25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsya û Tirkiyeyê îca bazara çi dikin?

Beriya 2 rojan Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov serdana Tirkiyeyê kir û li Antalyayê bi wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlud Çavuşoglu re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de mijarên wekî dosya Lîbya û Sûriyeyê hatin guftûgokirirn. Li gorî daxuyaniyên ku piştî hevdîtinê hatin kirin her du aliyan li ser avakirina herêmeke bê çek li Idlibê li hev kirine.  Her wiha her du aliyan daxuyaniyên wekî em rêzgirtina yekitî û serweriya axa Sûriyeyê dikin û divê rewşa Lîbyayê bi rengekî siyasî çareser bibe.

Daxuyaniyên fermî wiha ne lê ji ber ku gelek caran di gelek mijarên aloziya Sûriyeyê de bazar di navbera van her du welatan de çêbûne, bivê nevê mirov dipirse gelo çi bazarên nû hene.

Ji aliyekî din ve daxuyaniyên her du rayedaran wiha seyr û ecêb bi mirov tên, ji ber ew desteserkirina bi riya artêş û komên girêdayî xwe li Sûriyeyê nabînin. Wekî ku ne wan welatan serweriya axa Sûriyeyê bin pê kirine, wekî ku hin welatên din destwerdana axê Sûriyeyê kirine diaxifin. Bi heman rengî ji bo Lîbyayê jî mirov dikare heman tiştan bibêje.