Pêncşem, December 2, 2021

Rûreşiya Ewropayê

Felemez Ulug
Xweşkanî

Hefteya borî serokê Konseya Ewropayê Charles Mîchel û seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen li ser navê 27 welatên endamên Yekitiya Ewropayê serdana Enqereyê kirin.

Serdana serokên Konsey û Komîsyona Yekitiya Ewropayê, Charles Michel û Ursula von der Leyen di qada navneteweyî de ji gelek aliyan ve, bi nêrîn û perspektîfên cuda hat nirxandin. Lê mijareke sereke ya ku derket pêş, ji naveroka hevdîtinê zêdetir, bêrêziya li hemberî Ursula von der Leyen hat kirin bû.

Ew bêrêziya her du mêran a li hemberî Ursula von der Leyenê, di heman demê de, nêzîkatiya pergala ku nûnertiya wê dikin jî bi awayekî aşkera radixe ber çavan. Di vê hevdîtinê de careke din derket holê ku “demokrasiya Ewropayê” di bingeha xwe de çiqas şeklî ye û ji rejîmên mezojinî ne cudatir e. Lê mijara me ne bêrêziya li hemberî Ursula von der Leyen hatiye nîşandan e. Jixwe her du mêrên ku mohra xwe li vê bêrêziyê xistin, ji hêla hişmendiyê ve xwedî nêzîkatiyeke mezojinî ne. Em şaş û ecêbmayî nemînin.

Bêguman ev hevdîtina ku bi Erdogan re pêk hat, ji aliyê gelek kesan ve hat nirxandin û şîrovekirin. Lê di daxuyaniyan de jî ku der barê hevdîtinê de hatin dayîn, ji naveroka hevdîtinê zêdetir, li ser sedemên wê bûn.

Serokên Konsey û Komîsyona Yekitiya Ewropayê ji bo nermkirina danûstandinên xwe yên bi rejîma Erdogan re pir tên rexnekirin û beriya vê hevdîtinê jî ev rexne êdî gihîştibûn radeyeke bilind. Bêguman di bingeha van rexneyan de, mijarên ku mafên mirovan û serweriya hiqûqê eleqedar dikin derdikevin pêş. Lê di rastiya xwe de, ji vê zêdetir, li hemberî tehdîdên Erdogan bêhelwestiya Yekitiya Ewropayê tê rexnekirin.

Lewma di daxuyaniya piştî hevdîtinê de nirxandinên hatin kirin, ji bo van rexneyan bersiv bûn. Ji ber vê yekê jî her du serok, bi taybetî û bi dubareyî gotin ku mafên mirovan, demokrasiyê û hiqûq ji bo wan gelekî girîng e. Lê çi karên kesên wisa girîngiyê didin “mafê mirovan” li gel rejîmek wisa bi awayekî aşkera mafê mirovan binpê dike heye? Ji ber vê yekê hevdîtina bi Erdogan re hat kirin ne li ser binpêkirina mafên mirovan li ser mijarên ticarî û berjewendiyan bû.

Seroka Komîsyona Yekitiya Ewropayê Ursula von der Leyen di daxuyaniyê de bal kişand ser girîngiya têkiliyên Yekitiya Ewropa û Tirkiyê û got: “Ewropa dixwaze têkiliyên xwe bi Enqereyê re baş bike, lê hîn dem lazim e.” Lê li ser rewşa mafên mirovan, serweriya hiqûq û demokrasiyê fikarên wan hene. Jixwe Ewropa ji fikar û gumanan wêdetir neçûye.

Ursula von der Leyen wekî mînakên van fikaran jî biryara dewleta tirk a vekişîna ji Peymana Stenbolê, dozên li siyasiyan hatine vekirin, pêkneanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan û hwd rêz kirin. Bêguman hevdîtinên bi vî rengî gelek aliyên xwe yê siyasî jî hene. Nexasim welatên Ewropayê di vê mijarê de xwedî ezmûnek mezin in.

Berî hevdîtina bi serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re, hin lîderên Ewropayê bi rêya telefonê li Erdogan geriyan û li ser hin mijaran peyamên hevkariyê dan. Bêguman ev hemû amadekariyên hevdîtinan bûn. Ji ber ku rayedarên ewropî nedixwestin ji vê hevdîtinê dest vala vegerin diviya bû ku beriya hevdîtinê li hember aliyê tirk destê xwe xurt bikin. Ji bo vê jî mijara sereke ku dikaribûna li hemberî dewleta tirk bi kar bînin kurd bûn.

Lewma beriya çûyîna serokên ewropî ji bo Enqereyê êrîşên li ser sazî û rêxistinên kurdan ên li Fransayê bê sedem nebûn. Piştî Almanyayê, Fransayê jî bi van êrîşan ve peyamek da rêvebiriya Enqereyê. Jixwe hem rêveberiya Enqereyê û him jî YE bi zextên li ser kurdan peyaman didin hev û dilê hev xweş dikin.

Wisa diyar e ku her du aliyan tiştê ku ji vê hevdîtinê hêvî dikirin bi dest xistine. Lê bi vê hevdîtinê jî derket holê ku gotinên mîna demokrasî, mafên mirovan û serdestiya hiqûqê hemû ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin.