16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameya Îtalî li dijî qedexeya li ser PKK’ê  îlan da

Bangên ku ji bo derxistina PKK’ê ya ji ‘lîsteya rêxistinên terorîst’ derkeve her diçe zêdetir dibin. Di vê çarçoveyê de ji rojnameya Il Sole 24 ORE ya Îtalyayê re îlan hate dayin. Îlan bi sernavê “Kampanya Însiyatîfa Navneteweyî: Edalet ji bo kurdan û ‘serlêdana lezgîn ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewropayê” hate weşandin. Di metnê de wiha hate gotin, “Bi navê aştî, demokrasî û mafên mirovan em ji Konseya Yekîtiya Ewropayê dixwazin ku PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê yên qedexekirî derxîne.

Çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd şertê destpêkê yê aramî û demokrasiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Tirkiye û civaka kurd a berfireh tenê bi rêya danûstandinan dikarin xwe bigihînin vê çareseriya aştiyane. Di nava van danûstandinan de Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) jî di nav de divê alî hemû cih bigirin. Lê belê ragihandina PKK’ê weke rêxistina terorê astengiyeke li pêşiya aştiyê.

Ji bo PKK ji lîsteyê bê derxistin gelek sedemên pratîkî û qanûnî hene. PKK sala 2002’an li ser daxwaza Tirkiyeyê ku endamê NATO’yê ye li lîsteya rêxistinên terorê hate bicihkirin. Dadgeha Bilind a Yekîtiya Ewropayê, Dîwana Edaletê ya luksembûrgê sala 2018’an de biryar da ku PKK di navbera salên 2014-2017’an de bi neheqî li lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewropayê hatiye hiştin. Bi biryarê de her wiha işaret bi ‘banga aştiyê’ ya Abdullah Ocalan a sala 2013’an de hate kirin. Li dadgehên Belçîkayê jî dema ku pênaseya terorê hate kirin, sala 2020’î hate tespîtkirin ku PKK parçeyek ji şerekî çekdarî yê ne navneteweyî ye, lewma nabe ku weke rêxistina terorê bê pênasekirin.

Di lîsteyê de rewşa nû ya PKK’ê ya li Rojhilata Navîn li ber çavan nehate girtin; ne pêvajoya aştiyê ya demkî ya salên 2013-2015’an a navbera PKK/kurdan û hikumeta tirk, ne jî rola nû ya kurdan a li Rojhilata Navîn. Mînak; têkoşîna li dijî qaşo Dewleta Îslamî (DAÎŞ). Piştî ku DAÎŞ’ê sala 2014’an ‘xelîfetî’ ragihand û dest bi dagirkirina xakeke berfireha  li Iraq û Sûriyeyê kir, dewleta tirk alîkarî da DAÎŞ’ê ku êrişî herêmên kurdan bike. Di têkbirina DAÎŞ’ê û leşkerên ji bo pereyan şer dikin de rola PKK’ê diyarker e. Têkoşîna PKK’ê ya li dijî DAÎŞ’ê bi têrî hewldanên li dijî terorê yên li Iraq û Sûriyeyê hat. PKK’ê di parastin û rizgarkirina Mexmûr, Şengal, Kerkûk ên Iraqê û Kobanê û herêmên din ên Bakurê Sûriyeyê de bû alîkar. PKK’ê ji bo rizgarkirina bi deh hezaran Êzidiyên li çiyayê Şengalê di tebaxa 2014’an de ji ber DAÎŞ’ê asê man, korîdoreke mirovî vekir.

Di dîroka kurdan de tu tevgerê bi qasî PKK’ê nekarî bi milyonan kurdî ji bo mafê xwe yê diyarkirina çarenûsa xwe seferber bike. Eşkere ye ku PKK li nava Kurdên li Rojhilata Navîn û dîasporayê tevgereke xurt a girseyî ye. Li Rojhilata Navîn yê ku azadiya jinê weke dînamîka stratejîk a demokrasiya civakî teşwîq dike PKK ye.”

Di dawiya peyamê de ev bang hate kirin: “Ji bo aştî, demokrasî, azadî, aramî û doza mafên mirovan em bang dikin ku PKK tavilê ji ‘lîsteya rêxistinên terorê’ bê derxistin.”

Home 1