25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Romanên Nûdem Hezex: Mija mêjî

Yaşar Eroglu

Vê nirxandinê li ser du romanên Nûdem Hezex dikim. Di demên pêş de min ji bo hevpeyvîna Nûdem Hezex di malpera Welat de gotarek nivîsibû. Wî di hevpeyvîna xwe de behsa romana xwe Bîr û Spîroj kiribû. Ji bo neheqiyê nekim nirxandina min tenê di çarçoveya hevpeyvînê de ma. Min hêja dît ku romanên wî bikirim û bixwînim. Pê re jî vê yekê dest da ku ez vê nirxandinê bikim.

Romana Bîr ji weşanxaneya Darayê derketiye, 118 rûpel e. Spîroj ji weşanxaneya Payîzê derketiye, ji 143 rûpelan pêk tê. Nûdem Hezex bo xwe terz û teşeyek dîtiye, pê dinivîse. Ev teşe dişibe hin nivîskarên di demên nêz de dest bi nivîsandina romana kurdî kirine.

Teşeyê Bîr û Spîroja Nûdem Hezex eynî ne. Nûdem di nav mij û nediyariyê de dixwaze diyariyekê derxe pêş. Yanî dixwaze diyariya nediyariyê vebêje. Di Bîr’ê de derketiye rêwîtiyeke derûnî û madî ber bi bîr û daboriya ‘Tu’yê xwe ji Lî û La’yê bibîne. Di her du romanan de jî serlehengên wî ‘Tu’ yan jî ‘Te’ ne, eger Lî û La’ya heta dawiyê nepen bidine aliyekî. Balkêş e ku lehengên Hezex jî heta ji dest hatiye nepen kirine. Roman darîçav dest pê dike, paşê dibe mij, dîsa ji nav mijê derdikeve darîçav dibe û bi vê teşeya hînkirî berdewam dibe, diçe; bi qewlê vegotina wî bixwe ‘diçe û naçe, naçe û diçe û qe naçe’. Nivîskar Bîr bi du cînasan yanî heman peyv bi du wateyan de bi kar aniye. Yek bîra ku di serê me de ku derûnî û hafizayê jî îfade dike. Ya din jî bîreke madî ya avê ye ku dixwaze her du bîran bi hev girê bide. Ji bo dagirtina romanê ji ber çi ew qas tirkî, di cih de ne di cih de, bi kar aniye mirov fêm nake. Dibe ku ji bo ‘Tu’ ji tirkî vegeriyaye eslê xwe kurdî, lê ev tenê texmîneke ez jê ne bawer im. Weke pîne lê disekine.

Ji bo tengbûna cih ez nikarim hemû notên min girtine bînim ziman, ez ê yên sereke şîrove bikim.

Vegotina wî terzekî ji guhê me re xerîb e û bi xemilandineke awarte hevok saz kirine. “Destên wê dixwazin bi destê hezkiriyê xwe bigirin, zimanê wê peyvên nêr û têr dixwaze.” (Bîr Rp.93) Li hevokê binêrin hûn ê bêjin tiştekî şênber terîf dike. Lê tenê ev vegotineke razber e û tu hedefa wê nîn e. Tê dîtin ku îradeyekê dide ‘dest’ û ‘ziman’ ji ber ku her du jî daxwazekê dikin. Hema bêjin gelek paragrafên romanê bi vî awayî diherikin. Xema wî lêbarkirina wateyê nîn e. Tiştên ku dixwaze bêje, wan bi rêz dike. Tenê vegotin, ji ruhê xwe, ji dilê xwe; piştî wê ne xem e.

Di vegotina nivîskar de weke qaîdekî cotbare gotin hene ku di dawiya gelek paragrafan de tên dîtin û nivîskar jê hez dike. Weke mînak; “… kûr û dûr hatibû û nehatibû, hatibû û nehatibû…”, “here û were, here û were, here û venegere.”. (Bîr Rp.69) , “Li jêr erdekî tepisî, li jor ezmanekî fetisî, di navberê de du kursî”. (Spîroj rp. 84), “Pirsên bêbersiv û bersivên bêpirs”. (Spîroj. Rp. 106) Bi mijarê re eleqeya wan nîn e, tenê peyv û hevok in. Pejnek bi mirov re çêdibe ku Nûdem Hezex ketiye dû nêçîra peyv û hevokên biriqî, lê bike jî lê neke jî ew bi cih kirine. Armanc û mebesteke wan nîn e.
Hinek peyv hene ji we tirê kodên nivîskar in ku di her du pirtûkên xwe de jî serî lê dide: cam, şikestek, te, tu, mij, reng, deng, berf, spî, dartû, darîçav…hwd.

Nûdem Hezex di dawiyê de di rêwîtiya xwe ya daborî û pêşerojê de ya li pey Lî û Layê diqedîne û bi xwîneran dide fêmkirin ku Lî û La bav û dayikên ‘rêwî’ ne. Yanî eLî û ayLa ne; Elî û Ayla.

Li gorî min tevî qelsiyên romanê mijara herî serkeftî ev encamanîna dawî ya romana Bîrê ye. Mirov fêm dike ku rêwîtî ji bo çi ye. Di nav mij, nepenî û dîmenên şêlî de encameke konkret-şênber her çiqas li nav terzê wî yê romanê nakok be jî serkeftî ye. Di nav bêwateyiyê de wateya ‘darîçav’ e.

Nivîskar goleke peyv, hevok û paragrafên ji xemilandin û edebiyateke birîqî pêk tên lê ew qas jî ne bi wate ne derpêşî me dike ku di nav wan de avjenî kiriye. Xeyal in, xem in, kûrhiş (binhiş) e, derûnî ye, hesret û hêvî ne. Li gorî dil û derûniya xwe çawa guncav dîtiye wisa aniye ziman. Pîvaneke vegotina wî nîn e. Bi rastî ne hêsan e mirov bi her awayî vegotina wî tam bîne ziman. Carinan du paragrafên peyhev bi hev re nakok in an jî ji nişkê ve diçine ser mijarên bêeleqe. Ji nişkê ve jî derdikevin li otobusê siwar dibin, devê bîrekê xuya dibe hwd. Dîsa di nav mija peyvan de winda dibin.

Û Spîroj: Mijeke ji Bîrê tîrtir. Dîsa rêwîtiyek heye lê xwestiye vê rêwîtiyê veşerê, nepentir bike, bê têgihîştin bihêle. Dîsa cih bi cih darîçav dibe lê piştre perdeyeke şêlî radixe ser, di bin wê perdeyê de vedibêje gelek reng, deng hene, vegotin heye lê tiştek ne xuya ye, şêlî ye. Ji nişkê ve Nazenîn’ek derdikeve pêş, nizanî ji ku hat. Ezê’yek heye bi Tu’yê re hevşa dibe hem jî bi caran, di bin ewran, malan de, li ser keviran û hwd. Lê di dawiya romanê de Tu û Ezê cara pêşîn hevşa dibin. Ezê dibe Tu, Tu dibe Ezê û nivîskar bi vê nepeniyê û nezelaliyê romanê bi dawî dike.

“Nêzî salekê ye li çîroka xwe vegeriyame, belkî jî ji çîroka xwe dûr ketime an jî her du bi hev re… Salek e. Rihê min di bedeneke deh salan ji min mestir de, di bedeneke pîr de ye; çîroka ez bûyî lehengê wê, dinivîsim. Çîroka xwe. Belê, niha serlehengê min e ew kesê heya beriya salekê ez serlehenga wî.”

Romana Spîroj weke ku mirov xewnên tevlihev dibîne; tê de kabûs hene, xweşî hene, kuştin, qeza, cinawir hene û her tişt ser û bin e. Lê dema tu şiyar dibî ji hêz ketiyî, bê mecal î. Derûniyeke wisa derdixe pêş. Ruh parçe parçe ye. Hûn, camên biray diçin û tên bifikirin. Tam ne yekpare ne, ji bo ku bên topkirin parçe parçe ne. Li hev kom bikin û di navbera her yekî de bi qasî du destan li hev siwar bikin û du-sê metre bi paş ve vekişin û lê binêrin. Dîmenê ku derûnî û ruhê romanê tîne derdixe pêş eynî dîtbariya wê camê ye; parçe parçe û li ser hev û ji hev dûr. Îhtimal heye ku bi vê derûniyê xwestiye jiyana kesayetekî/e hevzayend bişayesîne. Ev îhtimal rast be hingê jî lehengê hevzayend takekese/î siyasî ‘abê’ ye. Ji ber ku di nav mij û moranê de jiyana kesekî siyasî vedibêje.

Vegotina Spîroj’ê gelek dişibe Bîr’ê. Dawiya romana Spîroj’ê berevajî Bîr’ê li gorî terz û teşeyê Nûdem Hezex dixwaze pêşkêş bike, serkeftî ye.

Dawiyê Bîr û Spîroj’ê bi terzên cuda diqedin. Nivîskar xwestiye ku terzê dixwaze bide rûniştandin bi riya van her du romanan ragihîne xwîneran. Weke ku di hevpeyvîna xwe de jî gotî, di Spîrojê de ev terzê xwe serkeftîtir pêk aniye.
Hê ev nivîs nehatibû weşandin lê min ji bo weşanê qedandibû, me çend kesan li ser romanên demên dawî sohbet dikir. Ez bi çav û guhên xwe bûm şahidê vê yekê ku du xwînerên têgihîştî û ji wêjeyê fêm dikin ji bo terz û naveroka romana Bîr’ê gotin, ‘me bi çend caran ceriband lê nebû ku em jê fêm bikin û me dev ji xwendinê berda’. Hezexî bi terzê xwe xwîner li derveyî romanê digire, ji xwe re nake xem. Nirxandinên her du xwîneran, (pêkan e ku bi giranî xwîner wiha lê binêrin) der barê romanan de fikrekê derdixe pêş.

Ji derveyî niyet û nîqaşan eger rewş wiha be di qada xwe de jî roman ne serkeftî ne. Divê nivîskar ji xwe re vê yekê bike xem. Eger ‘na’ be hingê nivîskar ji çi û kê re dinivîse? Divê misoger bersiva vê pirsê bide.

Terzê Nûdem Hezex surrealîzm e. Kifş e ku Nûdem Hezex li ser roman û terzê surrealîst rawestiyaye û weke terz û teşeyê xwe jî ecibandiye. Di romana Spîroj’ê de ev teşe bi serkeftinî biriye serî. Lê di romana Bîr’ê de negihiştiyê vê armancê. Ji ber ku pevgihandina romana Bîr’ê gelek nêzikî romana klasîk kiriye.

Romana surrealîst ji serkaniya psîkanalîzê ya Freud tê, dizê. Bingeha romanê xwe digihîne kûrhiş (binhiş), ruh, xewn û xeyalên ji kûraya hiş tên. Li gorî psîkanalîzê kûrhiş yek parçe nîn e, tevlihev û gelek kompleks e. Romannûsên surrealîst ev teşe anîne wêjeyê. Terzekî serbest, bêyî ku xema tiştekî bikin li gorî çawa(lê)hatoya xwe nivîsîne. Wê xemê jî nakin xwîner wê çi bibêje û çawa binirxîne. Kûrhiş, ruh, xewn û xeyal kirine himê teşeyê romanên xwe. Em dikarin bêjin ev terz roman, romana kaos, qeyran, geşî û nexweşiyên kûrhiş, ruh û derûniyê ye.

Lê ev terzê surrealîzm di romanê de serkeftî nebûye û di çavkaniya xwe de yanî di romana Rojava de piştî Şerê Cîhanê yê Pêşî hatiye terikandin. Rexbeta wê kêm bûye, kêm nivîskaran serî lê daye. Ev terz zêdetir di wênexêzî, peykertiraşî, hunerên plastîk ên din û paçeyekî helbestê de hatiye berdewamkirin.

Nivîskar di hevpeyvîna xwe ya Xwebûnê de behsa terzên nû, ji derketina der a teşeyê klasîk dike. Bi rastî ev teşe ji bo Nûdem Hezex û romana kurdî nû ye lê ji bo romana cîhanî kevn e, kadûk e. Divê nivîskarên kurd bi kevnên xelkê yên jidestderketî xwe nû nekin. Dibêjin bi ava destlêketî avdesta cenabetê ne caîz e. Eger caîz bibînin jî divê di nav meydana gund de her kesî pê şiyar nekin, tenê bixwe bi sînor bikin.