25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûyê nû yê Heskîfê av û beton e

Bendava Ilisûyê ku demeke dirêj bû xebatên çêkirina wê berdewam dikirin, sala borî xebatên wê bi dawî bûn û di mehên havînê de devên wê hatin girtin. Bi girtina devê wê  ava çemê Dîcleyê roj bi roj lê pêngar da û bi dehan gund di bin xwe de hişt. Li gel hemû bertek û daxwazan jî bilindahiya diwarên bendavê nehat kêmkirin. Ji ber vê sedemê navçeya Heskîfê ya Êlihê ku xwedî dîroka 12 hezar salan bû jî bi temamî di bin ava bendavê de ma.

Ji bo niştecihên navçeyê, bi çend kîlometreyan dûrî bajarê Heskîfê ku niha di bin avê de maye, bajarekî nû hat avakirin. Hin berhemên dîrokî bi pereyekî mezin ji bo bajarê nû hatin veguhastin. Li dijî gelek berheman jî talankeriyeke mezin pêk hat. Di bin navê turîzma avê de derdora wan hat betonkirin û li bendê ye ji bo van deveran seferên kelekan bên destpêkirin.

Talan pesinand

Di nav hefteyê de ji aliyê Ajansa Anadolûyê ya dewletê ve talana ku li dijî navçeyê û dîroka wê pêk hatiye, hat pesinîn. Ajansê bi ser navê “Heskîf bi rûyê xwe yê nû li benda mêvanên xwe ye” nûçeyek servîs kir û xwest ku mirov biçin serdana Heskîfê. Lê rûyê ku Ajansa Anadolûyê gel vedixwînê tenê av û beton e.

AA şermezar kirin

Ev banga ajansê rastî gelek bertekên tund hat. Partiyên muxalefetê bi daxuyaniyan ev bang şermezar kir û destnîşan kirin ku ji ber ku Heskîf li holê nameya tu wateya bangê nîne. Dîsa gelek kesên navdar jî der barê mijarê de daxuyanî dan û bertek nîşanî berovajîkirina rewşa Heskîfê ya ku ji aliyê Ajansa Anadolûyê ve hatiye kirin, dan.

Şaredarê AKP’ê jî xemgîn e!

Şaredarê Heskîfê yê AKP’î Abdûlvahap Kûsen jî piştî servîskirina nûçeyê bi rêya qanaleke televîzyonê der barê mijarê de daxuyanî da. Şaredar Kûsen, bi awayekî sosret weke ku qet piştgirî nedabe çêkirina bendavê got ku ew bixwe jî ji ber ku Heskîf di bin avê de maye xemgîn e û lê tiştekî ku bike nemaye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê