25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsya û Tirkiye hev tawanbar dikin

Rûsya û Rejîm li Idlibê êrîşî leşkerên tirk kirin. Di encama êrîşê de bi dehan leşkerên tirk mirin. Piştî êrîşê Rûsya û Tirkiyê hevdu sûcdar kirin 

Rûsya û rejîma Sûriyeyê li leşkerên tirk ên li Idlibê xist. Bi dehan leşkerên tirk û çete mirin. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyaniyek da û diyar kir ku Tirkiye peymanên Soçî binpê kiriye, li qadên bêşer ên Idlibê topbaran kiriye û piştgiriya xwe ya ji bo komên çekdar berdewam kiriye.

Piştî ku Rûsya û rejîmê li Idlibê xistin li Tirkiyeyê Twîtter hat lawazkirin û rawestandin. Li gorî daneyên saziya NetBlocks.org, Twîtter li gelemperiya Tirkiyeyê hatiye astengkirin. Demildest Serokê Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê Ebûbekir Şahîn jî der barê bûyerê de saziyên çapemeniyê hişyar kir û ferman da ku ji bilî hejmarên ji aliyê rayedarên dewleta tirk ve hatine eşkerakirin, agahiyeke din nedin.

Piştî pêşketina artêşa rejîma Sûriyeyê bi alîkariya balafirên Rûsyayê li Idlibê hişt ku noqteyên artêşa tirk werin dorpêçkirin û ew xalên ji bo herêma bêçek hatibûn avakirin diviya bû ji komên çeteyan bihatana paqijkirin.

Piştî pêşketina artêşa Sûriyeyê li Idlibê hikûmeta tirk gelek leşkerên xwe yên din derbasî herêmê kirin û li gelek deverên din ên ku berê lê tunebûn bi cih kirin. Her çend dihat zanîn ku artêşa tirk alîkariyê dide komên çete yên ku li herêmê hatine bicihkirin jî piştî pêşketina demên dawî êdî artêşa tirk di nav wan koman de cihê xwe girt û aşkera tevî komên çete êrîşî leşkerên Sûriyeyê kirin. Di ajansên fermî yên Tirkiyeyê de wêneyên leşker û çeteyan jî hatin parvekirin.

Peyman binpê kirin

Rayedarên Tirkiyeyê der barê êrîşa 27’ê sibatê de ragihand ku li Idlibê 33 leşker mirine. Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê jî piştî êrîşê daxuyaniyek da û diyar kir ku hedef çetebûn lê belê ji ber ku leşker li herêmê belavbûne encameke bi vî rengî derketiye holê.

Piştî bûyerê êdî nakokiya di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de her ku diçe zelaltir dibe û hev du tewambar dikin. Tirkiye dibêje ku divê leşkerên Sûriyeyê li derveyî xalên ku leşkerên wan lê heyî bûbûya, lê Rûsya jî dibêje divê Tirkiye li gorî peymana Soçiyê tevbigeriya komên çete ji herêmê derxista derve lê Tirkiyeyê ew yek nekiriye û piştgiriyê dide wan komên çete.

Rûsya û rejîm venagerin

Her wiha 2 roj ji muhleta Tirkiyeyê re mabû ew muhleta ku rayedarên tirk dabûn artêşa Sûriyeyê ku heta dawiya sibatê vegerin xalên xwe yên berê. Lê li gorî Rûsya û hikûmeta Sûriyeyê ew dê tucaran venegerin û dê heta dawî şerê komên çekdar bikin heta ku Idlibê ji wan paqij bikin û hemû deveran bixin bin serweriya hikûmeta Sûriyeyê.