Yekşem, Nîsan 11, 2021

Rojnameya jinan; Newaya Jin

Rojnameya Newaya Jin ku mehê carek tê çapkirin, di qada rojnamegeriya jinên kurd de xwedî taybetmendiyek e.

Newaya Jin ku ji 4’ê Nîsana 2005’an ve bênavber li ser xeta azadiya jinan weşana xwe didomîne, di nav van salan de xwe gihand kurdên her dera cîhanê. Rojname li dijî hişmendiya baviksalar a li dijî jin, civak û xwezayê şer dike, xwedî helwest e.

Danasîn

Rojnameyê di kunyeya xwe de xwe wisa dide nasîn: “Ji qada taybet ber bi qada giştî ve, ji jiyana akademiyê ber bi kolanan ve, ji cîhana rojavayî ber bi çiyayên Kurdistanê ve, ji zarokan heta ciwanan, ji polîtîkayê heta mîzahê, ji dîrokê heta bûyerên rojane; rojnameya me qadên wekî aborî, ekolojî, jineolojî, tenduristî, siyaset, şer, koçberî, berxwedan û têkoşîna ku jinan eleqedar dike û di çapemeniya jinan de li gorî hişmendiya tiştên ku nayên dîtin derdixe holê, tevdigere.

Newa; li dijî medyaya mêran ku nasname û hebûna jinan tune dihesibîne û jinan wek malzemeya zêdebûna tîrajên xwe dibîne, têdikoşe û di alterantîfa çapemeniya azad de xwedî îdia ye.”

Naveroka dewlemend

Newaya Jin her meh bi mijarên cuda û naveroka dewlemend di serî de jinên kurd xîtabî hemû jinên cîhanê dike ku li dijî her cure tundî û desthilatdariyê li ber xwe didin.

Hejmara sala nû

Rojnameya Newaya Jin di hejmara xwe ya meha destpêkê ya 2021’ê de bi manşeta ‘Em ber bi şerê we ve diherikin’ derket. Rojnameya ku bi formata nû hatî amadekirin, li ser komkujiyên Parîs û Silopyayê disekine. Di vê hijmara nû de analîz, vegotin, gotarên bi şêwazên biyografiyê hene. Di rojnameyê de siyasetmedara kurd Gultan Kişanak li ser şertên zindanan ên piştî darbeya 12’ê Îlonê û rola Sakîne Cansiz sekiniye.

Di vê hejmarê de endama komîteya Rojava ya Jineolojiyê Hêja Zerya bi nivîsa li ser jineolojiyê cihê xwe girt.

Gulrux Hatemî di nivîsa xwe de balê dikişîne ser têgîna ‘Femînîcîde’, Nurhaq Gulbahar jî li ser raperîna gel a başûrê Kurdistanê disekine.

Di rojnameyê de çîroka jinan a Şîrîn Elemhulî heye ku 9’ê Gulana 2010’an ji hêla rejîma Îranê ve hat darvekirin û her wiha çîroka jiyana aktîvîsta femînîst a Hîndû Tarabaî Shînde jî di rojnameyê de cihê xwe digire.Ambargî Arhat Ba jî bi nivîseke bîranînê ya li ser Têkoşîna Amanoz (Ceylan Yaşar) di rojnameyê de cihê xwe digire.

spot_img