23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsya dê leşkerên xwe ji sînorê Ûkraynayê vekişîne

Rageşiyên di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de piştî vekişîna leşkerên rûs ji ser sînorên Ûkraynayê daketin. Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Shoygu da zanîn ku ew dê leşkerên xwe yên li sînorê Ûkraynayê vekişînin.

Ev çendek bû rageşiyên di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de ji ber leşkerên rûs ên li ser sînorê Ûkraynayê gurtir bûbûn. Li ser vê yekê rayedarên amerîkî û ewropî bang li Moskovayê kirin ku leşkerên xwe ji sînor vekişîne.

Serokê Ûkraynayê Vladimir Zelensky der barê vekişîna leşkerên Rûsyayê ji ser sînorên wan, di twîttera xwe de parvekirinek kir û diyar kir ku vekişîna leşkerên Rûsyayê, ji bo rageşiyên heyî gaveke erênî ye. Zelensky ji bo piştgiriya alîgirên xwe yên navneteweyî spasî kir û got ku ew aştiyê dixwazin.

Pûtîn dixwaze hevdîtin li Moskovayê pêk bê

Dewleta rûs ji meha adarê vir ve ye li Qirimê û li Donbasê ku dikevin rojhilatê Ûkraynayê leşkerên xwe bi cih dikirin û leşkeran li sînor tetbîqat pêk dianîn. Li ser bicihkirina leşkeran a li ser sînor rageşî zêdetir bûbûn û serokê Ûkraynayê Zelensky ji bo ku dawî li rageşiyan bînin, pêşniyaza hevdîtinekê li serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn kiribû. Zelensky di pêşniyaza xwe de diyar kiribû ku ew dixwaze li herêmên (Donbas) ku rageşî lê hene, bi Pûtîn re hevdîtinê pêk bîne. Pûtîn bersiva Zelensky ya hevdîtinê da û got ku ew dikare li Moskovayê bi Zelensky re hevdîtinê bike.

Wezîr Sergey Shoygu diyar kir ku ji 1’ê gulanê pê ve leşkerên wan dê vegerin baregehên xwe.  