Pêncşem, December 2, 2021

Rûniştina biryara Doza Komkujiya Pirsûsê dest pê kir

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) di 20’ê Tîrmeha 2015’an de, dema xwestin ji zarokên Kobanê re pêleyîstok bibin. Endamên DAIŞ’ê li ber Navenda Çandê ya Amara ya Pirsûsê li dijî wan êrişa bombeyî pêk anî û 33 ciwan hatin kuştin. Doza derbarê komkujiyê de berdewam dike. Rûniştina 21’emîn a Doza Pirsûsê li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Rihayê li Kampûsa Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T dest pê kir.

Malbatên qurbaniyan, birîndarên komkujiyê, parêzerên Platforma Ji Bo Pirsûsê Edalet, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenterên HDP’ê, Hevserokê Giştî yê OHD’ê parêzer Bunyamîn Şeker, Serokê Baroya Rihayê Mehmet Welat Îzol, Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu, endamên SGDF’ê û bi sedan kes dozê dişopînin.

Beşdaran beriya rûniştina dozê li ber kampûsa girtîgehê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamenter Ayşe Surucu destnîşan kir ku darizandinek adilane pêk nayê û got: “Malbat beriya her rûniştina dozê hatin astengkirin û bi zextan re rûbirû man. Heta kujerên 33 qurbaniyan derkevin holê em ê pêşiya vê dozê bernedin.

Pişt re birîndarên komkujiyê û malbat axivîn û daxwaza edaletê dubare kirin û destnîşan kirin ku wê ser dozê neyê girtin. Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

Piştî daxuyaniyê gelek kes ji bo beşdarî dozê bibe heta eywana dozê meşiyan.

Leşkeran eywana rûniştina dozê dorpêç kirin. Bersûcê dozê û endamê DAIŞ’ê Yakûp Şahîn dê ji girtîgehê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî dozê bibe.

Danişînê bi tespîta nasnameyan  dest pê kir û didome.