spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Romantîzmaya nanê tenûrê

Weke romantîzmaya çaya qeçax, romantîzmaya nanê tenûrê jî di nav me kurdan de bi nav û deng e. Helbet tiştên ku bi zehmetî digihîjin destê mirov, xweşiktir an jî xweştir in. Dîsa ji bilî van yên bi erzantirî jî digihîjin destên me hene. Çimkî nanê li mal tê pijandin, ji yê derve tê kirîn erzantir e. Belê ev nanê tenûrê ku em dixwin û ewqasî romantîzmaya wê dikin, bi çi zehmetiyan tê çêkirin? Min pirsên xwe yên li ser mijarê di serî de ji ya herî nêzî xwe, ji diya xwe pirsîn.

Diya min dibêje “ev 28 sal in ez nanê tenûrê dipêjim. Di serê ewil yê fêrbûnê de min gelek caran çengê xwe dişewitand, hinekî bi şens bûm ku pîrka we, hûn li ser kolîcana xwe dikirin û dianîn cem min, min jî li ser tenûrê şîr dida we”. Carekê tê bîra min, diya min eniya xwe û birûyên xwe şewitandibû. Her wiha beriya çend salan ji ber bêhnçikandinê çû nexweşxaneyê û ferq kir ku zatûre pê re çêbûye. Bersivên xaltiya min a 58 salî jî di heman astê da bû. Belê wê jî ji beriya 10-12 salan dest ji pehtina nan berda. Lewre ji ber hilma germ a agirê tenûrê di çavên wê de pirsgirêk çêbûbû. Ez bawerim hûn jî li ser heman mijarê ji jinan bipirsin, hûn dê devê jinên li derdora xwe vekin, wê behsa heman nexweşî û giliyan bikin. Helbet li ser wan tenûrên ku nîv roj a wan jinan li wir derbas dibe; parvekirin, civat û jiyaneke komunal jî heye. Mînak cîrana ku dihat cem diya min an nan çêdikir an hevîrê wê dikir girêk an jî heke mala wê nêzî tenûrê be sîtila avê dadigirt, tiştekî wê kêm ba, jê re temîn dikir. Weke hêk, kuncî û hwd.

Li gor herêman şêweyê tenûrê jî diguhere. Li aliyê Serhedê ji ber rewşa hewayê tenûran dixin binê erdê. Li hin deverên Botan, Mêrdîn û Amedê jî tenûran ji derve (li ser rû yê erdê) bi piranî bi dîwarekî ve û bi awayekî hinekî xwar datînin. Li van herêman tenûr bêtir hewadar in. Yên di binê erdê de, li gorî yên li ser rûyê erdê bêtir bi talûke ne. Li Wanê di 7’ê çile de jineke 63’ê salî wexta nan li tenûrê dida, ket tenûrê û canê xwe ji dest da. Ev bûyer meseleyeke ji tenduristiya civakî ye.

Li gor rapor û lêkolînên Nexweşxaneya Herêmî û Lêkolînê ya Wanê li ser qezayên ku pêk hatine û bûne sedema birîndarî û mirinê, lêkolîn hatiye kirin. Dibêjin 4 hezar û 500 kes ji ber şewata tenûrê hatine nexweşxaneyê. Ji bilî şewata li ser nexweşiyên ji ber dûmana tenûrê jî lêkolîn hatine kirin. Bi gelek jinên ku li ser tenûran nan çêkirine re nexweşiya pişikê ya astengiyê ya kronîk (li gor ku cixarê jî nakşînin) hatiye dîtin. Dîsa ji ber ku bi dûmana tenûran re rû bi rû dimînin, di çavên wan de pirsgirêkên tenduristiyê derdikevin. Tenûr rê li ber gelek travmayên kûr vedike û bêtir ev travma bi jin û zarokan re peyda dibe.
Helbet zarok jî ji ber ku diya wan ji nîv rojê bêtir li ser tenûrê ye, ew jî lîstikên xwe li derdora tenûran didomînin. Di nav lêkolînan de bi jineke ku li Wanê dijî re hevdîtin hatiye kirin. Jin dibêje; “Carekê min û bûka xwe li ser tenûrê nan çêdikir. Ji bo ku nanê min xweşik çêbibe, min devê tenûrê bi kartonekê girt. Lê neviyê min jî ev yek nezanibû û pê li kartonê kir û ket tenûrê”, axirê bi awayekî zarok ji tenûrê derxistine, lê pişt û çengê neviyê wê şewitî ne. Mîna ji vê mînakê jî fêm dibe, bivênevê tenûr bandoreke neyînî li zarokan jî dike. Dûmana tenûran hem di bizûvên (organ) mirov de fonksiyonan winda dike hem jî bi wan nexweşî û qezayan pirsgirêkên derûniyê çêdike.

Zanist û zanyar dibêjin tedawiya şewata tenûran demeke dirêj digire. Nanê tenûrê bêtir li Rojhilata Navîn û li Asyayê tê çêkirin. Li gor rapora nexweşxaneya Wanê jinên ku ev 20 sal in nan çêdikin, bi wan re pençeşêra boriya xwarînê zêde bûye. Ev hejmar du qatan ji mêrên ku bi vê pençeşêrê ketine zêdetire. Li gor îstatîstîkên cîhanê mêr bêtir bi vê pençeşêrê dikevin û di bin xetereyê de ne.

Li gor analîzên ku kirine, dibêjin li gundan bêtir qelax/sergîn tên şewitandin. Li bajaran jî êzing an qirşik têne şewitandin. Dûmana qelaxê ji ya qirşikan paqijtir e. Çimkî hîdrokarbon a di qelaxê de li gor a qirşik an jî êzingan ji 10’an yek e. Ew hîdrokarbon a zêde jî molekulên kanserojen in. Doç. Dr. Sebahattîn Çelîk dibêje: “Her sal herî kêm du yan sê bûyerên mirinê pêk tên ku di tenûran de şewitîne û canê xwe ji dest dane. Herî zêde jin û zarok dikevin van tenûran û dişewitin. Ev pirsgirêkek girîng e û heta niha zêde tu kes bi awayekî zanistî bi ser vê mijarê de neçûye.”

Li gor malbatên ku ferdên wan zêde ne, ev kar bêtir didome û bivênevê berpirsiyarî dikeve ser milê jinan. Temenê nanê tenûrê ji nanên din zêdetir e û erzantir e. Jin jî ji ber van sedeman ji neçarî vî karî berdewam dikin. Çelîk dibêje; “piştî xebatên xwe yên li ser mijarê, me sempozyûmek çêkir û bal kişand ser van pirsgirêkan. Me axaftinên li vê derê kir pirtûk û ji bo tevdîr bên girtin ji rayedarên sivîl re şand.
Êdî divê em derbasî vê qonaxê bibin. Divê tenûrên di binê erdê de bêne rehabîlîtekirin, hinekî bi jor ve bikişînin. Li kolanan di şertên modern de û bi şêweyekî bêtir hewadar bêne çêkirin. Ji ber qezayên şewatê û bandora wê dûmana toksîk kêmtir bikin jî maske û ekîpmanên parastinê bên bikaranîn.

Hemû jinên li derdora min, ji beriya nan çêbikin, dikevin taya vê mijarê. Yanî ji bilî ku em bi awayekî çandî nêzî meseleyê bibin, divê em hinekî li sedemên rasteqîn ên meseleyê jî binêrin. Her çendî tama nanê tenûrê xweş be jî (neçarî, feqîrî,) jinên me ji ked û tenduristiya xwe yan jî canê xwe li ser vê neçarîyê didin.
Her car dibêjim baş e ku diya min, ez û xwişkên min fêrî çêkirina nanê tenûrê nekiriye. Baş e ku ev mîrate nedaye me.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê