet wergirt.

Nûçeyên Jinê 

Ceren Sozerî, Gulşen Koçuk, Bîrcan Degîrmencî, Elîf Akgul û Nevîn Cerav jî juriyên Nûçevaniya Jinê ya Gurbetellî Ersozê bûn. Juriyê di warê nûçevaniya jinê de xelat da nûçeya “Li Enqereyê ji 35 rêxistinên tenduristiyê tenê 7 kurtajê dikin (Ankara’da 35 sağlık kurumundan yalnızca 7’si kürtaj yapıyor)” a Oznûr Degerê. Medîne Mamedoglû û Derya Ren jî xelata juriyê ya taybet a nûçevaniya jinê wergirtin.

Karîkatur

Îmam Cîcî, Sefer Selvî, Ender Ozkahraman û Asli Alpar jî juriyên beşa karîkaturê bûn. Juriyê xelata yekemîniya da Musa Keklîk û Fahriye Çitakliyê. Saît Mûnzûr jî xelata juriyê ya taybet a karîkaturê wergirt.

Xelata Rûmetê 

Xelata Rûmetê ya Xelatên Rojnamevaniya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad jî îsal Malbata Şenyaşarê wergirt.

Xelata Wêneyan nehat dayîn 

Juriyên beşa Wêneyê Ramazan Ozturk, Ozcan Yaman, Alî Dagli, Refîk Tekîn û Çetîn Altûn jî biryar dan ku îsal wêneyekî liyaqî xelatê tune ye.