Rojnameya Heftane

Sadê gitgitî

Abas Ismaîl

Şêxê Temir ji Mihemedê Sadê xwest ku ebaya xwe bidiyê ji bo li xwe bike û here bajarê Amûdê. Mihemed got : “Amê Şêxo ez ê bidim te, lê divê tu navê bavê min bikî Sadûn Axa.” Şêxo eba bir û soz da ku ji bavê wî re bêje Sadûn Axa. Qantireke Mihemedê Sadê hebû şemûs bû, bêkêr bû. Di ber halet de xwe dixist û cot nedikir. Mihemed ew dever haydar kir ku qantirê difroşe. Rojekê dema civata gundiyan li ser bêderê digere, rêwiyek biyan hat.

Rêwî silav li wan kir û got: “Gelî ciwanmêran, mala Mihemedê Sado li kîjan hindamê ye?” Şêxo di cih de çîrok nas kir. Çav kir gundiyan û bersiva wî da got : “Birazî, Mihemedê Sadê li vî gundî tune, lê Mihemedê Sadûn Axa heye.” Mêrik got: “Yabo bi namûs mala Sadê li vî gundî ye û bavê min ji wan re dibêje mala Sadê gitgitî, min bihîstiye qantireke firotinê li cem heye.”

Şêxo da mandelê. Yê rêwî rabû çû. Mihemed piştî çend rojan bi vê dabaşê hay bû, hat cem Şêxo gazind jê kirin ku çawa nehiştiye mêrik qantira wî bikire. Şêxo jê re got: “Min ji te re got bi navê bavê xwe nelîze, me Sadê kir Sadûn Axa li gorî daxwaza te vêca em ê gitgitî çawa jê vekin.”