16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsya di kemînê de ye

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Di bin navê şerê li dijî DAIŞ’ê de gelek welatên cuda xwestin di siyaseta herêmê de bibin xwedî gotin û di van planên jinûavakirina herêmê de cihê xwe bi awayekî aktîf bigirin.

Dewleta tirk jî yek ji van dewletan e. Lê di pratîka di van çend salên dawî de derket holê ku dewleta tirk bi emelê xwe ve ji avakirin û çêkirinê zedetir di herêmê de xirabî daye avakirin. Bi taybetî li herêma Idlibê û bi dagirkeriya Efrînê ve, dewleta tirk bi hevkariya komên çete xwest ku li herêmê li dijî planên jinûveavakirinê derkeve û di ya xwe de israr bike. Heya radeyekê gelek hêzên navdewletî li dijî vê polîtîkaya dewleta tirk bêdeng û bêhelwest man.

Dewleta tirk di vê pêvajoyê de xwest ku bandora xwe ya li ser komên çete û avantaja xwe ya erdnîgariyê wek amûrekê gefê li ser siyaseta herêmê bi kar bîne. Di vê mijarê de Ewropa bi penaberan ve, Amerîka û NATO bi hevkariya Rûsya ve, Rûsya û rejîm jî bi êrîşên komên çete yên li ser herêmên di bin kotrola rejîmê de ne, her tim tehdît kir. Yanî vê her tim di siyaseta herêmê de wek kozeke şantajê bi kar anî. Lê di roja me ya îroyîn de hevsengî û siyaseta herêmê hatine guhertin. Ji ber vê yekê jî êdî şantajên dewleta tirk li ser hêzên navneteweyî mîna berê ne bi bandor in. Mînaka vê ya herî berbiçav jî bûyer û pevçûnên li Idlibê ne.

Wek di van pevçûnan de jî derket holê dewleta herî ji van emelên desthilatdariya Erdogan acize Rûsya ye. Rûsya ji bo hebûna xwe li herêmê xûrttir bike û di planên jinûveavakirina herêmê de bibe xwedî gotin peyamek vekirî û bi bandor da Erdogan. Di heman demê de ev peyam di herêmê de hêza Rûsya ya siyasî û leşkerî jî radixe ber çavan. Her çiqas di vir de mijara gotinê pevçûnên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de bin jî li gor min Moskov bi van êrîşan be xwe peyamek bide dewletên rojavayî jî. Ji ber ku hin dewletên mîna Amerîka, Almanya û Fransa di nav de naxwazin Rûsya li herêmê bibe xwedî hêz û di herêmê de bibe xwedî biryar. Lewma ji bo dewleta tirk di vê rêyê de kêşeyan ji Rûsyayê re derbixe, her tim ji hêla van dewletên koalîsyonê ve hat piştgirîkirin. Lê di vir de ya şaş û ecêb ew bû ku Enqere tu carî nexwest vê lîstikê bibîne û xwe wek hêza siyaseta herêmê didît. Bawer dikim piştî rewşa li Idlibê qewimî û şûn ve kêm be jî wê ew kesên li Enqerê di qesra 1150 odeyî de rûdinên bikaribin hin tiştan bibînin.

Di hefteya borî de ji bo pevçûnên li herêmê bi dawî bibin li Moskovê serokdewletê Rûsyayê Vlademîr Vlademîrovîç Pûtîn serokkomarê tirk Erdogan qebûl kir. Ev hevdîtina ku di atmosfereke pir germ de pêk hat, ji gelek pirsan re bû bersiv lê ger siyaseta dewleta tirk a Idlibê neyê guhertin û rêveberiya Erdogan di herêmê de nekeve nav hewldanên çêker dê ev agirbesta ku bi niyeta baş pêk hatiye têk bibe. Rûsya di halê heyî de niha li herêmê li gor peyman û sozên hatine dayîn emelên dewleta tirk dişopîne.  Rûsya niha di kemînê de ye û li bendê ye ku tirk sozên ku dane pêk neynin. Ger sozên dane pêk neyên, wê demê dê dewletên rojavayî nikaribin Erdogan û Tirkiyeyê êrîşê ji êrîşên Rûsyayê biparizin. Lewma di hevdîtina li Moskovê de Rûsyayê bombeyek xistiye paşila Erdogan û niha derdê wî ew e ku xwe ji vê bombeyê xelas bike.

Bi kurtasî mirov dikare bêje dewleta tirk li herêmê bû qurbana nefsa xwe. Lewma li şûna ku dê di siyaseta jinûveavakirina herêmê de bibûya hêza sereke, bû hêza taşaron.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê