19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamevan Mûrat Kuseyrî koça dawî kir

Rojnamevan Mûrat Kuseyrî ku di serî de, di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), rojnameya Evrensel û rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka û di gelek medyaya muxalîf de dixebitî ji ber tûmora di mêjiyê wî de, li Stockholmê li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû, vê sibehê çû ser dilovaniya xwe.

Kuseyrî ku bi salan li Ewropa dijiya û rojeva welatê ku lê dijî ji nêz ve dişopand, beriya bi demeke kurt bêgav mabû ku xebatên xwe yên rojnamevaniyê bide sekinandin.

Rojnamevanê sosyalîst Kuseyrî bi salan xebateke bi dildarî kir. Li gorî nûçeya Evrenselê; Kuseyrî qewîtî kiriye ku merasîma cenaze neyê kirin û organên xwe bide.

Kuseyrî piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî ji doza TKDP’yê dihate darizandin û ji bêgavî derket derveyî welêt.