Duşem, Tirmeh 26, 2021

Ronî: Me çirûska daxwaza perwerdeya ziman di çavên zarokan de dît

Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî têkildarî xebatên ji bo ziman diyar kir ku heta ew zimanê ku dapir û bapîrên wan wekî mirate ji wan re hiştine bi awayekî azad radestî zarok û neviyên xwe bikin dê xebatên xwe bi awayên cûr be cûr bidomin

Di 28 û 29’ê hezîranê de Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi hevkarî komxebata bi sernavê “Dem Dema Parastina Ziman e” li dar xistibûn. Di komxebatê de li ser qedexeyên ziman, polîtîkayên li ser kurdî  û têkiladarî vê xebatên ku bên meşandin nîqaş kiribûn.

Piştî komxebatê MED-DER’ê li gundên navçeyên Çinar, Bismil, Farqîn û Gêlê yên Amedê ji bo zarokan şahiyên ziman li dar xist. Parastvanên ziman, li gundan bi zarokan re hatin gelhev û dersên kurdî dan zarokan. Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî der barê xebatên xwe de agahî dan rojnameya me.

Beşdariya xurt a komxebatê

Rifat Ronî, diyar kir ku gelek sazî, rêxistin û komele jî beşdarî komxebatê bûn û wiha got:  “Me wekî MED-DER û Komîsyona Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê Komxebata bi mijara ‘Di Rêveberiyên Herêmî de Pirzimanî’ ya bi dirûşmeya ‘Dem Dema Parastina Ziman e’ di 28 û 29’ê hezîrana 2021’ê de, li Amedê, bi beşdariya HDP, DBP, Enstituya Kurdî ya Stenbolê, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Pena Kurd, Komeleya Nivîskarên Kurd, Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê ya Amedê,   Komeleya Jinan a Rosa, Komeleya Çandê, gelek saziyên sivîl û zimanzan beşdarî Komxebatê bûn û zanînên xwe yên di der barê mijara komxebatê de bi beşdarên komxebatê re par ve kirin.”

‘Tespîtên girîng hatin kirin’

Ronî, diyar kir ku di komxebatê de nirxandinên gelek girîng hatine kirin û wiha axivî: “Di nîqaş û nirxandinên du rojan de, ji aliyê nûner û rêvebirên Saziyên Sivîl, Hevserokên Şaredariyên HDP’ê û beşdarên Komxebatê ve  nirxandin û tespîtên girîng û balkêş ên mîna ‘Ziman stûna bingehîn a hebûna neteweyî ye, loma jî divê têkoşîna herî dijwar û biryadar ji bo azadiya ziman were meşandin’ hatin kirin. Beşdar û hevparên komxebatê tespîtên wekî ‘Ziman nîşan, remz û sembola netewebûnê ye û zimanê kurdî di heman demê de tê wateya statuya siyasî ya gelê kurd. Heke zimanê kurdî azad bibe, bibe Zimanê fermî û perwerdehiyê, dê gelê kurd bibe xwedî statuya siyasî’ hatin kirin.”

Zarok ji mafê ziman bêpar in

Ronî bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê yên Tirkiyeyê û wiha berdewam kir: “Tê zanîn ku ji avabûna komara Tirkiyeyê heta vê demê ev 98 sal in ku gelê kurd û bi milyonan zarokên kurd ji mafê zimanê dayîkê bêpar in. Di pêkanîna me ya vê komxebatê de armanca me, balkişandina polîtîkayên pişaftinê yên dewletê û çêkirina hişmendî û hişyariya zeman a di nava civakê û gelê kurd de bû.Baweriya me ew e ku xebat û komxebatên bi vî rengî dê bala gel bikişînin, bandoreke erênî li gel bike û gel bi hişmendiya neteweyî li zimanê xwe yê dayîkê xwedî derkeve.”

‘Zarok perwerdehiya ziman dixwazin’

Ronî destnîşan kir ku wan di çarçoveya çalakiyên 15’ê Gulanê Cêjna Zimanê Kurdî de vê bernameya ji bo zarokên kurd ên ku ji mafê perwerdehiya zimanê xwe yê dayîkê bêparin amade kiribû û wiha pêde çû: “Me xwest zimanê kurdî bi zarokan bidin nasîn û balê bikişînin ser ziman. Dîsa me xwest alfabeya kurdî bi zarokan bidin nasîn. Di heman demê de me tûrikên boyaxên rengîn, pênûs, lênûsk û setên pirtûkên çîrokên kurdî tê de hebû li zarokan belav kirin. Ew coş, kelecan û xwesteka zarok û malbatan hêjayê dîtinê bû. Me ew daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayîkê di çavên dayîk, bav û zarokên kurd de dît.Vê coş, eleqedarî û germahiya zarokan bi me re jî kelecanek mezin çêkir. Me dît ku xebat û xizmetên bi vî rengî derengmayî ne û ji bo zarokên kurd pêdivî û pêwistiyên jiyanî û jêneger in.

Piştî ku me dest bi van xebat û çalakiyên ji bo hişmendiya ziman kir û li gundê Elwendiyê yê girêdayî navçeya Çinarê gundê Mîreliya, yê navçeya Farqînê, gundê Kooperatîfê yê navçeya Bismilê û gundê Basrafê yê navçeya Gêlê, ku zimanê zarokên gundê Basrafê yê jiyanê bi zaravayê kirmanckî bû, bernameyên şahiyan bi zarok û malbatên wan re li dar xistin, me çirûskên kêfxweşiyê, xwestek û daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayîkê û hesret û xemgîniya bêparmayina perwedehiya bi zimanê xwe yê dayîkê di çavên zarok û malbatên kurd de dîtin.”

Zimanê me mîrateya me ye

Rifat Ronî herî dawî bal kişand ser xebatên ji bo ziman û wiha got: “Em ê wekî Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê û dildar, dilxwaz, dilsoz û dilsojên zimanê kurdî, heta ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, heta ku hêvî û daxwazên zarokên kurd ên zimanê dayîkê pêk werin, heta zimanê me yê ku mîrateya dayîk û dapîr, bav û bapîrên me û emanetê zarok û neviyên me bi awayekî azad radestî zarok û neviyên xwe bikin, dê ev xebatên me bi awayên cûr bi cûr bidomin.”