25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûspiyên Dêrazorê piştgirî dan QSD’ê

Rûspiyên eşîrên Dêrazorê êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya Rûsya û Amerîka ya li hemberî êrişan şeremzar kirin û gotin: “Em bi QSD’ê re ne”

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên Dêrazorê êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefkirina sivîlan şermezar kirin. Endamê Meclisa Eşîran a Bokemalê Selah Îsmaîl Selman polîtîka û êrîşên Tirkiyeyê şermezar kir û wiha got: “Tirkiyê siyasetên hovane û berfirehkirinê ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne. Di heman demê de li tevahî Sûriyê û welatên ereban bi giştî dimeşîne. Hewl dide ewlehiya li Rojhilata Navîn têk bibe da ku siyaset û berjewendiyên xwe yên mêtîngeriyê pêk bîne.”

Selman anî ziman ku Tirkiye bi êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide guhertina demografîk li herêmê pêk bîne û wiha axivî: “Di demên dawî de li gelek herêman balafirên bê mirov û çekên qedexekirî bi kar anîn. Nexweşxane û sivîl kirin hedef. Di navbera Rûsya, Amerîka û Tirkiyê de lihevkirinên veşartî heye. Li gorî berjewendiyên kesan tev digerin. 3 welat hewl didin aloziyê dirêj bikin. Naxwazin azadî û demokrasî ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê misoger bibe.

Rûspiyê eşîra Şiêtat, Ebdurehman Dixêfîc jî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û  got: “Tirkiyê bi van êrişan hewl dide serweriya Osmanî li herêmê vegerîne, bi rêya guhertina demografiya herêmê gelên demokrasîxwaz qir bike. Em bi QSD’ê re ne. Em piştgiriya xwe bi QSD’ê re teqez dikin, em ê li hemberî hemû dagirkerên ku hewl didin ewlehî û aştiya li herêmên me xirab bikin, bisekinin.”