19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Romana Hisên Kemal a bi navê “Term” derket

Romana Hisên Kemal a bi navê “Term” ji nav weşanên Wardozê derket.  Hisên Kemal di 1963’an de li Rihayê ye hatiye dinê. Kemal bavê 6 zarokan e û Term romana wî ya ewil e.

Wisa dixuyê ku Term dê bi ziman, honak û mijara xwe,  di nava romanên kurdî da bibe xwedî cihekî taybet. Mijarên jiyana civakî ya kurdan, nakokî û serêşiyên li gund û bajaran di romanê de bûne dabaşa vegêrranê. Roman ji hêla qebareyê ve têra xwe mezin e û ji 440 rûpelan pêk tê. Bahoz Baran û Mem Mukrîyanî edîtorîya wê kirine. Bergê pirtûkê navê wê “Sînor” e û şêwekarê wê “Rêdî Seîd” e.

Weşanxaneya Wardozê piştî romana Sadiq Ûskan a bi navê Şampaz romana xwe ya duyem çap kir. Şampaz hem ji hêla naverokê ve hem ji hêla afrîneriya lehengan ve ji aliyê xwendevanan ve wekî yek ji romanên kurdî yên serkeftî hatibû hesibandin. Her wiha edîtorên berhemê romanên xwe baş dixwînin û bi redaksiyoneke têkûz pêşkêşî xwendevanên xwe dikin.

Ji romanê:

“Hêsir bi çavan ketibûn. Li kevirên gora Xensê dinêrî, lê tu deng bi keviran nediket, “Îro dinya li serê min teng bûye! Îro erd û axa Xwedê kin bûye, biçûk bûye li ber min. Digerim, dizivirim, doş dibim, dereka ez pê ve biçim nabînim. Ji hêlekê ve Awzer û Fatê bi pêsîra min digirin, ji hêlekê ve gotin û çîrok û kilamên we bi ber stûyê min digirin! Ez nizanim çi bikim, bi ku da biçim!”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê