24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Romana ‘sor’ û ‘mor’ û hêvî

Yaşar Eroglu

Weke gelek qadên gotar û nivîsara kurdî romana kurdî jî di qonaxeke girîng re derbas dibe. Pir berhem weke roman tên weşadin, derdikevin qada weşanê. Romanên bi kurdî derketine pêş me, gihîştine hejmareke bilind. Ji bilî naverok û pirsgirêkên aliyê wêjeyî, bi serê xwe tenê ev hêviyeke mezin e ji bo ziman û wêjeya kurdî.

Di sala 2018’an de, bi navê Stranên Sor Niviştên Mor romaneke Rênas Jiyan hatiye weşandin. Ji 220 rûpelan pêk tê û ji weşanên Belkiyê derketiye. Ew jî yek roman e ji romanên salên dawî derketine. Li gorî min romana Stranên Sor Niviştên Mor a Rênas Jiyan hêjayî nirxandinê ye û dereng jî maye. Min roman xwend û ez ê nirxandinekê li ser bikim.

Rênas Jiyan teknîkeke nivîsandinê ya nû ceribandiye. Li gorî vê teknîkê armanca nivîsa xwe serkeftî gihandiye encamê. Nivîskar di romanê de sê rêbaz bi kar anîne. Beşek weke parçeyên niviştê, yek weke kes/ên li dû niviştê digerin, beşek jî ji rojnivîsk û êşa xwendekarekî ku ji mirina eta (abla) xwe aciziya wijdanê dikişîne pêk tê.

Serê pêşîn ez rexneyên xwe derpêş bikim. Bi min nivîskar çend beşên di serê romanê de bi xwe yekser ketiye nav mijaran û bi nirxandinên zêde mudaxaleyî romanê kiriye. Eger nirxandinên xwe, ne bi devê xwe, bi awayekî din pêşkêş bikira û li romanê bida xwarin wê baştir bûya. Lê dema ku niviştger ango Bêrîvan li xwe vedigere ev mudaxele kêmtir dibin û vegotina romanê baştir diherike. A din ji bo navê berhemê pirsek di serê min de bêbersiv ma. Min di romanê de gelek nivişt û niviştgerên ‘mor’ dîtin. Her wiha gelek gotinên sor jî lê ez rastî stranên ‘sor’ nehatim. Gelo stran çawa sor bûn û navên xwe çawa dan pirtûkê weke pirs di serê min de ma û li gel bikaranîna zimanekî dewlemend hinekî zêde herêmî maye û xeta yan jî tercîhên şaş ên redaksiyonê pir in.

Kengî min dest bi romanê kir û pê de çûm, di serî de bi min xerîb hat ku ji ber çi mijarên bi hev re bêeleqe hatine bicihkirin. De min got belkî nivîskar ji bo kêmasiya rûpelan telafî bike, romanê ji kurteromanê xilas bike ev rê ceribandiye. Lê gava min qedand, min bikaranîna hunereke serkeftî dît. Binêrin ku hûn bixwazin avahiyeke çav û dilkêş çêkin, eger hûn bingeha wê qewî daneynin dema serban xilas bû, dibe ku bi ser we de tep bibe û hûn di bin de bimînin. Bi rastî serê pêşîn min ev xetere dît ku romaneke baş bi vî awayî kêm bimîne. Lê na, huner tiştekî wisa ye ku tu ji kevirekî xilîxar peykerekî pir bedew derxî û ew peyker derketiye jî.

Rênas Jiyan mijarên gelek kompleks wisa baş honandine ku bi riya lehengên xwe mijar gihandine hev, bi çakûç, miqar, bîj, rende û vernîkê hostatiyeke bikêrhatî derxistiye; ji tirşî, zebeş û hêkan ango gelek hêmayên ku nayên cem hev, di metbexeke xizan de xwarineke gelek biçêj çêkiriye. Ya pir binirx jî ev e, heta çend rûpelên dawiyê jî mirov fikar dike ku ev romana mijar jihevdûr wê çawa bi ser hev de bê û biqede. Heta dawiyê we bi xwe re dikişîne, bi meraq dawiyê pê re digihîne. Dîtina vê rêbazê bi serê xwe merîfeteke mezin e. Ji bilî pêciriyê (qabiliyet) gelek serêşandin û lêhûrbûnê jî dixwaze. Honaksaziya romanê derdikeve lûtkeyê. Ji bo romana kurd-kurdî serkeftin û qonaxeke gelek grîng e.

Zimanê romanê serkeftî ye. Zimanekî nerm, herikbar xwe ji rijîbûnê dûr xistiye. Biwêj û gotinên pêşiyan, metelok, meselok û hwd ruhê ziman in. Ji ber ku ziman ne tenê ji hevok û peyvan pêk tê. Nivîskar xwestiye her mijar heta paragrafa wî baş bê fêmkirin, hêma û wêneyên xweş di serê xwînerên romanê de çêbibin gelek biwêj, gotinên pêşiyan û dewlemendiyên din ên zimên bi kar anîne. Bikaranîneke taybet jî heye ku hin peyvan li ser kaxiz dide reqisandin, di dorhêla pênûsa xwe de seqayeke xweş pêk tîne. Mirov ji zimanê xwe hez dike, hêz digire, pê kêfxweş dibe.

Felsefe, mantiq, raman û peyam hene. Em ji romanê pê dizanin ku fikreke nivîskêr bixwe heye û di romanê de xuya ye. Jixwe dixwaze, di jiyana ku wî aniye ziman de, ew fikra bi riya hunerê ji nû ve bê afirandin. Lê mebesta min ne ew e, gava tu rûpelên romanê vedikî yan digirî ew xweserî di giştiya romanê de li rûyê te dixe, xwe dide hesandin. Ev taybetiya nivîskêr bi xwe ye. Peyamên ji bo ax, welat, ziman, jin, şervan, bawerî, xerîbî û biyanîbûna ji xwe, vegera li xwe, dijkurdîtî û gelekên din helbet ên me giştan in lê di romanê de li gel wê rastiyê ew aîdî wî bixwe ne; rengê xwe, dengê xwe û karakterê xwe lê aniye. Bi vê taybetiyê Bêrivanê, Azad, Xoce Xelef, Dayika Emîneyê bi me dide hezkirin, diya Bêrîvanê Gulnazê, xalê wê, dide ber kerba me, Tolga, Fûnda dibin dijberên me, heyfa me bi Şemsayê û evîna wê tê. Dawiya dawî mexdûriya êzidiyan bi pejneke nixumandî radixe ber çavan, rûmetê nîşan didê.

Vegotina ji devê jinekê bi devê mêrekî pir zehmet e. Helbet jinek dikare rastir vê yekê bîne ziman lê dê û xwîşkên me jî hene ku em kêm-zêde çav û guhnasê jiyana jinan e. Weke nivîskarekî mêr Rênas Jiyan heqê vê derûniyê jî dayê, bi ser ketiye.

Roman pêşî meraqa mirov radike ser pê, paşê dikişîne nav xwe; pirs û pirsgirêkan çêdike, piştre xwe digihîne dil û mêjiyê mirov; meraq, nefret, kîn, hestewarî, fikar, kelecan, xwezî, liberxweketin, coş, rik-hêrs û hwd digihîne cihê ku nivîskar hêlîna wan bi vegotina xwe amade kiriye. Erdnîgarî, hest, êş, serpêhatî, mirov, gotin, kirin, dert, keser, kul, hêvî û hwd ên me ne, nas in. Êdî seranser jiyana me ev e. Em tenê xwe di romanê de nabînin, em ji gundîtiya xwe derdikevin, bi riya romanê digihîjine deriyê li pêş me vebûye ku êdî bi hunerê hatiye neqişkirin. Ferqa wê ji roman û jiyana asayî ev e; ya pêşîn xaliya binexş a ji destê jinên tevndar, a din jî mîna kulavê gundan e. Yanî Rênas Jiyan dipeyitîne ku nivîskarekî kurd bi jiyana civaka xwe, bi riya afirênderî û hunera xwe dikare têkeve riya wêjeya cîhanê. Ev xeyal nîn e.

Ev jiyana me ye. Divê em bi ziman û awayê cur bi cur vegotinên vê jiyanê bixin nav manewiyat, çand, ruhiyat, mêjiyê xwe yê nivîskî û bi hunereke dilkêş bixemilînin, binexşînin, bibiriqînin. Bawer bikin em ê bikaribin. Tenê em dilê xwe bi hêmayên ji derveyî xwe re nebijînin. Em cinsiyeta ferîşteyan, xeyb û xeyalên xwe yên çilqijî zêdetir divê bi zimanê hunerê rastiya civaka xwe binivîsînin.

Di mêjiyê gelek kesan de têdemayîneke (obses) wiha heye, “yaho êş, keser, mirin û mayîn heta ku? Ji ber çi em xwe bistrên, xwe bixwin? Divê em ji sînorê xwe derbas bibin, bigihîjin wêjeya dinyayê.”

Jixwe gelekên wan qet rastiya xwe nenivîsîne weke nivîsîne xwe nîşan didin. Lê divê bê zanîn ku riya derbasbûna ji sînorên xwe ber bi wêjeya dinyayê ji berderê me re derbas dibe. Dinya ji mirovan dipirse, ‘bi qasî milyonan telebayt êş, keser, dram, karesat, evîn û serpêhatiyên te hene, te ew nivîsîn ku derbasî xeyal û honakên min dibî? Serê pêşîn ber deriyê xwe paqij bike, paşê’. Divê berê em bi xwebûna xwe herin li deriyê dinyayê bixin. Lê bi gotin û zimanê hunerê…

Lê binêrin, Dostoyevskî, Tolstoy, Hûgo, Şolohov, Gorkî, Dîkinson, Zweîg, Eco, Serwantes, Kafka, Kundera û bi dehan nivîskar bi jiyana welatên xwe, mijarên nas bûne klasîk. Rastî ev e, ji bilî vê çîrokên xeyalperest in. Ha eger em bêjin wêjeya post modern û kaos jî wêjeya cîhanê ye, dev ji klasîkan berdin. Wêga jî problem ne di wê derê de ye, problem di me de û mêjiyê me de ye. Em ne mecbûr in ku kaos û tazyîqa teşeya jiyana post-modern a ku li ser welatên paşmayî ferz û werdikin re bêjin wêjeya cîhanê. Kî wisa lê binêre xwe dixapîne. Yên ku wisa difikirin dikarin bidin dû xeyal û dilbijînên xwe, bila rastî ji me re bimînin.

Em kêfxweş in ku yên mîna Rênas Jiyan û yên din hene, di nav bostan û rezên me de berhemên hêja dimeyînin. Bi qasî xwarina wan berheman, baxçe û baxvaniya her kurdekî jî ji bo wî bax û bostanî kêfxweşî ye.

Ji bo romana kurdî Rênas Jiyan hêviyeke xurt e. Ked û berhemên hêja û birûmet tên silavkirin. Ez jî keda wî silav dikim, dibêjim saet xweş. Dest û tiliyên te ter bin Rênas Jiyan.