Hat ragihandin ku penaberê kurd Serbest Derîn ê ku ev 6 roj bûn li Romanyayê dihat girtin radestî Tirkiyeyê hatiye kirin.
Serbest Derîn û derdora 30 penaberên siyasî yên kurd xwestibûn ji Awusturyayê biçin Romanyayê. Li Romanyayê bi zorê li balafirê kiribûn û xwestibûn ku wî radestî Tirkiyeyê bikin. Ji 30 gulanê vir ve tu kesî xeber ji Derîn hilnedida.
Diyar bû ku Romanyayê Derîn teslîmê Tirkiyeyê kiriye û niha li Girtîgeha Metrîs a bi Hejmara 1 a Tîpa L’yê girtiye.
Parêzerê Derîn Huseyîn Bogatekîn ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev xeber aşkera kir û got: “Em Em pê hesiyan ku muwekîlê min Serbest Derîn, di Girtîgeha Metrîs a Jimare 1 a Tîpa T’yê de ye. Gava hevdîtinê pê re bikim û teyît bikim, paşê ez ê derbarê rewşê de raya giştî agahdar bikim.”