25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsya leşkerên xwe li ser sînorê Ukraynayê bi cih dike

Serokê DYA’yê Joe Biden der barê tevgera leşkerên Rûsyayê yên li ser sînorê Ukraynayê nerazîbûna xwe anî ziman û wiha got: “ Em xetên sor qebûl nakin û der barê vê mijarê de em ê guftûgoyeke dirêj bi serokê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn re bikin.”

Ji aliyekî din ve rayedarên Ukraynayê dan xuyakirin ku Rûsyayê zêdeyî 94 hezar leşkerên xwe li nêzî sînorê Ukraynayê bicih kiriye û li gorî wan rayedaran dibe ku Rûsyayê xwe ji bo êrîşê amade dike.

Her wiha li gorî raporeke istixbarata Amerîkayê ku di rojnameya Washington Post de hatiye belavkirin, Artêşa Rûsyayê xwe ji bo êrîşeke mezin bi tevlêbûna 175 hezar leşker, amade dike.

Hêjayî gotinê ye ku heftiya pêşiya me hevdîtinek di navbera Pûtîn û Biden de pêk were û wiha xuyaye ku dê aloziya li ser sînorê Ukrayinayê mijara sereke ya vê hevdîtinê be.