Monday, September 27, 2021

Rûsyayê der barê êrîşên Israîlê de daxuyanî da

Cara pêşî ye ku Rûsyayê der barê êrîşên Israîlê ên li Sûriyeyê daxuyaniyekê dide. Gelek caran Israîlê bi riya fûze û balafirên bêmirov êrîşî axa Sûriyeyê dike. Bi taybetî jî cihên ku çekdar û milîsên Îranê lê dimînin. Israîl piraniya van êrîşên xwe wiha bê deng û bê daxuyanî pêk tîne. Rûsyayê jî tucaran behsa van êrîşan nedikir. Lê der barê van êrîşên dawî ên Israîlê de Rûsyayê bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe anî ziman û gefa xwar ku ezmanê Sûriyeyê ji firînê re bigire. Êrîşên dawî li Hums û Helebê li dijî hin xalên ku Hizbulaha Libnanê û hin milîsên din ên girêdayî Îranê lê dimînin, pêk hatin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku her du pergalên parastina ezmanî yên Rûsyayê ku artêşa Sûriyeyê wan bikar tîne dikaribûn piraniya fûzeyên Israîlê bêbandor bikin. Bi vê daxuyaniya Rûsyayê cara yekemîne ku der barê êrîşên Israîlê de daxuyaniyekê dide. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Rûsyayê dikare ezmanê Sûriyeyê ji firînê re qedexe bike.

Wekî her car Israîlê ne daxuyanî der barê êrîşên ku pêk anîne da û ne jî der barê daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de ti daxuyanî da. Lê Israîlê bênavber daxuyaniyên wiha dide ku ew dê li dijî milîsên Îranê yên li Sûriyeyê tên bicih kirin êrîşên dijwar pêk bîne.

Hêjayî gotinê ye ku Israîlê ji destpêka salê de 14 êrîşên leşkerî li Sûriyeyê pêk anîne û di encamê de 41 hedefên ku ji avahî, depoyên çekan û navendên milîsên girêdayî Îranê pêk tên, rûxandiye. Lê Rûsyayê cara yekemîne ku bi daxuyaniyekê behsa van êrîşên dawî kiriye.

Navenda Nûçeyan 