spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Romana kurdî tune ye!

Vê hefteyê jî dîsa berê me li Rojavayê dil bû. Me xwest ku em nivîskarekî din bikin mêvanê we hêjayan da ku hûn ji nêz ve wî nas bikin. Ez behsa nivîskar Taha Xelîl dikim ku di rêwîtiya wî ya nivîs û wêjeyê de gelek bîr, bawerî û nêrînên cuda di tûrikê wî de hatine ser hev. Me ev hevpeyvîn, bi helbestvan, nivîskar û rojnameger Taha Xelîl re li ser nivîs û wêjeya kurdî kir.

Di di destpêka salên 90’î û çend salên beriya wê de, tevî hemû qedexeyan tevgereke mezin a çandî hebû, bi taybetî li Heleb û Şamê. Wê gavê meyla te jî li ser erebî bû, tu dikarî hinekî behsa wê demê bikî?

Di wan deman de, tu çavkaniyên kurdî ku em weke nivîskar jê têr bibin tune bûn û çend pirtûkên li vir û wir nikarîbûn bala me bikişînin ser xwe lê bi erebî her û her gelek bûn. Em jî li wan bajaran di nav tevgereke wêjeyî ya erebî de bûn û me xwe tê de didît. Ne tenê wilo alav û derfetên belavkirin û weşanê jî hebûn û dema me bi zimanê erebî jî nivîsand, me ji gelek nivîskarên ereb kûrtir û bi watetir dinîvisand. Me jî hêdî hêdî xwe di wê riyê de dît û em pê de çûn. Ji aliyekî din ve nivîsandina me ya bi zimanê erebî carinan ji bo me wekî azmûneke wêjeyî bû.

Gelek kurd hîna jî bi zimanê erebî berhemên xwe dinivîsin. Sedema vê yeke çi ye û gelo ew berhem dibin malê kurdan an jî malê zimanê ku pê tê nivîsandin?

Ev mesele dûvedirêj û bi nakok e. Bi rastî ne tenê li cem me, li gelek welatên bindest û dagirkirî ev mijar cihê guftûgoyan bû, mîna welatê Cezayir û Mexrib. Wan jî ev pirs dikir lê li gorî min mesele ne tenê ziman, nasnameya nivîskar a wêjeyê dide nasîn. Wekî mînak, hin kes bi zimanê kurdî dinivîsin lê ez wan wekî nivîskarên kurd nabînim, ji ber weke turîstekî li tiştan dinêrin û dinirxînin, tenê derve dibînin û pesnê tiştên dîtine dide. Hinek din hene, bi zimanê biyanî dinivîsin lê ruh û can û hundir û mijar tev kurdî ye. Ez ê çawa bêjim ev berhem ne kurdî ye? Li ba min wek mînak jî ez ê tiştekî din bînim ziman: Selîm Berekat û Yaşar Kemal her du ne bi zimanê xwe dinivîsînin lê wêjeya Selîm kurdî ye lê ya Yaşar na. Ji ber mesela ku min berî niha got, mesele ew e ku tu bi çi çav û dilî dinêrî û dinivîsî.

Ez li berhemên Yilmaz Guney jî wiha dinêrim û dibêjim ew kurd e. Ez wilo li meselê dinêrim, tevî ku roja me ya îro ew mesele bêtir siyasî ye.

Ereb dibêjin xwediyê heft karan bê kar in. Taha jî hem şêwekar e, hem helbestvan, hem rojnameger û pêşkêşvan e û hem jî romannivîs. Tu bêtir xwe li ku dibînî û ev rengînî û dewlemediyek e yan jî belavbûnek e?

Ez ne xwediyê heft karî me heyran. Rojnameger û nivîskar karek in, ez ne tembûrvan û ne jî hostayê mîkanîkê yê traktorê me. Henek li aliyekî, bi baweriya min di demeke nêzîk de, wê helbest bibin pêkenok. Jixwe di nav kurdan de her wilo ye. Dema helbestên gelek kesan, weke helbestvanên kurd ên tên nasîn, dibînim kenê min bi wan tê û dilê min bi wan dişewite. Dixuyê ku ji betalî bûne helbestvan.

Bi baweriya min berê me li romanê ye di sedsala bîst û yekê de. Helbest û metlok nema dikarin henekê xwe bi kul û derdê xelkê bikin. Li gorî min ew nema dikarin bibin bersiv ji bo van êşan.

Rewşa çand û wêjeya kurdî piştî destkeftiyên kurdan ên li Rojava û avakirina sazî û dezgehên kurdan çawa ye, çi guhertin çêbûne?

Li rojavayê Kurdistanê şoreşeke siyasî û heta radeyekê civakî pêk hatiye lê di aliyê wêje û hunerê de hîn ew pêk nehatiye, wekî berê ye, wekî ku dibêjin heman tas û heman hemam e. Rast e, zimanê kurdî li Rojava tê bikaranîn û li dibistan û zanîngehan tê fêrkirin lê îdeolojiya siyasî tenê bi aliyekî rastiyê dibîne û hîn parol û silogan û çepik ji wan re lazim in. Loma jî di van deh salan de tu nivîskar û helbestvan me nedîtin. Tenê çend kesên ku xwe li ber tava heyvê li erdê dixin û gotinên qelew di bin navê helbestê de dibêjin hene. Mixabin ku niha tiştê serdest û berbiçav ew e ku van kesan didin pêş, ji bo çepik û lîlandinê tînin. Li gorî baweriya min ez vê yekê zelal bêjim ku wêjeya xwe bispêre xwîna şehîd û qehremanan da ku bigihê astekê, ew ne wêje ye lê ew tiştekî pûç û pêkenok e. Ew mesele gelek dilê mirov diêşîne û bi rastî jî ew pirsgirêkeke biêş û jan e.

Beriya çend salan di hevpeyvîneke xwe de, te gotibû romana kurdî tune ye. Niha ew fikra te hatiye guhertin an jî bi giştî tu romana kurdî çawa dinirxînî?

Dîsa dibêjim romana kurdî tune ye lê çend romanên kurdî hene. Em dikarin bêjin helbesta kurdî heye, sitranên kurdî hene, siyasetmedarên kurd hene lê romana kurdî tune ye.

Niha hin nivîskar hene lê dem ji wan re divê da ku bikaribin nasnameyekê bidin vê beşê. Lê hinek kes hene ku dema kurd wan wekî romannivîs bibînin jixwe ew tofana kurdan e, ma ez ê çi bêjim! Di baweriya min de niha dem hatiye ku em dest bi romana kurdî bikin.

Roman an jî nivîsa romanê girêdayî pêşketina civakê ye, yanî civakeke wekî civaka kurd ku hîn jiyaneke bindest û feodal dijî. Lewre jî bêtir helbest dikare cihê xwe di vê civakê de bibîne, lê roman rewşeke cuda jê re divê, rewşeke pêşketina civakî jê re lazim e.

Ji aliyekî din ve, di aliyê wêjeya kurdî de bi rastî kesên me yên afîner kêm in. Belkî hin kes hebin lê yên hatine naskirin ne bi wêjeya xwe lê bêtir bi rêya rêxistin û partiyan derketine holê. Rêxistinên siyasî wan ji xwe re bi kar tînin, ew jî rêxistinan ji xwe re bi kar tînin. Her yek ji wan karê xwe bi yê din dimeşîne. Her du alî jî ji ber nikarin xwe bigihînin civakê, hev du wekî pirekê bi kar tînin da ku xwe bigihînin civakê. Meseleya romanê çandeke kûr jê re divê, divê em derewan li xwe nekin, em henekê xwe bi hev nekin. Gelo kê ji xwe baş li dîroka xwe vegeriyaye û têr şîrove kiriye? Heta em dikaribin xwe bispêrin wê û ji wê dîrokê hêz bigirin û romanê binivîsin.

Niha tiştên tê nivîsandin, bi piranî em teqlîda ereb, faris, tirk an jî Amerîka Latîn dikin. Di demekê de van welatan bixwe jî teqlîda kesên din kir. Lewre jî em dibin kopyayek ji kopyaya kopyayan!

Her wiha bi rastî hinek roman hatin weşandin lê teqez ez nikarim bêjim ku ev romana kurdî ye. Lê mirov nikare ji bo van tiştên ku hatine nivîsandin bêje ku romana kurdî rengê xwe standiye û mirov dikare destnîşan bike ku ev romana kurdî ye. Ew şiklê romanê hîn tune ye. Lê ev tiştên ku em navê romanê lê dikin li gorî min em xwe jî dixapînin û xelkê jî pê dixapînin.

Ji bilî helbestên kurdî û erebî tu amadekariya romanekê jî dikî tu dikarî hinekî behsa wê projeya xwe bikî?

Ev çend sal in min romanek nivîsiye bi navê “Pêvedana Berfê” ev çend sal in hîn derneketiye ez difikirim ku niha dema wê ye.

Roman li ser Rojava û Sûriya salên 80’yî ye û guhertinên dîrok û mirovan piştî hatina tevgera azadiya Kurdistanê û guhertinên ku bi xwe re anîn. Hezkirin, tirs, wêrekî, girî û ken hemû di vê romanê de hene. Ez li hêviyê me ku piştî çend mehan li Tûnisê bê weşandin.

Taha Xelîl kî ye?

Rojnameger û helbestvan Taha Xelîl di sala 1963’yan de li bajarê Qamişloyê hatiye dinyayê. Li zanîngeha Şamê beşa ziman û wêjeya erebî xwendiye. Heta niha 5 pirtûkên wî yên helbestan hatine weşandin. Romaneke wî bi almanî hatiye weşandin. Her wiha ew şêwekar e û bi tabloyên xwe tev li gelek pêşengehên li Qamişlo, Beyrût, Swîsre û Tûnisê bûye. Endamê Yekitiya Nivîskarên Swîsre û endamê rûmetê yê Nivîskarên Awusturyayê ye.

Hevpeyvîn: Rizoyê Xerzî