18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsya tavîzê nade

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Li Rûsyayê mijara sereke Idlib e. Di vê mijarê de gelek nirxandin hatin kirin û daxuyanî hatin dayîn. Lê ligel hemû zextan Rûsya di operasyona li dijî komên çete de bi israr e.

Tirkiye ji bo van operasyonên ku di pêşengiya Rûsyayê de tên meşandin bide sekinandin û bihêle komên çete bêhnekê bistînin û xwe li herêmê ji nû ve birêxistin bikin hemû derfetên xwe yên diplomatîk xistiye dewrê.

Di vê mijarê de du welatên garantor ên civînên Astana û Soçiyê yanî Rûsya û Îran, dewleta tirk bi alîkariya komên çete rexne dikin. Her wiha ev hêz ji ber ku dewleta tirk pêdivî û peymanên civînên Astana û Soçiyê pêk nayne nerazîbûnên xwe jî di her fersendê de tînin ser ziman.

Dewleta tirk di van salên dawî de di siyaseta xwe ya derve de li şûna lihevhatinê esas bigire di siyaseta pevçûn û kaosê de israr kir. Levma ji ber vê rewşa aloz û tevliheviyê niha dewleta tirk nikare siyasete ava bike. Ji ber vê jî hem di hundir de hem jî li derve xitimandineke mezin dijî. Ji bo xwe ji vê xitimandinê rizgar bike jî dîsa serî li rê û rêbazên şaş dide. Di şer de israr mînaka vê şaşiyê ya herî berbiçav e.

Dewleta tirk di şerê Idlibê de xwe wek aliyekî dide nîşandan. Ji bo di vî şerî de bikaribe hebûna xwe biparêze sevkiyatên leşkerî dike. Gelek sevkiyatên wan ji hêla balafirên Rûsyayê ve hatin bombebarankirin û di encama van bombebaranan de gelek leşkerên tirk jî mirin.

Lê ji ber ev sevkiyat ji derveyî peymanên li ser herêmê tên kirin Enqere bêdeng e. Rûsya û Îran, ji ber li ser peymanên hatine îmzekirin xwedî zanyar in xwe xwedî maf û êrîşên xwe jî rewa dibînin. Di vir de ya girîng û pêwist mirov pirs bike ew e ku li gel van peymanên heyî û windahiyên ku pêk tên Enqere çima di siyaseta xwe ya şaş de israr dike?

Rêveberiya Erdogan ji bo bikaribe xwe ji vê rewşa kambax derbixe li Ewropayê di nav hewildanên diplomatîk de ye. Bi Almanya û Fransa ve dixwaze rewşê nerm bike. Lê hemû kesên rewşa herêmê ji nêz ve dişopînin dizanin ku dewletên Ewropa û NATO’yê li ser herêma Idlibê Rûsya nadin beramberî xwe. Ev jî wêneyê xitimandina siyaseta derve ya dewleta tirk e.

Rêveberiya Erdogan ji bo Pûtîn û Erdogan li hev bicivin pir kar dikin. Ji bo vê çend cara di astên cuda de serdana Moskowayê hatiye kirin. Lê herî dawiyê berdevkê Kiremlînê Peskov bi awayekî aşkera got ku “Erdogan ger dixwaze dikare bê serdana Moskowayê, lê daxwaza Pûtîn nîn e ku biçe serdana Stenbolê”.  Bawer dikim ev israra civîna bi Pûtîn re bersivek vekirî ye. Lê dê Enqere bixwaze bi Îranê re şensê xwe biceribîne. Di vir de pêwîst e mirov rola Îranê jî baş fêm bike.

Bu kurtasî mirov dikare vê bêje, nizanim ev şer dê bi Rûsya çi bide qezençkirin lê tişta dizanim ew e ku dê ev şer bi Tirkiyeyê pir mezin bide windakirin.

Ger Tirkiye bi awaykî aqilîselîm tevnegere û xwe ji komên çete dûr nexe wê di aliyê şer yê wenda kiriye de cihê xwe bigire.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê