24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnivîska malbateke kurd

Bi sedan sal in kurd di bin zext û tundiya desthilatdaran de ne û bi qirkirinê re rû bi rû ne. Bi taybetî jî di 40-50 salên dawî de her cureyên rêbazên qirkirinê li ser kurdan hatiye meşandin û hê jî tê meşandin. Ev qirkirin ne tenê ji aliyê fizîkî ve ji aliyê derûnî, çandî û hwd. ve pêk hatin û tên.
Mînaka herî şênber û ber bi çav jî girtîgeh in. Girtîgeh di rewşa heyî de bûne qada tolgirtinê. Îro bi hezaran kurd ji ber ku mafê xwe yên bingehîn dixwazin di nav çar diwaran de tên dîlgirtin.

Bi taybetî di 20 salên dawî de herî zêde dayikên kurd tevî temenên xwe yên mezin bi tundiya dewletê re rû bi rû man û dimînin. Besra Erol a mûşî jî yek ji van dayikan e. Kurê Besrayê Mucahît Erol (Evrîm Denîz) di 20’ê Tîrmeha 2015’an de dema xwest ji zarokên Kobanê re pêlîstokan bibe di komkujiya Pirsûsê de hat qetilkirin. Besrayê di cenazeyê kurê xwe de wiha bang li Emîne Erdogan kiribû: “Di nav aw qas kuştinan de hûn çawa dikarin bijîn. Hûn dibêjin em misilman in. Lê kesên xwedî wijdan misilman in…” û di berdewama axaftina xwe de xwest ku dayik piştgiriyê bidin hev û wiha got: “Dayikên polis, leşker û gerîlayan werin, em dikarin bi hev re aştiyê bînin.”

Ji heman malbatê 5 kes girtin

Piştî axaftinên Besrayê ya ku li ser tabûta (darbest) kûrê xwe kir, bi îdeaya ku endama rêxistinê ye 7 sal û nîv cezayê girtîgehê lê hat birîn. Dema Besra Erol di nîsana 2019’an de birin girtîgehê kurekî wê di qawişa kêleka wê de yek jê jî li Girtîgeha Şakranê di greva birçîbûnê de bû.
Ji sala 2003’yan heta niha zext û tundiya dewletê li ser malbata Erol a mûşî didome. Di nav 18 salan de bi dehan car polîs bi ser mala malbata Erol de girtine û bi hincetên vala ferdên malbatê Mehmet, Aram, Mesût, Fûat û dayika wan Besra Erol girtine.

Li berastenga jî doz hatiye vekirin

Tundiya dewletê ya li ser malbata Erol ji ber ku malbat welatparêz e didome. Endamên malbatê diyar dikin ku ev zextên li ser malbatê di sala 2003’yan de bi çûn û hatina partiya HADEP’ê destpêkir û heta niha jî didome. Malbata Erol ji 10 ferdî pêk tê. Heta niha 5 kes ji malbatê hatine girtin, ferdên malbatê yên din jî her çiqas nehatibin girtin jî her yek ji wan bi dehan car hatine binçavkirin û hem tundiya fizîkî hem jî ya derûnî li wan hatiye kirin.
Di malbata Erol de 2 xweşkên berasteng hene ku ne deng diçe wan ne jî dikarin biaxivin. Lê dozgerê Mûşê bi îdeaya ku dirûşm ji aliyê Hafîze Erol a berasteng ve hatine avêtin doz lê vekirin. Piştî bertekên malbatê doza li ser Hafîze Erol hat betalkirin.

Bê îfade hatin cezakirin

Yek ji endamên malbatê yê ku hatiye girtin jî Fûat Erol e. Erolê ku geh hatiye girtin geh hatiye berdan tevahî 13 sal di girtîgehê de maye û hê jî girtî ye. Erol 3 caran bi îdeaya endamtiyê hatiye darizandin û ceza lê hatiye birîn. Erol di daneşînên xwe yên dawî de ji ber ku xwestibû parastina xwe bi kurdî bike tundî lê hatibû kirin û bêparastin 7 sal û nîv ceza lê hat birîn. Dema tundî lê hat kirin dayika wî Besra Erol jî di danaşînê de bû û bi kurdî bertek nîşanî kiryarên li mehkemê da. Heyeta ku bêparastin ceza li Fûat birî Besrayê jî pêpar nehêşt 10 meh cezayê girtîgehê lê birî. Di malbatê de cezayê bêparastin ne tenê li Fûat, her wiha li Aram Erol jî hatibû birîn û ji ber vî cezayî Aram 7 sal û nîv di girtîgehê de ma.
Mînaka doza ku li Hafîze hat vekirin, cezayên ku bêparastin hatine dayîn û cezayên ku ji ber xwe parastina bi zimanê kurdî rewşa tundiya li ser malbata Erol radixe ber çavan.
Her çiqas bê gotin ku Besra Erol bi hinceta endamtiyê hatiye girtin jî tê zanîn ku ew ji ber axaftina xwe ya li ser tabûta kurê xwe û ji ber sekna zarokên xwe hatiye girtin. Ew gotinên ku ‘Te van zarokan xwedî kiriye ma em vêya ji te re dihêlin?’ sedema girtina wê derdixe holê.

Nexweşiyên wan zêde ne

Gelek nexweşînên Fûat û Besra yên girtî hene. Besra Erol ji pişta xwe emeliyat bûye, mîda wê hatiye jêkirin, di çokên wê de av nemaye, mîgrena giran û xizoka (astim) wê heye. Niha ew û hevaleke xwe tenê li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê dimînin. Rewşa wê her diçe xirabtir dibe.
Her wiha tenduristiya Fûat Erol jî nebaş e, pêdiviya wî bi tedawiyê heye. Fûat Erol ji roviyên xwe pir diêşe lê nayê dermankirin. Ew ji pençeşêra kolonê ditirse lê tedawiya wî nayê kirin. Ji xeynî wî di pozê xwe de emeliyat bûye lê hê jî nikare xweş bêhnê bigire. Hestiyên wî dihelin û pê re nexweşîna dil jî peyda bûye. Niha ew jî li Girtîgeha Tîpa T ya Xelatê ye.

‘Em aştiyê dixwazin’

2 kurên Besrayê ji ber zextên dewletê çûne Ewropayê. 2 keçikên wê yên berasteng jê dûr in û kurekî wê li Pirsûsê şehîd ketiye. Niha hem ew hem jî kurekî wê tevî ku nexweş in di girtîgehê de ne. Lê tevî aw qas tundî û zehmetiyan Besra Erol tim gotina xwe ya ‘Ez dayika Evrim Denîz im. Em dizanin ku em di rêya rast de ne. Eniya me vekirî serê me bilind e, em aştiyê dixwazin’ dûbare dike.