17 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamegerên ji doza helîkopterê gîrtî tehliye bûn

Nûçegihanên ku nûçeyên 2 hemwelatiyên ji helîkopterê hatibûn avêtin çêkiribûn, bi hinceta “endamtiya rêxistinê”  175 roj in di girtîgehê de ne. Doza rojnamegeran îro di saet 9:00’an de, li Dadgeha  5’an a Cezayê Giran a Wanê dest pê kir.

Danişîna ku heta 14:00’an domiya, piştî parastina rojnameger û parêzeran, dadgehê ji bo her çar rojnamegeran bi şertê kontrola edlî biryara tehliyeyê da û doz taloqî 2’yê tîrmehê kir.

Danişîna rojnamegeran bi tevlîbûna parêzer û 4 rojnamegerên dozê dişopînin dest pê kir. Malbat û kesên ku ji bo tevlîbûna danişînê hatin ji bo dozê bişopînin negirtin hundir. Telefon û kompîtirên rojnamegeran ji wan hatin standin.

‘Rojnamegerî tê darizandin’

Di danişînê de pêşî Adnan Bîlen parastina xwe kir û got: “Em rojnameger in û li vir di şexsê me de rojnamegeriya muxalif tê darizandin.” Li ser parastina Bîlen serokê dadgehê gotina wî birî û got: “Dev ji van gotinên xwe berde, her kes bi van dizane. Der heqê xwe de agahî bide.”

Bîlen diyar kir ku ew 20 sal in rojnamegeriyê dike û wiha got: “Di nav wêneyên min de, wêneyên ku min di Newroza 2015’an de kişandibûn dîtine. Tê gotin ku ev delîlên endamtiya rêxistinê ne. Li tu devera cîhanê de miameleyeke wiha tune ye. Em 6 meh in ku di girtîgehê de ne. Dawî li vê neheqiyê bînin.”

Rojnameger Nazan Sala di destpêka parastina xwe de destnîşan kir ku li vê dadgehê rojnamegerî tê darizandin û ev tişt anî ziman: “15 sal in ku ez rojnamegeriyê dikim. Di îdianameyê de tê gotin ku li mala min arşîva rojnameyê dîtinê û dibêjin ev sûc e. Li ser rojnameyên ku di arşîva min de dîtine tu qedexe tune ne û biryara topkirina wan nehatiye girtin.”

Piştî parastina Sala, rojnamegera JinNewsê Şehrîban Abî dest bi axaftinê kir û got: “Min di 2019’an de li JinNewê dest bi kar kir, min nûçeyên jin û zarokan çêdikirin. Ma ev mijarên nûçeyan sûc in? Her çiqas di îdianameyê de gotibin endama rêxistinê ye jî tu daneyeke ku vê îdiayê piştrast bike tune.”

Nûçegihanî ne sûc e

Ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) Cemîl Ugur bal kişand ser xebatên MA’yê û da zanîn ku ajansa wan li gor zagonên Tirkiyeyê hatiye avakirin û wiha got: “Di îdianameyê de tê gotin ku me tenê nûçeyên cîvakî çêkirine nûçeyên spor, xweza û magazînê çênekirine, ev rast nîne. Axaftinên ku bi telefonê hatine kirin û niha di dosyayê de ne, tev jî ji bo nûçeyan min in. Îro, ji ber ku min nûçeyên 2 welatiyên ji helîkopterê hatin avêtin çêkiriye, li vir im. Li gor darazê, di qanûna çapemeniyê de rojnameger xebatkarên fikrî ne. Ji bo vî karî hewceyî kartê çapemeniyê nîne. Min bi daneyên nexweşxaneyê, çavkaniyên ku bûne şahidên bûyerê nûçe çêkir. Ez sûcdariyan qebûl nakim, ji ber ku nûçegihanî ne sûc e.”

Zeynep Tûrgût a ku negirtî tê darizandin ji Cizîrê bi riya segbîsê tev li danişanê bû û parastina xwe wiha kir: “Piştî girtina 4 hevalên me, di derheqê min de biryara girtinê hat dayîn. Ez rojnameger im, îro kî li min bigere ez ê agahî bidim wan. Her roj bi hezaran jin li vî welatî tên kuştin û min jî li ser wan agahî daye Stêrk TV, ji bo çi ev sûc tê hesibandin.”

Li ser parastina rojnamegeran, parêzerên rojnamegeran diyar kirin ev dozeke siyasî ye û bi armancên cuda hatiye amadekirin. Ji ber ku muwekîlên wan nûçeya kesên ku ji helîkopterê hatine avêtin çêkirine pêrgî zext û çewisandinên siyasî tên. Parêzeran destnîşan kir ku di îdianameya dozgeriyê de tu delîl û palpiştên misoger tune ne û xwestin ku muwekîlên wan bên berdan.

Dadgehê ji bo her çar rojnamegeran bi şertê kontrola edlî biryara tehliyeyê da û doz taloqî 2’yê tîrmehê kir.