Rojnameya Heftane

Romanên bextewar tune ne

Bi qasî ez dibînim tevgerên diqewimin, zimanê me tune dikin. Ji hêlekê ve hişmendîya tirkî ji hêlekê ve soranîkirin û herêmîkirin, rojbiroj zimên şeht dikin. Ji dêvla em bîst wergerên ne baş bikin, wergereke baş bikin ne çêtir e? 

Xecê Daşxin

Em bi nivîskar û helbestvan Nûdem Hezex re li ser edebiyata kurdî û romana wî ya dawî ‘Spîroj’ê avixîn. Hezex têkildarî edebiyat û zimanê kurdî, agahiyên girîng dan.

Ez bi gotina te dest bi pirsa xwe bikim, “Kitêb ji bo fêmkirinê yan ji bo hîskirinê tên xwendin? ” Tiştê em dizanin, derdekî nivîskaran heye û dixwazin bên fêmkirin.  Çi ye meseleya fêm û hîsê?

Hin kitêb ji bo fêmkirinê, hin kitêb jî ji bo hestkirinê ne. Mînak; kitêbên dersan, dîrokê,  lêkolînîyê, ansîklopedî û ên rêzimên ji bo fêmkirinê ne; lê roman, helbest û hwd. bi ji bo hestkirinê ne. Hestkirin, dikare tiştan bi mirov bide fêmkirin; lê fêmkirin, nikare tiştan bi mirov bide hestkirin.

- Advertisement -

Em li têkilîyên edebîyat û sînemayê binêrin, em ê hê baştir karibin mijarê fêm bikin. Ka em bipirsin, çima filmên romanan hene; lê romanên filman nînin? Eger em li ferqa di navbera xwendina romaneke Dostoyevsky  û temaşekirina filmeke romaneke Dostoyevsky binêrin, em ê hê baştir bersiva pirsa “roman çi ye?” bidin. Li sînemayê, operayê, muzîkê û şanoyê jî ziman heye lê ziman li wan qadan ne bi tenê ye, gelek tiştên dî jî bi wan re hene. Li  edebîyatê bi tenê ziman heye, ji zimên pê ve tişteke dî nîne. Loma li edebîyatê tişta herî muhîm ziman e. Ji çîrokê û tevnê muhîmtir e. Mirov dikare dîtbarîyan, xwîyangan, dîmenan resim û fotografan binivîse lêbelê hêmayên hin nivîsaran (helbest an roman) nakeve çerçoveyan, nayên risimandin, nabin dîtbarî, xwîyang an dîmen.

Gava mirov wergera berhemekê ya ji alîyê du kesan ve hatî kirin bixwîne baştir fêm dike ziman çi qasî muhîm e. Mixabin hin kes romanê bi tenê “vegotina çîrokekê ya kronolojîk” dihesibînin û weke senaryoya filmekê li romanan dinêrin. Ma pêkan e filmên romanan, bi qasî romanan serkeftî bin.

Gava romana te ya xelatgirtî – Bîr- derket gelek niqaş çêbûn. Hin kesan got, “di romanê de bûyer tune ye, nayê fêmkirin” hin kesan jî gelekî pesnê Bîrê da. Piştî Bîrê, di romana te ya nû de motîvasyona nivîsandina te çi bû?

Li BÎR’ê ji hêla teknîkî û zimanî ve gelek ceribandin hebûn. Ceribandina herî zor û zehmet nixumandina “çîroka esasî” bû. Nivîskar, bi piranî “çîroka esasî ” derdixin pêş; lê li BÎR’ê rewş vajî bû, “çîroka esasî” hatîbû nixumandin. Belê “çîroka esasî” nixumî bû û ji afirînerîya xwende re qadeke fireh hiştibû.  Xwendeyê jîr, lehenga romanê ya esasî LA’yê  bi afirînerîya xwe kifş dikin û dikevin pey aşopîyên wê, aşopîyên wê eşqa nehatî vegotin û vê pirsê dike: “Jineke tirk çima fêrî kurdî bibe û zimanê bavê kesekî, fêrî kesekî bike?”

Teybetmendîya BÎR’ê a herî darîçav ew bû: Xwende “ehmeq” nehatibû hesibandin. Xwende “bi aqil” “afirîner” hatibû hesibandin. Jixwe û loma xwendeyên aktîf, afirîner û xeyalperest ji BÎR’ê gelekî hez kirin. Di romana nû – SPÎROJÊ- de jî çîroka esasî ne li pêş e, li pişt perdeyekê ye. Dîsa leheng tev “kesên ji rêzê” ne. Dîsa bûyer û mijar ji heyata “zindî” ne; realîst in û dîsa ziman, zimanê bi ekolojîya xwe ye. Di romana SPÎROJÊ de, ji hêla bikaranîna zimên ve -zimanê em dixwazin bibe zimanê civakî- zêdetir hatîye darîçavkirin û raxistin. Mînak; ji bo hevoksazîyeke zelaltir a têr bi xal û bend û bi hişmenda kurdî xebateke teybet hatîye kirin.

Motîvasyona min vê carê baştir bû ji BÎR’ê. Çikû min bi romana BÎR’ê dît; nivîskar, çapemenî û weşanxaneyên kurdî qîmetê nedin “tiştên nû” jî, qismekî xwendeyan qîmetê didin tişten nû, tiştên cihê. Na, na, ti caran weke lîstikvanê fitbolê yên ji bo refleksên trîbûnê dilîzin naxwazim tev bigerim. Qet neyêm fêmkirin jî li gorî xwe dimeşim, israr dikim.

Bi zimên mirov dikare bimeşe, bibeze, raweste; lêbelê dikare akrobasîyan jî bike. Dibe mirov nikaribe “tişteke nû” bibêje; lê mirov dikare bi “şêwazeke nû” tişteke kevin jî nû bike, bi teşeyeke nû vebêje. Her çi qasî hewce be nivîskar bi “zimanê civakî” binivîse jî divêtî ye ew “zimanê xwe” biafirîne û hin teybetmendîyan li “zimanê xwe” bar bike. Gringîya  xwebûnê gelekî zêde ye ji bo min, sirf ji bo mirov ji min hez bikin tavîzan nadim ji vê tevgera xwe. Ne şaş bim C. Şehabedîn gotibû, “Kesê  tiştekî nede xwendeyan ne nivîskar in, ew katib in.” Helbet ez naxwazim bibim katib.

 Tiştê min dîtî; tu di berhemên xwe de ji peyv û rûpelan teseruf dikî, gelo ez bibêjim îdiayeke te heye tu dibêjî “kurt û kupkurmancî jî” edebîyat mimkûn e?

Şert û mercên jiyana îro ne yên berê ne. Loma hunera îro konsantre ye. Çîrok mînîmal in, helbest kin in. Jixwe wextê mirovan nîne bi taswîrên xemilandî û şemilandî yên bêwate  wextê xwe serf bikin. Di vê romana nû de jî min nexwest rûpelên wê zêde bin. Belê,  divê mirov ji peyvan, hevokan teserûf bike. Tu çi qasî şîr bikelînî, mastê wê jî ew qasî xweş dibe. Çima ji bo gelek bixwîye ez avê tevlî şîrê xwe bikim?

Pirsgirêkên zimanê kurdî gelek in û mixabin bi van pirsgirêkan edebîyateke baş zaf zor e. Him zorê dide nivîskar him jî dide xwendeyan. Heya sazî, weşanxane, zimannas, nivîskar civakîkirina zimên li pişta xwe nekin bar, ev pirsgirêk çareser nabin. Loma ez behsa vîzyona “kupkurdî”, behsa kurmancîya bi kurmancî dikim û dixwazim mimkûnbûna wê darîçav bikim. Sereke sedema nivîsandina min ev e; dixwazim bibêjim va ye zimanekî kupkurmancî û ev ziman dikare têra nivîsbêjîye bike. Îcar nizanim çi qasî serketî dibim.

Li gorî te edebîyat ji bo xurtbûna zimên çi bar hilgirtîye ser milê xwe?

Bi qasî ez dibînim tevgerên diqewimin, zimanê me tune dikin. Ji hêlekê ve hişmendîya tirkî ji hêlekê ve soranîkirin û herêmîkirin, rojbiroj zimên şeht dikin. Ji dêvla em bîst wergerên ne baş bikin, wergereke baş bikin ne çêtir e? Em şaşîyeke ecêb dikin: Edebîyata xwe bi edebîyatên zimanên cîhanê re qiyas dikin! Şert û mercên her zimanî cihê ne. Zimanê kurdî di qada edebîyata nivîskî de qadeke beyar e. Loma ne hêsan e mirov çandinîyê li erdeke beyar bike. Divê mirov çend deman cot bike, ji kevir û latan paqij bike. Zimanê kurdî, hê li nivîsbêjîyê nebûye zimanekî civakî loma mirov nikare pê her tiştî bike. Hin bikaranînên wê yên ne darîçav nînin, tu cara ewil bi kar tînî. Barekî gran li pişta nivîsbêjan e, ji bo vê qadê ji beyartîyê bibin çandinîyê. Divê her nivîskar, hin tovan biçînin ji bo bexçeyekî edebîyata kurdî hebe û em ji bexçeyî fêkîyan bixwin. Weşanxane çi dikin, bi piranî li zimên û nivîsbêjîya kurdî ranawestin; di nav xwe de videoyan qeyd dikin, hevpeyvînan dikin û pesnê hev didin, youtuberîyê dikin, ticaretê dikin. Tu li kitêbên wan yên çapkirî dinêrî, ne redaksîyon ne mantik ne vîzyoneke zimên. Li cem me dibêjin, “tu bavêjî ber seyan jî,  se naxwin.” Kitêbên wisa çap dikin. Kitêb in, lê ne berhem in.

Her berhemeke nû, daxwaza gotineke nû ye (wî tiştî  dikare nikare ev meseleyeke din e) tu bi wê berhema xwe ya nû, dixwazî çi li edebîyata me zêde bikî?

Sedema nivîsbêjîya min jî jixwe ew e: Tişteke nû bibêjim! Baş an nebaş , serketî an ne serketî; lê li dema nû, tişteke nû bibêjim. Nikaribim tişteke nû bibêjim jî bi teşeyeke nû bibêjim. Belkî gavên diavêjim bi qasî dilopeke avê ne ya li deryayê zêde dibe, belkî bi qasî libeke qûmê ye li çolekê berba dibe, lêbelê ez wan gavan weke şoreşekê bi qîmet dibînim. Her çi qasî bizanibim, tiştên nû jî piştî demekê kevin dibin. Ji bo BÎR’ê hin kesan got, ji bo balê bi ser xwe de bide KU’yan bi kar nayîne. Ma bi tenê nebûna gihanekekê ye zimanê BÎR’ê? Ji raveksazîyê heya hevoksazîyê, peyv bi peyv, tîp bi tîp xebateke zimên heye. Belkî ked têrê nekiribe, lê xebitîme. Ji mîroyekî di rêya hecê de dipirsin, dibêjin: “Ne mimkûn e tu bigihî Kabeyê, çima tu belesebeb xwe diwestînî?“ Mîro bersiv dide, dibêje: “Hema negihijim jî, di wê rêyê de bimirim ji bo min serkeftinek e.” A min jî ew mijar e. Heya bimirim ez ê divê rêyê de bixebitim.

Îro di edebîyata kurdî de, di navbera romana duh û îro de cihêtiyek heye, çawa dibînî, heke erê be çi ye ?

Ez ne xwendeyekî baş im, lê bi qasî dişopînim roman êdî ne “efsane” ne. Edebîyat êdî “guvaştî ” ye. Konsantre ye. Ji romanan çendek “Aforîzma”  dimînin û hew. Belkî jî dîyalogek an navê lehengekî. Êdî Don Kîşot nînin,  lehengên vê demê weke “Mihemedê Dilşûşe” belengaz in. Mixabin em edebîyata cîhanê herî kêm sed salan bi şûn de dişopînin. Mînak, van bîst salên dawî, heta pêncî salên dawî ji edebîyata Rûsyayê me çi xwendîye? Em çi dixwînin? Di vê navberê de dixwazim vê jî bibêjim, ger edebîyata kurdî bi dev û ziman bibe dikare weke edebîyata rûsan a berîya du sed salan dinyayê bihejîne. Ew potansîyel heye. Ew mijar û çîrokên me yên bên nivîsîn, bên xwendin hene û zaf in.

Li ser gotina te ya dawî tiştekê bipirsim. Ew potansiyela heyî, ew mijar û çîrokên nayên nivîsandin sedema nenîvîsandina me tenê ziman nîne ne wisa?

Mijareka pir berfireh e, lê gotina te pirseke din anî bîra min: Ji bo edebîyateke baş ji xeynî ziman çi lazim e? “Êş” jî lazim e. Çîrokên êşê jî lazim in. Rûsya berîya du sed salan çima dinya dihejand bi edebîyatê? Sibirya hebû, çar hebû, şer hebû, Bolşevîk hebûn. Romanên bextewar tune ne.

Êş, hîç li me kêm nebûye; lê dîsa jî em nikarin bibêjin têra xwe bi kêrî edebîyata me hatîye. Gelo em nizanin êşa xwe bibêjin ?

Belê em nizanin. Em êşên xwe dixemilînin û bi sloganan vedibêjin. Ez ji te bipirsim, ma êş tên xemilandin? Em xitabî trîbûnên xwe dikin, xîtabî dinyayê nakin.Mînak, em dibêjin: “Romana min behsa şerê xendekan dike.” Yanî tu vegotina xwe ji “şerên xendekan” re nakî fon, tu “şerê xendekan” ji vegotina xwe re dikî fon. Dibêjin “romana dijkolonyalîst” fikreke seqet e. Roman ne li dijî tiştekê ye an aligirê tiştekê. Nivîskar dijkolonyal e an na, ne roman. Mirov ji bo dijkolonyalîst be romanan nanivîse, mirov  dinivîse û ew nivîs dibin dijkolonyal.

Çawa dibe ewqas nivîskar (hemû fikr û nêrînên wan ji hev cihê ) hemû eynî tiştî, eynî şêwazê  di berhemên xwe de bikartînin?

Çikû fikir û nêrînên wan ji hev ne cihê ne. Bi tenê eşîret cihê ne. Tişteke dî jî heye: Jêderka wan eynî ye, eynî kitêban dixwînin. Bandora heman kesan li ser wan heye, ne xwe ne, nabin xwe loma. Marquez in, Kafka ne, Dostoyevskî ne; lê ne “xwe” ne.

Ev nav, nivîskarên dinyayê li hemûyan kêm zêde bandorê dikin, pirsgirêk bera jî ev e gelo?

Helbet bandora wan heye, lêbele W. Wolf kes teqlîd nekirîye ne gotîye ez jî weke bêvankes binivîsim. Li hemû nivîskarên bi nav û deng binêrî hemû xwedî kesayetîyekê ne, teybetmendîyekê ne. Pêşvanên rêbazekê ne. Em çi dikin? Dibêjin Marquezê kurdan, W. Wolfa kurdan û, û…

Te him helbest him jî roman nivîsîne, tu xwe helbestvan dibînî yan nivîskar?

Ez ji qada muzîkbêjîyê piştî 45 salîya xwe bûrîme qada edebîyatê. Zimanê min gelê min e û ez hozanê gelê xwe me.

Nûdem Hezex kî ye?

Nivîskar, helbestvan Nûdem Hezex di sala 1965’an de li Hezexê ji dayik bûye. Di sala 1989’an de Beşa Mamostetiya Teknolojiyê ya Zanîngeha Gaziyê qedandiye. 28 salan karê mamostetiyê kiriye û niha malnişîn e. Romana Hezex a bi navê ‘Bîr’ê sala 2018’an Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî wergirt. Meha borî romana nû ya Hezex ‘Spîroj’ ji aliyê weşanên Payîzê ve hat çapkirin. Berhemên din ên Nûdem Hezex ev in: Xêzimok, Lîlîstan û Belalûk.