Şemî, Çile 29, 2022

Rûsya û DYA’yê dê li Cenevreyê li hev bicivin

Ji bo guftûgoyên li ser nakokiya di navbera Washington û Moskovayê de, di 10’ê çileya 2022’an dê lûtkeyek di navbera serokê herdu welatan de lidar bikeve.  Serokê Rûsyayê Vlademîr Putîn û yê DYA’yê Joe Biden dê ji bo nîqaşa nakokiyên derbarê rewşa Ukraynayê de 10’ê mehê de li Cenevereyê li hev bicivin. Piştî wê di 12’ê mehê de jî dê guftûgoyên li ser heman mijarê di navbera Rûsya û NATO’yê de jî berdewam bikin. Piştî van hevdîtinan dê hevdîtineke din di navbera Rûsya û Rêxstina Ewlekarî û Hevkariyê ya Welatên Ewropayê pêk were.

Der barê van hevdîtinan de Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Yuriy Uşakov ji ajansa Rûsyayê re axifî û wiha got: “Dê roja 10’ê çile dîrokeke bingehîn be ji bo guftûgoyên Rûsya û Amerîkayê û dibe ku herdu alî di rojekê de bi hev re li ser peymanekê lihev nekin”.

Ji aliyekî din ve Qesra Spî jî bi daxuyaniyekê bal kişand ser rewşa aloziya li ser sînorê Ukraynayê û tê de wiha got: “ Heke Rûsyayê gavên neyênî li dijî Ukraynayê pêk bîne ew dê bi ambargoyên giran re rû bi rû bimîne.”

Wekî tê zanîn ji beriya mehekê de Rûsyayê gelek leşkerên xwe li ser sînorê Ukraynayê bicih kirine. DYA û welatê Yektiya Ewropayê jî metirsiya xwe ya destwerdaneke leşkerî tînin ziman û Rûsyayê hişyar dikin.