25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûspiyên gelê êzidî: Berpirsê êrîşên li dijî Şengalê Kazimî ye

Li Şengalê rûspî û bawermendên êzidî bi daxuyaniyekê bang li raya giştî û civaka êzidî hat kirin da ku li dijî planên li hemberî gelê êzidî derkevin. Di daxuyaniyê de polîtîkayên li ser Şengalê hatin şermezarkirin û destnîşan kirin ku Mistefa Kazimî berpirsê êrîşan e.

Rûspiyan hatina Artêşa Iraqê ya Şengalê rexne kirin û diyar kirin ku ew ê bi tu awayî nehêlin kes dest li warê wan werde, war û perestgehên wan dagir bike. Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku heke hikûmeta Iraqê rika xwe bidomîne û leşkeran bişîne çiyayê Şengalê ew ê jî bi hemû hêza xwe li dijî vê derkevin û Şengalê biparêzin.

‘Dev ji ax û gelê xwe bernadin’

Bang li êzidiyên cîhanê û Iraqê hat kirin ku li hemberî van planên Iraqê sekna xwe nîşan bidin. Her wiha bang li ciwan, jin û mêran jî hat kirin, çek hilgirin da ku Şengalê li hember hemû êrîşan biparêzin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û hikûmeta wî planan li ser Şengalê çêdikin û hewl didin ku civaka êzidî tune bikin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Berpirsê êrîşên li ser Şengalê Mistefa Kazimî ye. Em ê weke rûspî û bawermendên êzidî bi her awayî li hember van êrîşan bisekinin. Em bang li qada navneteweyî, rêxistinên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û hikûmeta Iraqê dikin ku li dijî planên Kazimî derkevin. Kazimî dixwaze êzidiyan careke din bikuje û tune bike. Em ê bi tu awayî dev ji parastina ax, şeref, gel, xwîna şehîdên xwe û vîna xwe bernedin.”